Rûspî Ça Birêd Din Hîn Dikin wekî Ewana Hînkirî bin
“Û ew tiştêd ku te . . . ji min bihîst, bispêre wan merivêd amin” (2 TÎMOTÊYO 2:2).
1. a) Cimeta Yahowa çi zanibûn derheqa hînkirina yêd din, û roja îro em ça ser wê yekê dinihêrin? b) Di vê têmayêda emê çi pêbihesin?
CIMETA Yahowa timê zanibûne ku yêd din hîn kin ew gelek karê tîne. Mesele, Birahîm “xulamêd xwey hînkirî” ku şerkirinêda cêribandî bûn, top kir seva ku Lût xilaz kin (Destpêbûn 14:14-16). Wedê Dawid Padşa, dengbêj hatibûn hînkirinê wekî kilamêd bona rûmetkirina Yahowa bistirên (1 Dîrok 25:7). Îro em miqabilî Şeytan û dinya wî diçin (Efesî 6:11-13). Em usa jî gelek dixebitin ku hurmet kin Yahowa, bi vê yekê ku derheqa navê wî meriyara gilî dikin (Îbranî 13:15, 16). Hergê em dixwazin pêşdaçûyî bin em gerekê hînkirî bin çawa cimeta Xwedêye berê. Di civatêda, Yahowa borcdarî da rûspiya wekî yêd din hîn kin (2 Tîmotêyo 2:2). Lê rûspî kîjan mêtoda didine xebatê wekî cimeta Yahowa hîn kin?
QEWÎ KE HIZKIRINA ŞAGIRT HINDAVA YAHOWA
2. Rûspî pêşiya ku şagirt tiştêd teze hîn ke, çi dikare bike, û çira?
2 Em dikarin rûspî beramber kin tevî merivê ku diçîne. Ew meriv pêşiya ku biçîne, tiştêd bona xaliyê kêrhatî dike nava xaliyê, bi vê yekê şînkayî rind û qewî şîn dibe. Usa jî rûspî pêşiya ku tiştêd teze şagirta hîn ke, ew dikare tevî wî şiroveke wan prînsîpêd Kitêba Pîroz, kîjan ku wê alî wî bikin, wekî ew hazir be bide xebatê çi ku hîn dibe (1 Tîmotêyo 4:6).
3. a) Rûspî ça dikare giliyê Îsa ji Marqos 12:29, 30 bide xebatê wedê xeberdana tevî şagirt? b) Ça duayê rûspî dikare ser şagirt hukum be?
3 Ferz e ku têderxî rastî ça hukum dibe ser hest û fikirêd şagirt. Tu dikarî ji wî bipirsî ku ça tesmîlbûna wî Yahowara, hukum bû ser safîkirinêd wî di emirda. Bi vê pirsê dikare xeberdan here derheqa wê yekê ku ew ça dikare Xwedêra qulix ke bi temamiya dilê xwe. (Bixûne Marqos 12:29, 30.) Dibek tuyê bixwazî dua jî bikî tevî wî û ji Yahowa ruhê pîroz hîvî kî, kîjan ku lazim e wîra bona hînbûna wî. Şagirt çaxê duayê te bibihê, wê hêlan be ku hê zêde bike!
4. a) Meselêd ji Kitêba Pîroz bînin, kîjan ku dikarin alî şagirt bikin wekî pêşda here. b) Çi nêta rûspiya gerekê hebe çaxê yêd din hîn dikin?
4 Çaxê cara pêşin destpêdikî hîn kî, hê baş e derheqa meselêd ji Kitêba Pîroz tevî wî şêwir kî, wekî ew fem ke çiqas ferz e komekdar be, kêrhatî be û milûk be (1 Padşatî 19:19-21; Nehemiya 7:2; 13:13; Karêd Şandiya 18:24-26). Ew hunur haqas ferz in, çiqas tiştêd kêrhatî bona xaliyê. Ew wê alî wî bikin wekî mezin be, dêmek zû pêşda here. Jan-Klod, rûspî ji Fransayê gilî dike ku çaxê şagirt hîn dike, nêta wî ew e, wekî alî şagirt bike ku safîkirina, bi prînsîpêd Kitêba Pîroz bike. Ew dibêje: “Ez mecalê digerim, wekî em tevayî bixûnin rêzêd usa ku çevê şagirt vekin, seva ew bivîne tiştêd baş ji Xebera Xwedê” (Zebûr 119:18). Rûspî dîsa çi cûreyî dikare şagirt qewî ke?
ŞÎRET KE KU ÇI NÊTA BIDE PÊŞIYA XWE Û ŞIROVEKE ÇIRA
5. a) Çira ferz e tevî şagirt derheqa nêta xeber dî? b) Çira rûspî gerekê hîn ke wan bira kîjan hê cahil in? (Binihêre spartin.)
5 Ji şagirt bipirse hela çi nêtêd wî hene hindava qulixkirina Yahowara. Hergê nêtêd wî tunene, alî bike ku ew nêtêd usa bide pêşiya xwe, ku ew bikaribe bigihîjê. Bi şabûnê gilî ke, çaxê wîra gilî dikî ku çi nêta te hebû, û tu çiqas şabûyî çaxê gihîştî nêta xwe. Ew mêtod hêsa ye, lê gelek kêrhatî ye. Vîktor rûspî û pêşeng ji Afrîkayê dibêje: “Çaxê ez cahil bûm, rûspî hine pirs da min derheqa nêtêd min. Wan pirsa alî min kirin ku ez rast binihêrim ser qulixkirina xwe”. Rûspiyêd cêribandî dibêjin, ku ferz e bira bêne hînkirinê çaxê hê cahil in. Tu dikarî hine şixul bidî, anegorî salê wan. Hergê bira cahiltiya xweda têne hînkirinê, ew yek dikare alî wan bike. Lê ça? Çaxê ewana mezin bin jî, wê hiş-aqilê xwe bidine ser nêtêd xwe, hela hê cêribandinada jî. (Bixûne Zebûr 71:5, 17.) a (Binihêre spartin.)
6. Îsa kîjan mêtoda ferz daye xebatê seva yêd din hîn ke?
6 Seva ku şagirt hêlan kî qulix bike, tu gerekê ne ku tenê jêra bêjî çi bike, lê hê zêde. Tu usa jî gerekê şirovekî, wekî çira ferz e ewî şixulî bikin. Mamostayê Lapî Mezin Îsa, gote şagirtêd xwe wekî ewana dannasîn kin. Lê berê ewlin, ewî wanra şirovekir ku çira ewana gerekê gura wî bikin. Ewî got: “Hemû hukumê erd û ezmên minra hate dayînê. Niha herin hemû mileta hîn kin û wana bi navê Bav, Kur û ruhê pîroz binixumînin” (Metta 28:18, 19). Lê ça rûspî dikarin çev bidine Îsa di mêtoda hînkirinêda?
7, 8. a) Rûspî ça dikarin çev bidine Îsa di hînkirinêda? b) Çira lazim e payê şagirt bidin? c) Kîjan şîret wê alî rûspiya bikin çaxê yêd din hîn dikin? (Binihêre çargoşe “ Çawa Birêd Din Hîn kin”.)
7 Çaxê tu ji bira hîvî dikî wekî şixulekî bike, wîra ji Kitêba Pîroz şiroveke ku çira ew şixul ferz e. Usa, tu wî hîn dikî ku ew ji bo prînsîpêd Kitêba Pîroz şixul bike, ne ku ji bo temiya. Mesele, hergê tu ji bira hîvî kî wekî ber derê Oda Civatê temiz xwey ke û xem ke seva bêxofiyê, tu dikarî wîra bixûnî Tîto 2:10. Û şiroveke ku ji bo wî şixulî, wê ça mizgîniya xêrê merivara hê zêde hewas be. Usa jî şagirt hêlan ke wekî dişirmîş be derheqa merivêd mezin di civatêda û ça ew şixul wê karê bide wan. Xeberdana usa wê alî şagirt bike ku hîn be hê zêde dişirmîş be derheqa meriva ne ku ser temiya. Çaxê ew bivîne ku ça xûşk û bira karê distînin ji wî şixulî, ew wê şabûnê bistîne çimkî bona yêd din xem dike.
8 Usa jî payê şagirt bide, wekî ew şîretêd te hildide. Çira ew yek ferz e? Çawa ku av lazim e seva ku şînkayî rind şîn be û geş be, usa jî çaxê tu payê şagirt bidî, ew wê qulixkirinêda pêşda here. (Beramber kin Metta 3:17.)
ÇETINAYÊD DIN
9. a) Çira di welatêd dewletîda rûspiyara dikare çetin be wekî birêd din hîn kin? b) Çira emirê hine birada qulixkirina Yahowara nakeve ciyê pêşin?
9 Di welatêd dewletîda rûspiyara dikare çetin be wekî birêd ku weke 20 yan 30 salî ne, hêlan kin wekî di civatêda hê zêde bikin. Rûspiyêd cêribandî weke 20 welatada, gilî kirin ku çira ewana dişirmîş dibin wekî hine birêd cahil naxwazin hê zêde şixul di civatêda bikin. Heçî zef ji wana gotin ku hine bira çaxê cahil bûne, dê-bavê wan ewana hêlan nekirine wekî nêtêd ruhanî daynin pêşiya xwe. Û çaxê ew birêd cahil dixwazin hê zêde bikin, dê-bavê wan wana bona nêtêd din hêlan dikin, mesele xwendina bilind yan jî karîêra! Û usa, qulixkirina Yahowara di emirê wanda tu car nakeve ciyê pêşin (Metta 10:24).
10, 11. a) Ça rûspî dikare alî bira bike wekî ew nihêrandina xwe biguhêze? b) Rûspî kîjan rêza dikare bide xebatê, wekî bira hêlan ke û çira? (Binihêre spartin.)
10 Hergê birara hewas nîne civatêda hê zêde tişt bike, lazim e gelek ser wî bixebitî û sebir kî wekî nihêrandina wî biguhêzî. Lê ew yek dikare bibe. Yê diçîne hergê dixwaze şînkaya wî rast şîn be, ew gerekê pey binihêre û hêdî hêdî çiqil rast ke. Usa jî tu dikarî hêdî-hêdî alî bira bikî, wekî ew têderixe ku wîra lazim e nihêrandina xwe biguhêze wekî di civatêda hê zêde cabdariya hilde. Lê tu ewê yekê ça gerekê bikî?
11 Wede bivîne wekî wîra bibî heval. Wî bide femkirinê wekî ew civatêra lazim e. Paşê, wede derbaz be, tevî wî rûnê û xeber de derheqa wan rêzêd ji Kitêba Pîroz, yêd ku dikarin alî wî bikin wekî ew bifikire derheqa tesmîlbûyîna xwe Yahowara (Waîz 5:4; Îşaya 6:8; Metta 6:24, 33; Lûqa 9:57-62; 1 Korintî 15:58; 2 Korintî 5:15; 13:5). Tu dikarî dilê wî bikirî hergê ji wî bipirsî: “Te çaxê emirê xwe tesmîlî Yahowa kir, te çi soz dabû wî? Ça tu dişirmîş dibî, Yahowa çi texmîn dikir çaxê tu hatî nixumandinê?” (Metelok 27:11) “Lê Şeytan çi texmîn dikir?” (1 Petrûs 5:8) Pirsêd usa dikarin gelek kêrhatî bin û kûr hukum bin ser dilê bira (Bixûne Îbranî 4:12.) b (Binihêre spartin.)
ŞAGIRTNO, AMINIYÊ BIDINE KIFŞÊ
12, 13. a) Êlîşa çawa şagirt, nihêrandina wî çawa bû? b) Ça Yahowa Êlîşa kerem kir ji bo aminiya wî?
12 Gelî birêd cahil, alîkariya we civatêra lazim e! Nihêrandina ça wê alî we bike wekî qulixkirinêda pêşdaçûyî bin? Seva cabê bistînin, were binihêrin hine qewimandinêd berê, ji emirê Êlîşayê şagirt.
13 Weke 3 000 sal pêşda, Êlyas pêxember Êlîşaye cahil teglîf kir wekî bibe alîkarçiyê wî. Êlîşa derbêra qayîl bû û bi aminî şixulê milûkî bona pêxember dikir (2 Padşatî 3:11). Êlyas weke şeş sala Êlîşa hîn dikir. Paşê, çaxê şixulê Êlyas di Îsraêlêda xilaz dibû, pêxember gote Êlîşa, wekî ew dikare îda alî wî neke. Lê Êlîşa sê cara got: “Ez te bernadim”. Ewî xwera qirar kir wekî tevî hînkarê xwe be, heta çiqas dikare. Û Yahowa Êlîşa kerem kir, bi vê yekê ku hîşt wekî ew bivîne ça Êlyas bi firtonê hildikşe li ezmên (2 Padşatî 2:1-12).
14. a) a) Ça îro şagirt dikarin çev bidine Êlîşa? b) Çira bona şagirt ferz e ku ew amin be?
14 Çawa şagirt hûn ça dikarin çev bidine Êlîşa? Çaxê şixul tera didin, derbêra qebûl ke, hela hê wî çaxî jî, çaxê ew şixula nimiz e. Bîra xweda xwey ke, wekî hînkarê te hevalê te ye. Wîra bêje wekî tu dişêkirînî çi ku ew bona te dike, û wîra nîşan ke, wekî tu dixwazî berdewan kî ji wî hîn bî. Û ya lape ferz, di cabdariya xweda amin be. Lê çira ferz e amin bî? Çaxê tu îzbat dikî ku tu amin î û kêrhatî yî, rûspî dikarin bawer bin ku Yahowa dixwaze wekî di civatêda hê zêde cabdariya te hebe. (Zebûr 101:6; bixûne 2 Tîmotêyo 2:2.)
QEDIR HINDAVA RÛSPIYÊD CÊRIBANDÎ
15, 16. a) Êlîşa ça hindava hînkarê xwe qedir nîşan kir? (Binihêre şikilê ewlin.) b) Çira pêxemberêd din îtbariya xwe Êlîşa dianîn?
15 Mesela Êlîşa usa jî nîşan dike, wekî ferz e îro bira qedirê rûspiyêd cêribandî bigirin. Paşî wê yekê çaxê Êlîşa û Êlyas rastî komeke pexemberêd ji Erîhayê hatin, ewana çûne ber çemê Ûrdunê. Paşê “Êlyas cubba [kincê] xwe rahişt û wê li hev da û li avê xist û av bi vî alî û li wî alî bûn du parî”. Ewana her du jî derbazî ciyê ziha bûn, tevayî “dimeşiyan û diaxifîn [xeberdidan]”. Êlîşa rind guhê xwe dida hînkarê xwe, û berdewan dikir ji wî hîn dibû. Êlîşa tu car dişirmîş nedibû ku çiqasî zane bese. Paşê Êlyas bi firtonê hilkişiya li ezmên, lê Êlîşa vegeriya berbi çemê Ûrdunê. Li wê derê ewî kinca Êlyas hilda û avê xist û got: “Xudanê Êlyas Xwedê [Yahowa] li ku derê ye?” Dîsa jî av bû du para (2 Padşatî 2:8-14).
16 We dîna xwe dayê ku keremeta Êlîşaye ewlin hema usa jî bû çawa keremeta Êlyase paşin? Ji wê yekê em çi hîn dibin? Êlîşa tu car dişirmîş nebû wekî çimkî borcdarî îda ser wî ye, ew dikare bi cûrê xwe bike ne ku ça Êlyas dikir. Dewsê, ewî mêtoda Êlyas dida xebatê, û bi wê yekê ewî da kifşê qedir hindava hînkarê xwe, û evê yekê alî pêxemberêd din kir ku îtbariya xwe Êlîşa bînin (2 Padşatî 2:15). Êlîşa weke 60 sala çawa pêxember qulix kir, û Yahowa qewat da wî ku ewî hê zêde keremet bike ne ku Êlyas. Ji wê yekê em çi dersê hîn dibin?
17. a) Şagirt îro ça dikarin çev bidine Êlîşa? b) Axiriyêda, Yahowa ça dikare bide xebatê şagirtêd amin?
17 Çaxê tu di civatêda hê zêde cabdariyê distînî, dişirmîş nebe ku tu gerekê tiştekî lap cûrekî din bikî, ne ku ça dihatê kirinê. Bîra xweda xwey ke, ku mena guhastina, ew heye yan hewcetiya civatê yan jî rêberiya ji teşkîleta Yahowa. Tu gerekê guhastina nekî, seva wê yekê çimkî tu usa dixwazî. Êlîşa mêtoda Êlyas dida xebatê, û ji wê yekê pêxembera îtbariya xwe wî dianîn û ewî da kifşê ku qedirê hînkarê xwe digire. Usa jî tu hergê bidî xebatê mêtoda ser hîmê Kitêba Pîroz, tuyê nîşan kî qedir hindava rûspiyêd cêribandî, û xûşk birêd te jî wê îtbariya xwe te bînin. (Bixûne 1 Korintî 4:17.) Çaxê tu hê zêde cêribandî bî, tuyê bidî xebatê guhastina kîjan ku wê alî civatê bikin wekî pey teşkîleta Yahowa herin, kîjan ku timê pêşda diçe. Axiriyêda, Yahowa çawa ku alî Êlîşa kir dikare alî te jî bike, wekî tu ji hînkarê xwe zêdetir şixulê girîng bikî (Yûhenna 14:12).
18. Çira gelek ferz e wekî di civatada bira hîn kin?
18 Em guman in wekî şîretêd ji vê têmayê û ji têma pêşiyê, wê hê zêde rûspiya hêlan kin, ku wede bivînin birêd din hîn kin. Em dua dikin wekî hê zêde bira hazir bin ku hîn bin, û çi ku hîn bin bidine xebatê seva miqatî cimeta Yahowa bin. Ew yek wê civatêd ser temamiya dinyayê qewî ke û alî me her kesî bike, wekî amin bimînin wedê rojêd çetin ku wê bên.
a Hergê birê cahil gihîştî ye, milûk e û hunurêd wîye din jî hene kîjan ku ferz in di qulixkirina civatêda, rûspî dikarin safî kin wekî wî kifş kin ça berdestiyê civatê, hela hê çaxê ew hê 20 salî nîne. (1 Tîmotêyo 3:8-10, 12; binihêre “Birca Qerewiliyê” ya 1 Tîrmehê, sala 1989 rûpêla 29.)
b Tu usa jî dikarî bidî xebatê fikirêd ji “Birca Qerewiliyê”, ya 15 Nîsanê, sala 2012, rûpêla 14-16, abzasêd 8-13; û kitêba “Xwe Nava Hizkirina Xwedêda Xwey ke”, serê 16, abzasêd 1-3.