Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Em Çi Dikarin Hîn bin ji Meteloka Derheqa Telanta?

Em Çi Dikarin Hîn bin ji Meteloka Derheqa Telanta?

“Pênc telant dane yekî, du telant dane yekî û telantek jî da yekî” (METTA 25:15).

1, 2. Çira Îsa gilî kir meteloka derheqa telanta?

 ÎSA meteloka derheqa telanta got, wekî rûnkiriyê xwera eyan ke, ku cabdariya wana çi ye. Lê ew metelok ser hemû şagirtêd wî hukum dibe. Dêmek, firqî tune gumana me ya ezmana ye yan ya erdê ye, mera lazim e fem bikin ku ev metelok çi tê hesabê.

2 Lê Îsa kengê ev metelok gilî kir? Ew hingê bû, çaxê ewî şagirtêd xwera gilî kir derheqa wê nîşanê, kîjan ku gerekê kifş kira wekî Îsa bû Padşa û rojêd axiriyê destpêbû (Metta 24:3). Dêmek ew metelok heye para ji vê nîşanê û ev gerekê wedê meda bê sêrî.

3. Em çi hîn dibin ji wan meteloka, kîjan ku nivîsar in di Metta serê 24 û 25-da?

3 Çaxê Îsa gilî kir meteloka derheqa telanta, ewî sê metelokêd din jî gilî kir, û ew metelok jî pareke nîşana rojêd axiriyê ye. Ew hemû metelok kifş dikin hunurêd mexsûs, yê ku cem rûnkiriya gerekê hebûya. Em dikarin ewan meteloka bixûnin di Metta 24:45 heta 25:46-da. Meteloka pêşiyê derheqa xulamê amin e, dêmek komeke biçûke rûnkiriya, yêd ku cabdar in wekî cimeta Yahowa hîn kin. Ewana gerekê amin û serwaxt bin. a (Binihêre spartin.) Meteloka duda ew heye derheqa deh qîzêd bikir. Di vê metelokêda Îsa pêşda şîret da rûnkiriyara, ku ewana gerekê hazir bin û hişyar bimînin, çimkî ewana nizanin ne roj ne jî siheta hatina wî. b (Binihêre spartin.) Meteloka sisya derheqa telanta ye, û hemû rûnkiriya hîn dike ku wanra lazime gelek giran bixebitin wekî cabdariya xwe berdewan kin biqedînin. Paşê Îsa gilî kir meteloka derheqa pêz û bizina, ev metelok derheqa wan meriya ye, kîjana ku guman in bijîn ser erdê. Ewî kifş kir ku ewana gerekê amin bin û hemû tiştî bikin çi ku dikarin, seva ku alî rûnkiriya bikin. c (Binihêre spartin.) Di vê têmayêda emê pêbihesin, meteloka derheqa telanta çi tê hesabê.

AXA GELEK PERE DIDE XULAMÊD XWE

4, 5. Ew mêrê di metelokêda kê tê hesabê û çi tê hesabê deh telant?

4 Bixûne Metta 25:14-30. Di meteloka derheqa telantada Îsa gilî kir derheqa mêrekî yê ku derkete rêwîtiyê. Careke din Îsa di metelokeke dinda jî gilî kir derheqa mêrekî yê ku derkete rêwîtiyê wekî bibe padşa. d (Binihêre spartin.) (Lûqa 19:12) Nava gelek salada di edebyetêd meda dihate gotinê, ku ew her du mêr têne hesabê Îsa, yê ku sala 33 çû li ezmana. Lê çaxê Îsa çû li ezmana ew pêra-pêra nebû padşa. Ew hîviyê bû heta sala 1914, wekî dijminêd wî “bin piyêd wîda bêne danînê” (Îbranî 10:12, 13).

5 Îsa got wekî heyşt telantêd wî mêrikî hebûn. Ew gelek pere bû. e (Binihêre spartin.) Pêşiya ku ew mêr rêketa, ewî ew pere da xulamêd xwe. Ewî got wekî ewana wîra ji wan pera hê zêde pera çêkin. Çawa ku ew pere gelek qîmet bûn bona wî mêrikî, dîsa usa tiştek hebû ku gelek qîmet bû bona Îsa. Gelo ew çi bû? Ew hebû ew şixulê ku ewî li ser erdê kiribû.

“Çevêd xwe vekin û dîna xwe bidine zeviya, ew çawa zer bûne, dirûtinêra hazir in!”

6, 7. Telant bi sîmbolîk çi têne hesabê?

6 Şixulê dannasînkirinê gelek ferz bû bona Îsa. Bi saya dannasînkirina wî gelek merî bûne şagirtêd wî. (Bixûne Lûqa 4:43.) Lê ewî zanibû wekî hê zêde şixul gerekê bê kirinê û hê zêde merî gerekê mizgîniya xêrê qebûl kin. Lema ewî gote şagirtêd xwe: “Çevêd xwe vekin û dîna xwe bidine zeviya, ew çawa zer bûne, dirûtinêra hazir in!” (Yûhenna 4:35-38) Xweyê zeviyê tu car zeviya xwe nahêle çaxê genim îda gihîştiye. Nihêrandina Îsa jî usa bû. Îsa çaxê ku vegeriya ser ezmana pêra-pêra ferman da şagirtêd xwe: “Herin û hemû mileta bikin şagirtêd min” (Metta 28:18-20, ÎM). Bi vê yekê Îsa Mesîh hebûneke qîmet da wan, dêmek cabdariya ferz bona dannasînkirinê (2 Korintî 4:7).

7 Çawa ku axa pere da xulamêd xwe, usa jî Îsa şixulê dannasînkirinê daye şagirtêd xwe (Metta 25:15). Dêmek, telant têne hesabê şixulê dannasînkirinê û hazirkirina şagirta.

8. Rast e her xulamekî pere weke hev nestandin, lê axa ji wana hîviya çi bû?

8 Îsa got wekî axa pênc telant da xulamê pêşin, du telant da yê duda, û telantek da yê sisiya (Metta 25:15). Axa xulamara telant weke hev neda, lê ew hîviyê bû ku çiqas qewata wan digihîjê bixebitin seva ku hê zêde pera wîra çêkin. Usa jî Îsa ji rûnkiriya hîviyê ye ku çiqas qewata wan digihîjê bixebitin seva şixulê dannasînkirinê (Metta 22:37; Kolosî 3:23). Pênciye Hesab sala 33-da, şagirtêd Îsa destpêkirin hazir kin şagirta ji hemû mileta. Çaxê em dixûnin kitêba Karên Şandiya, em divînin ku ewana bi rastiyê jî gelek dixebitîn bona dannasînkirinê. f (Binihêre spartin.) (Karên Şandiya 6:7; 12:24; 19:20)

XULAM TELANTA DIDINE XEBATÊ WEDÊ ROJÊD AXIRIYÊ

9. a) Du xulam pere ça dane xebatê û em ji vê yekê çi hîn dibin? b) Ewêd ku gumana wan jîyîna ser erdê ye çi gerekê bikin?

9 Du xulamêd pêşin yêd ku perê axayê xwe rind dane xebatê, bi sîmbolîk têne hesabê xûşk birêd rûnkirî wedê rojêd axiriyê. Îlahî ji sala 1919 ewana çiqas qewata wan digihîjê dixebitin seva şixulê dannasînkirinê. Di metelokêda hate gotinê wekî wana pere ne weke hev standin, lê ew nayê hesabê ku du cûre komêd rûnkiriya hene. Her du xulam gelek xebitîn û pere ducar kirin. Lê ew yek tê hesabê ku tenê rûnkirî gerekê bixebitin bona şixulê dannasînkirinê û hînkirinê? Na. Meteloka Îsa derheqa pêz û bizina me hîn dike, ku ewêd gumana wan jîyîna ser erdê ye gerekê alî rûnkiriya bikin şixulê dannasînkirinêda û hindava wana amin bin. Ewana hesab dikin ku alî rûnkiriya bikin, ew qedirekî mezin e. Belê, cimeta Yahowa “kerîk” e, û ewana gelek giran dixebitin wekî dannasîn kin û şagirta hazir kin (Yûhenna 10:16).

10. Kîjan pareke ji nîşana Îsa îzbat dike wekî em dijîn di rojêd axiriyêda?

10 Îsa hîviyê ye wekî hemû peyçûyêd wî gelekî bixebitin, seva ku gelek şagirta hazir kin. Şagirtêd wî di qirna yekêda hema usa jî dikirin. Di wan rojêd axiriyêda, meteloka Îsaye derheqa telanta tê sêrî. Lê gelo peyçûyêd wî ewî şixulî dikin? Belê, tu car haqas gelek meriva nebihîstiye mizgîniya xêrê û nebûne şagirt! Ji bo vê yekê ku peyçûyêd Îsa gelek dixebitin, her sal bi seda hezar meriv têne nixumandinê. Û ewana jî tevî şixulê dannasînkirinê dibin. Ew hemû şixul û pêşdaçûyîn eyan nîşan dike, ku şixulê dannasînkirinê ew heye pareke ji nîşana Îsa derheqa rojêd axiriyê. Bêşik, Îsa qebûl dike şixulê peyçûyêd xwe!

Îsa hebûna qîmet daye rûnkiriyêd xwe, ev heye cabdariya ferze dannasînkirinê (Binihêre abzasa 10)

AXA WÊ KENGÊ BÊ?

11. Em ji ku zanin wekî Îsa wê wedê tengasiya mezin bê?

11 Îsa got: “Pey gelek wextra axayê wan xulama hat û xwest heqhesabê xwe tevî wan rast ke” (Metta 25:19). Axa, dêmek Îsa wê ewê yekê bike pêşiya xilaziya tengasiya mezin. Em ji ku zanin? Di pêxembertiya Îsaye Metta serê 24 û 25-da, Îsa gelek car got wekî ew tê. Mesele, ewî got ku meriv “bibînin Kurê Însan li ser ewrêd ezmên . . . tê”. Ew heye wedê tengasiya mezin çaxê Îsa dîwana meriya bike. Ewî usa jî pêşda peyçûyêd xwera yêd ku di rojêd axiriyêda dijîn, got wekî hişyar bimînin. Ewî got: “Hûn nizanin Xudanê weyê kîjan rojê bê” û usa jî got ku “Kurê Însan wê siheteke usada bê, ku hûn ne çevnihêrî ne” (Metta 24:30, 42, 44). Dêmek di vê metelokêda, Îsa dîsa derheqa wî wedeyî got, çaxê ku ew bê, dîwana meriya bike û qira dinya Şeytan bîne. g (Binihêre spartin.)

12, 13. a) Axa çi gote du xulamêd xwe û çira? b) Rûnkirî kengê wê mora xweye xilaziyê bistînin? (Binihêre usa jî çargoşe “ Rastkirina Heqhesab Wedê Mirinê”) c) Ewêd ku alî rûnkiriya dikin, wê çi xelatê bistînin?

12 Çaxê axa ji rêwîtiya xwe hat, ewî dît ku ev xulamê pênc telant dayê ducar zêde kiriye, û ewê ku du telant dayê ewî jî ducar zêde kiriye. Axa gote wan: “Eferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştêd hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta” (Metta 25:21, 23). Lê Axa, dêmek Îsa, wê çi bike di axiriyêda çaxê ew bê?

13 Pêşiya tengasiya mezin, Xwedê wê wan rûnkiriyara yêd ku gelek dixebitin, û niha ser erdê ne, qebûlkirina xweye xilaziyê bide kifşê. Dêmek ewana wê mora xilaziyê bistînin (Eyantî 7:1-3). Paşê, pêşiya Harmegedonê, Îsa wê wana sax ke bona jîyîna ser ezmana, û bi vê yekê wana xelat ke. Lê çi em dikarin bêjin derheqa wan, yêd ku alî rûnkiriya dikin di şixulê dannasînkirinêda, lê gumana wan jîyîna ser erdê ye? Ewana wê bêne hesabkirinê ça pez. Û xelata wan ew be, ku bijîn ser erdê bin hukumtiya Padşatiya Xwedê (Metta 25:34).

XULAMÊ XIRAB Û TEMBEL

14, 15. Gelo Îsa got ku gelek ji rûnkiriya wê bibine xirab û tembel? Şiroveke.

14 Di metelokêda usa jî tê gotinê derheqa xulamê ku tenê telantek stand. Ewî telant neda xebatê, û zêde nekir. Dewsê ewî ew pere veşart. Axa gote xulamê xwe, ku ew xulam xirab û tembel e. Ewî ew telant ji xulamê xirab stand û da xulamê pêşin. Paşê axa ev xulamê xirab avîte “teriya derva”, û ew xulam berxweket û digiriya (Metta 25:24-30; Lûqa 19:22, 23).

15 Çaxê Îsa got ku yek ji wan sê xulama wê xirab û tembel be, gotina wî ew nîbû ku ji sê rûnkiriya yek, wê xulamekî usa be. Em evê yekê zanin ji beramberîkirina du metelokêd din. Di meteloka xulamê amin û serwaxtda, derheqa xulamê zulm Îsa got, yê ku pey xulamêd din diket. Lê gotina Îsa ew nîbû, wekî yêd ku pareke ji xulamê amin û serwaxt in, wê bibine zulm. Dewsê, ewî rûnkirî şîret kirin, wekî nebibne mîna wî xulamê zulm. Paşê di meteloka deh qîzêd bikirda Îsa kifş kir pênc qîzêd bikire bêfem. Ewî ne got ku nîvê rûnkiriya wê bibine bêfem. Dewsê, Îsa pêşda gote wan wekî wê çi biqewime heger ewana hazir û hişyar nîbin. h (Binihêre spartin.) Usa jî di meteloka derheqa telanta, Îsa nedixwest bigota ku gelek ji rûnkiriya wedê rojêd axiriyê wê bibine xirab û tembel. Îsa pêşda gote rûnkiriya wekî ewana nebine mîna xulamê xirab, lê berdewan kin gelek bixebitin di şixulê dannasînkirinêda (Metta 25:16).

Îsa hemû şagirtêd xwe, yêd ku gelek dixebitin di şixulê dannasînkirinêda wê xelat ke

16. a) Em çi du dersa hîn dibin ji meteloka derheqa telanta? b) Ewê têmayê ça alî me kir, wekî fem kin meteloka derheqa telanta? (Binihêre usa jî çargoşe “ Em Gerekê Ça Fem Bikin Meteloka Derheqa Telanta?”)

16 Em çi du dersa hîn dibin ji meteloka derheqa telanta? Ya ewlin, Îsa hebûka qîmet daye rûnkiriyêd xwe, ev heye cabdariya ferze dannasînkirinê û hazirkirina şagirta. Ya duda, Îsa ji me hemûya hîviyê ye, wekî gelekî bixebitin di şixulê dannasînkirinêda. Hergê em bi dil û can evî şixulî dikin, hindava Îsada guhdar û amin dimînin, em dikarin sed selefî bawer bin ku ew wê eseyî me xelat ke! (Metta 25:21, 23, 34).

a Di jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya 15 Tîrmehê, sala 2013, rûpêla 21-22, abzasa 8-10-da, tê şirovekirinê ku kê ye xulamê amin û serwaxt.

b Di gotara dudada ji vê jûrnalê, hatibû şirovekirinê ku kê ne qîzêd bikir.

c Meteloka derheqa pêz û bizina hatibû şirovekirinê di “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Cotmehê, sala 1995, rûpêla 23-28, û di têma dinda jî ji vê jûrnalê.

e Wedê Îsa telantek gele perê bû, lazim bû xebatçî 20 sala bixebitiya seva telantek bistanda.

f Pey mirina şandiyara, di civatada miqabilîbûn bela bû. Nava gelek qirnada, şixulê dannasînkirinê hindik dihate kirinê. Lê wedê “dirûtinê”, dêmek wedê rojêd axiriyê, şixulê dannasînkirinê gerekê dîsa destpêbûya (Metta 13:24-30, 36-43). Binihêre jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya 15 Tîrmehê, sala 2013, rûpêla 9-12.

h Binihêre têma “Gelo Hûnê ‘Hişyar Bimînin?’”, ji vê jûrnalê abzasa 13.