Hertim Îtbariya Xwe Yahowa Bîne!
“Her tim bi wî bawer bibe!” (ZEBÛR 62:8).
1-3. Çira Pawlos dudilî nedibû ku dikare îtbariya xwe Yahowa bîne? (Binihêre şikilê ewlin.)
HERGÊ tu mesîhiyê di qirna yekêda Romêda bûyayî, teyê wedekî gelek xofda bijîta. Romayî bi zulmî pey Mesîhiya diketin. Wana şer davîtine mesîhiya, yan çi agir Romê xistine û usa dikirin ku meriv wana nefret kin. Gelek xûşk birêd te hatine girtinê. Hinek ji terewila didane veçirandinê. Hinek jî stûnava mix dikirin û agir berî wan didan seva ku şevê bibe ronayî. Her roj teyê bizanibûya ku ew yek dikare serê te jî biqewime.
2 Wan wedê gelek çetinda, Pawlosê şandî kete kelê. Dibek ew dişirmîş dibû ku gelo birêd wîye Mesîhî wê bêne hewara wî, çimkî hate bîra wî ku berê tu kesî alî wî nekir. Lê Yahowa bi Îsa alîkarî da Pawlos. Ewî nivîsî: “Lê Xudan tevî min sekinî û qewat da min”. Îsa qewat da Pawlos, çi ku wîra lazim bû. Pawlos hela dîsa nivîsî ku ew “ji devê şêr” xilaz bû (2 Tîmotêyo 4:16, 17). a (Binihêre spartin.)
3 Pawlos dianî bîra xwe ku berê Yahowa ça alî wî dikir. Lema jî ewî bawer dikir, wekî Yahowa wê qewatê bide wî, çi ku wîra lazim e seva teyax ke wê derecêda usa jî derecêd axiriyêye çetinda. Ewî usa qayîm bawer dikir, ku nivîsî: “Xudan wê min ji her kirêd xirab xilaz ke” (2 Tîmotêyo 4:18). Pawlos hîn bibû ku çaxê birêd wî nikaribûn alî wî bikirana, ewî dikaribû îtbariya xwe Yahowa û Îsa bîne, wekî wê alî wî bikin. Wê yekêda ew tu car dudilî nedibû.
MECELÊD KU ÎTBARIYA XWE YAHOWA BÎNÎ
4, 5. a) Kê dikare timê alîkariya lazim bide te? b) Ça tu dikarî heleqetiya xwe tevî Yahowa qewî kî?
4 Qe problêma teye usa çetin hebûye ku kesekî nikaribûye alî te bike? Dibek te xebata xwe unda kir, yan jî mektebêda zorbetî hebû. Dibek tu nexweş bûyî yan jî çetinayêd teye din hebûn. Dibeke te ji hineka alîkarî xwestiye, lê wana nikaribûne usa alîkariyê bidine te ça ku tera lazim bû. Rast e, hene problêm ku meriv nikarin safî kin. Hingê tu çi dikarî bikî? Kitêba Pîroz mera dibêje wekî îtbariya xwe Yahowa bînin (Metelok 3:5, 6). Lê tu dikarî bawer bî wekî ew wê alî te bike? Belê! Em dikarin ji Kitêba Pîroz derheqa gelek mesela bixûnin, kîjan ku me didine bawerkirinê wekî Yahowa rastî jî alî cimeta xwe dike.
Çetinayî mecalê didine me, wekî bi temamî îtbariya xwe Yahowa bînin
5 Hêrs nekeve çaxê meriv alîkariya usa nadine te ça ku tera lazim e. Dewsê, mîna Pawlos, çetinayêd xwe hesab ke ça mecal, ku bi temamî îtbariya xwe Yahowa bînî. Ew usa jî mecal e ku di emirê xweda bivînî, çawa ew bona te xem dike. Axiriyê, îtbarî û heleqetiya te hindava Yahowa wê hê qewî be.
ÎTBARIYA XWE YAHOWA BÎNIN GELEK FERZ E
6. Çira dikare çetin be îtbariya xwe Yahowa bînin çaxê problêma meye çetin heye?
6 Dibeke problêmeke teye çetin heye, ji bo kîjanê tu dilteng dibî. Te seva wê problêmê hemû tişt kiriye çi ku karibûye, û bona alîkariyê Yahowara dua kiriye. Lê paşî wê yekê, tu dikarî dilrihet bî û bawer bî wekî ew wê alî te bike? Belê tu dikarî! (Bixûne Zebûr 62:8; 1 Petrûs 5:7.) Hergê tu dixwazî wekî heleqetiya baş orta te û Yahowada hebe, gelek ferz e wekî hîn bî îtbariya xwe wî bînî. Lê ew yek hêsa nîne. Gelo çira? Menî ew e, ku Yahowa dibek derbêra caba duayêd te nade (Zebûr 13:1, 2; 74:10; 89:46; 90:13; Hebaqûq 1:2).
Yahowa Bavê meyî li ezmana me hiz dike û zane çi mera lazim e
7. Çira cara Yahowa derbêra caba duayêd me nade?
7 Çira cara Yahowa derbêra caba duayêd me nade? Kitêba Pîroz dibêje ku Yahowa bavê me ye, lê em zarêd wî ne (Zebûr 103:13). Mesele, bav hemû tiştî nade zara xwe çi ku ew dixwaze, yan jî hema derbêra nadê. Bav zane ku zar dikare nişkêva tiştekî bixwaze, lê paşê îda ne jî bixwaze. Cara bav xwestina zarê qe nayne sêrî, çimkî zane wekî ew yek karê nayne ne zarêra na jî merivêd dinra. Ew zane zara wî hewcê çi ye û kengê gerekê bistîne. Hergê bav derbêra bide zarê çi ku ew dixwaze, usa wê bav zarêra bibe xulam. Yahowa bavê meyî li ezmana, me hiz dike. Çawa Efirandarê bîlan, ew zane çi mera lazim e û ew safî dike ku kengê hê baş e bide me çi ku me ji wî xwastiye. Ya lape baş ew e ku em hîviyê bin û bivînin cabêd Yahowa ser duayêd me (Beramber kin Îşaya 29:16; 45:9).
8. Yahowa çi soz dide derheqa wê yekê ku em çiqasî dikarin teyax kin?
8 Bîra xweda xwey ke, ku Yahowa zane her kes çiqas dikare bike û çiqas dikare teyax ke (Zebûr 103:14). Ew qewata lazim dide me. Rast e cara me tirê îda çare tune. Lê Yahowa soz dide ku hergê çetin e em cêribandinêda teyax kin, ew wê “delîlekê jî bike”. (Bixûne 1 Korintî 10:13.) Çaxê em zanin ku Yahowa zane em çiqasî dikarin teyax kin, ew yek me dilrihet dike.
9. Em çi gerekê bikin hergê Yahowa derbêra caba me nade çaxê em alîkariyê wî dixwazin?
9 Hergê em Yahowara dua dikin bona alîkariyê, lê ew derbêra caba me nede, werên em sebir kin. Bîra xweda xwey ke wekî Yahowa dixwaze alî me bike, lê ew bi sebir hîviya wedê baş e wekî hingê bide me çi ku mera lazim e. Kitêba Pîroz mera dibêje: “Bona ku Xudan xêrê li we bike, wê bisekine [hîviyê be], û bona ku dilê wî bi we bişewite, wê bilind bibe; ji ber ku Xudan, Xwedayê dadiyê [heqiyê] ye, xwezî li hemûyên ku li benda [hîviya] wî ne!” (Îşaya 30:18)
“DEVÊ ŞÊR”
10-12. a) Kîjan çetinayî dikarin hebin çaxê miqatî neferê xweyî nexweş dibin? b) Çaxê tu îtbariya xwe Yahowa tînî wedê çetinaya, ça ew yek hukum dibe ser heleqetiya te tevî Yahowa? Meselê bîne.
10 Dibek dereca te haqas çetin e ku tu xwe mîna Pawlos texmîn dikî û lazim e wekî ji “devê şêr” xilaz bî (2 Tîmotêyo 4:17). Wedê wê çetinayê, gelek ferz e wekî îtbariya xwe Yahowa bînî. Mesele, dibek tu miqatî neferê xweyî nexweş dibî. Te Yahowara dua kiriye bona alî te bike wekî safîkirina rast bikî û qewî bî. b (Binihêre spartin.) Paşî wê yekê, tu dilrihetiyê texmîn dikî çaxê zanî ku Yahowa te divîne û halê te fem dike. Û ew wê alî te bike wekî sebir kî û amin bimînî (Zebûr 32:8).
Bawer ke wekî Bavê teyî li ezmana dikare qewatê bide te, ku bi aminî gura wî bikî
11 Cara dibeke nayê kifşê wekî Yahowa alî te dike. Dibek tu û hekîm tiştekîda hevra nerazî ne. Yan gumana te ser kê ye ku wê ber dilê teda bên, dewsê ewana şixulê te hê xirab dikin. Timê îtibariya xwe Yahowa bîne, ku wê qewatê bide te. Nêzîkî wî be. (Bixûne 1 Samûyêl 30:3, 6.) Axiriyê, çaxê tu bivînî ku Yahowa ça alî te kir, heleqetiya te wê tevî wî qewî be.
12 Werên em binihêrin mesela Lîndayê. c (Binihêre spartin.) Ewê gelek wede bona dê-bavê xem dikir, û heta mirina wan miqatî wan bû. Ew dibêje: “Vê derecêda, malxê minra, birê minra, û minra gelek car çetin bû bizanibin çi bikin. Me xwe bêalîkarî texmîn dikir. Çaxê em bona berê dişirmîş dibin, em hê zelal divînin ku çawa Yahowa tevî me bû. Ewî em qewî dikirin û dida me çi ku mera lazim bû, hela hê wî çaxî jî ku me tirê îda çare tune”.
13. Randayê ku îtbariya xwe Yahowa dianî, evê yekê ça alî wê kir ku ber kul-derda teyax kir?
13 Çaxê em bi temamî îtbariya xwe Yahowa tînin, ew yek alî me dike hela hê ber kul-derdêd giran jî teyax kin. Were binihêrin mesela Randayê. Mêrê wê Şedê Yahowa nîbû û ew ji wê qetiya. Wî wedê çetinda ew pêhesiya ku birê wê bi nexweşîke giran nexweş e. Paşê, çend meh derbaz bûn, jina birê wê mir. Paşê wede derbaz bû û Randayê texmîn kir ku ew ser xweda hatiye, û ewê destpêkir ça pêşeng qulix ke. Paşê jî diya wê mir. Lê Randayê ça teyax kir ber wan kul-derda? Ew gilî dike: “Min her roj tevî Yahowa xeberdida, hela hê derheqa pirsêd biçûk jî. Bi wê yekê Yahowa bona min rêalî bû. Ewê yekê ez hîn kirim, wekî gumana xwe bidime ser Yahowa, ne ku ser xwe yan jî ser yekî din. Alîkariya wî rêalî bû, çimkî ez hewcê çi jî bûma min gişk distand. Axiriyê, min ser xwe texmîn kir ku ça bêjî destê min destê Yahowada ye”.
14. Ça Yahowa dikare alî te bike hergê nefereke mala te ji civatê hatiye derxistinê?
14 Bifikire ser çetinayîke din. Dibeke kesek ji malbeta te ji civatê hatiye derxistinê. Tu ji Kitêba Pîroz rind zanî, ku gerekê çawa bin hindava merivêd ji civatê hatiye derxistinê (1 Korintî 5:11; 2 Yûhenna 10). Lê çimkî tu ewî merivî hiz dikî, tu dibek texmîn kî ku zef çetin e yan jî nikarî ewê temiya ji Kitêba Pîroz biqedînî. Gelo tu bawer dikî wekî Bavê teyî li ezmana dikare qewatê bide te, ku bi aminî gura wî bikî? Gelo tuyê ser vê derecê usa binihêrî, ku ew mecal e wekî tevî Yahowa nêzîk bî?
15. Çira Adem guhdariya Yahowa nekir?
15 Em ewê derecê ça dikarin beramber kin tevî dereca merivê pêşin Adem? Ewî bawer dikir hergê ew gura Xwedê neke, wê berdewan ke bijî? Na, Adem “nexapiya” (1 Tîmotêyo 2:14). Lê çira ewî gura Yahowa nekir? Adem êmîşê ku jina wî da wî, xwar çimkî ewî jina xwe hê zêde hiz dikir ne ku Yahowa. Ewî dewsa ku guh bida temiya Yahowa, gura jina xwe kir (Destpêbûn 3:6, 17).
16. Hizkirina me hindava kê gerekê qewî be, û çira?
16 Safîkirina Adem mera dibe ders wekî em gerekê Yahowa hê zêde hiz bikin ne ku kesekî din. (Bixûne Metta 22:37, 38.) Û hergê hizkirina me hindava Yahowa qewî ye, wî çaxî em dikarin bi cûrê lapî baş alî merivêd xweyî nêzîk bikin, firqî tune ewana Yahowara qulix dikin yan na. Tu berdewan ke hizkirin û baweriya xwe hindava Yahowa mezin ke. Hergê jî tu berxwedikevî seva neferê xweyî ku ji civatê hatiye derxistinê, Yahowara dua bike û gilî ke hemû tiştî çi ku dilê teda heye. d (Binihêre spartin.) (Romayî 12:12; Fîlîpî 4:6, 7) Hergê paşî wê yekê jî dîsa tera çetin e, ser vê derecê binihêre çawa mecal seva ku qewî kî heleqetiya xwe tevî Yahowa. Paşê tuyê bikaribî îtbariya xwe wî bînî û bizanibî ku hergê tu gura wî bikî axiriyêda tê kareke baş bistînî.
ÇAXÊ EM HÎVIYÊ NE
17. Hergê em berdewan kin şixulê dannasînkirinêva mijûl bin, em çi gerekê bawer kin?
17 Çira Yahowa Pawlos ji “devê şêr” xilaz kir? Pawlos dibêje: “Wekî pê min Mizgînîdayîn miyaser be” (2 Tîmotêyo 4:17). Yahowa mera jî şixulê dannasînkirina “mizgîniya xêrê” da, û ew me nav dike ça hevalxebatkarê xwe (1 Têsalonîkî 2:4; 1 Korintî 3:9). Hergê em berdewan kin ewî şixulîva mijûl bin, em dikarin sed selefî bawer bin, ku Yahowa wê bide me çi ku em hewce ne (Metta 6:33). Û wê mera hêsa be ku hîviyê bin heta Yahowa caba duayêd me bide.
18. Çawa tu dikarî hê zêde baweriya xwe Yahowa bînî û heleqetiya tevî wî hê qewî kî?
18 Her roj bixebite wekî heleqetiya xwe tevî Yahowa qewî kî. Çaxê tu rastî tengasiyê têyî û berxwedikevî, ewê yekê bide xebatê ça mecal ku nêzîkî Yahowa bî. Bixûne, lêkolîn ke, û bifikire ser Xebera Xwedê, dêmek Kitêba Pîroz. Berdewan ke dua bike û qulixkirinêva mijûl be. Hergê tu wan hemû tişta bikî, tu dikarî bawer bî ku Yahowa wê alî te bike ku teyax kî ber hemû çetinayêd xwe, çawa niha usa jî axiriyê.
a Pawlos dibeke bi rastiyê ji şêr xilaz bû yan jî ji dereca xof.
b Gotarêd hatine neşirkirinê wekî alî Mesîhiya bikin seva teyax kin ber nexweşiya û alî wan bikin yêd ku miqatî nexweşa dibin. Binihêre “Hişyar Bin” ya 8 Sibatê, sala 1994; 8 Sibatê, sala 1997; 22 Gulan, sala 2000; û 22 Çile, sala 2001.
c Nav hatine guhastinê.
d Hene gotarêd ku hatine neşirkirinê seva alî me bikin, çaxê kesek ji neferê me Yahowa hîştiye. Binihêre “Birca Qerewiliyê” ya 1 Îlonê, sala 2006, rûpêla 17-21, û 15 Çile, sala 2007, rûpêla 17-20.