Çev Bide Wî Kê Emirê Heta-Hetayê Soz Dide
“Çev bidine Xwedê, çawa zarêd hizkirî” (EFESÎ 5:1).
1. Kîjan fereset alî me dike wekî çev bidine Yahowa?
YAHOWA feresetekî usa daye me, ku em dikarin hestêd meriva fem kin, hela hingê jî, çaxê em neketine dereca wan. (Bixûne Efesî 5:1, 2.) Lê ew fereset ça dikare alî me bike, wekî em çev bidine Yahowa? Û ça em dikarin ewî feresetî bi bîlanî bidine xebatê?
2. Yahowa çi ser xwe texmîn dike çaxê em diçerçirin?
2 Yahowa mera soz dide axiriya bextewar û bêtengasî. Rûnkirî hîviyê ne jîyîna heta-hetayê ser ezmana bistînin û “pezêd din” jîyîna ser erdê (Yûhenna 10:16; 17:3; 1 Korintî 15:53). Lê niha çaxê em dikevine tengasiyê, Yahowa fem dike ku em çi halîda nin. Berê jî, Yahowa halê cimeta xwe fem dikir û berxwediket çaxê ewana Misirêda diçerçirîn. Kitêba Pîroz dibêje ku ew bona wan “eciz bû” (Îşaya 63:9). Paşê, çaxê cimeta wî paristgeh tezeda ava dikir û dijminêd xwe ditirsiyan, Yahowa hestêd wan fem dikir. Ewî gote wan ku yê destê xwe bide wan, destê xwe dide bîboka çevê wî (Zekerya 2:8). Çawa ku hizkirina dê heye hindava zara, usa jî hizkirina Yahowa heye hindava qulixkarêd wî û ew dixwaze alî wan bike (Îşaya 49:15). Çaxê em meriva fem dikin ku ewana çi texmîn dikin, û xwe didine dewsa wan, bi wê yekê em hizkirinêda çev didine Yahowa (Zebûr 103:13, 14).
ÎSA ÇEV DIDA YAHOWA Û MERIV HIZ DIKIRIN
3. Îsa ça bû hindava meriya?
3 Îsa çaxê tengasiya meriva didît, ewî rind halê wan fem dikir, rast e ew tu car dereca wanda jî nîbû. Mesele, ewî zanibû ku emirê gelek meriva çetin bû. Serwêrêd rêlîgiyayê ewana dixapandin û gelek qanûnêd usa çêdikirin, ku ne ji Xwedê bûn. Meriv ji serwêrêd rêlîgiyayê ditirsiyan (Metta 23:4; Marqos 7:1-5; Yûhenna 7:13). Rast e Îsa ji wan neditirsiya û tu car derewêd wan bawer nedikir, lê yeke ewî dikaribû hestêd meriva fem ke. Dilê Îsa dêşiya çaxê ewî didît, ku ewana hindava meriva çi cûreyî ne. Meriv bêalîkarî bûn, çawa “pezê bê şivan” (Metta 9:36). Îsa ji Bavê xwe hîn bû meriva hiz bike û “dilovan û keremdar” be (Zebûr 103:8).
4. Çaxê Îsa didît ku meriv tengasiyêda nin, ewî çi dikir?
4 Çaxê Îsa didît ku meriv diçerçirin, alî wan dikir çimkî ewî ewana hiz dikirin. Ew xût mîna Bavê xwe bû. Mesele, carekê Îsa û şagirtêd wî paşî dannasînkirina riya dirêj, westiyayî bûn û dixwastin ku cîkî bivînin hêsa bin. Lê Îsa gelek meriv dîtin ku hîviya wî bûn. Ewî fem dikir ku wanara alîkariya wî lazim e, û rast e ew gelek vestiyayî bû, ewî “destpêkir gelek tişt ew hîn kirin” (Marqos 6:30, 31, 34).
BI HIZKIRIN BE ÇAWA YAHOWA
5, 6. Hergê em dixwazin mîna Yahowa bi hizkirin bin, em çi gerekê bikin? Meselekê bîne. (Binihêrin şikilê ewlin.)
5 Em çi gerekê bikin hergê em dixwazin mîna Yahowa bi hizkirin bin? Bifikire derheqa vê derecê. Birakî cahil navê wî Alan e. Ew dişirmîş dibe derheqa birakî emirda mezin ku çetin rê diçe û çevada belengaz e. Alan dişirmîş dibe ser van giliyêd Îsa: “Çawa hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanra bikin” (Lûqa 6:31). Paşê Alan pirsê dide xwe: “Ez çi dixwazim meriv bona min bikin?” Ew difikire: “Mesele, ez dixwazim wekî tevî min top bilîzin”. Lê ew birê emirda mezin nikare bireve û top bilîze. Dêmek, wê rast be hergê Alan pirsa usa bide xwe: “Hergê ez dewsa wî birê emirda mezin bûma, minê çi bixwasta wekî meriva bona min bikirana?”
6 Rast e Alan hê cahil e, lê ew dixebite wekî bide ber çevê xwe, ku ew wê çawa bûya hergê emirda mezin bûya. Ew wedê xwe xerc dike ser wî birê emirda mezin, û rind guhê xwe didê çaxê ew xeber dide. Paşê ew îda fem dike ku wî birayîra çetin e Kitêba Pîroz bixûne û mal bi mal dannasîn ke. Alan divîne ku ew ça dikare alî wî birayî bike, û dixwaze alîkariyê bide wî ku çiqasî dikare. Heger em jî hestêd meriva fem bikin û hizkirinê bidine kifşê, emê çev bidine Yahowa (1 Korintî 12:26).
7. Em ça dikarin xûşk û bira fem bikin ku ewana çi halîda nin?
7 Hêsa nîne wekî em fem kin meriv çi halîda nin, îlahî hergê em xwexa rastî wê çetinayê nehatine. Mesele, gelek xûşk û birêd me êşê dikişînin çimkî nexweş in, yan ziyan standine, yan jî kal-pîr dibin. Hinek jî teyax dikin ber dêprêsyayê, yan jî hertim panîkêda nin, yan jî berêda rastî zorbetiyê hatine. Hinek zarêd xwe tenê xwey dikin. Malbeta hinekada jî neferêd malê Şedêd Yahowa nînin. Problêmêd her kesî hene, û heçî zef ji wan problêma ne mîna problêmêd mene. Lê em ça dikarin hizkirinê nîşan kin û alî wan xûşk û bira bikin? Her kesekîra alîkarî bi cûrekî mayîn lazim e. Dêmek hergê em rind guh bidine wan û bixebitin ku hestêd wan fem kin, emê hê baş bizanibin ku çi cûreyî alî wan bikin. Hin jî em dikarin bînine bîra wan ku ça Yahowa ser problêmêd wan dinihêre. Yan jî em dikarin alîkariyê bi cûrekî mayîn bidine wan. Hergê em usa dikin, em çev didine Yahowa. (Bixûne Romayî 12:15; 1 Petrûs 3:8).
ÇEV BIDE YAHOWA HEYFBÛNÊDA
8. Çi alî Îsa kir ku heyf bû?
8 Yahowa hindava hemû meriva qenc e (Lûqa 6:35). Û Îsa jî mîna Bavê xwe heyf bû. Lê çi alî Îsa kir ku ew heyf bû hindava meriya, çaxê ser erdê bû? Ew dişirmîş dibû ku giliyêd wî yan kirêd wî, wê ça hukum bin ser meriva. Mesele, jineke ku gelek xirabî dikir hate bal Îsa, û usa digiriya ku hêsirêd wê dirijiyane ser nigêd Îsa. Îsa dît ku ew jinik gelek berxwedikeve ji bo kirêd xweye xirab, û dît wekî ew poşman bûye. Îsa fem dikir ku hergê hindava wê heyf nîbe, jinik wê hê xirab xwe texmîn ke. Lema ewî payê jinikê da bona van kirêd baş, û baxşande wê. Hin jî Îsa tevî wî Fêrisî jî nerm xeber da, kîjanî xweş nehat ku Îsa hindava wê jinikê ça bû (Lûqa 7:36-48).
Pêşiya ku em tiştekî safî kin, em dikarin pêşda dişirmîş bin wekî ew safîkirin ça dikare ser me û merivêd din hukum be
9. Çi dikare alî me bike wekî em mîna Yahowa heyf bin? Meselê bînin.
9 Em ça dikarin mîna Yahowa heyf bin? Pêşiya ku tiştekî bikin yan bêjin em gerekê dişirmîş bin. Usa emê bi qedir bin tevî meriva û dilê wana neêşînin. Pawlos got wekî Mesîhî gerekê şera neke, lê “hindava hemûyada berbihêr be” (2 Tîmotêyo 2:24). Mesele, dişirmîş be tu ça dikarî heyf bî di van derecada: Hergê mezinê xebatê te, xebata xwe rind nake, tuyê ça xwe bidî kifşê? Hergê bira gelek wext nedihate ser civatê û hat, tê jêra çi bêjî? Hergê tu dannasîn dikî û xweyê malê tera dibêje ku wedê wî tune ye, tu ça dikarî heyf bî hindava wî? Hergê jina te ji te dipirse ku te çira jêra ne gotiye ku te çi safî kiriye, tuyê tevî wê nerm xeberdî? Em gerekê bidin ber çevê xwe hestêd meriva û dişirmîş bin ku giliyêd me wê ça ser wana hukum bin. Û paşê emê bizanibin çi bikin yan çi bêjin, wekî mîna Yahowa heyf bin. (Bixûne Metelok 15:28.)
ÇEV BIDE YAHOWA BÎLANTIYÊDA
10, 11. Em ça dikarin bîlaniyê ji Yahowa hîn bin? Meselê bînin.
10 Yahowa gelek bîlan e, û ew dikare bivîne ku çi wê biqewime axiriyêda. Rast e em nizanin ku axiriyêda çi wê biqewime, lê em jî dikarin bîlan bin. Lê çawa? Pêşiya ku em tiştekî safî kin, em dikarin bidine ber çevê xwe ku ew safîkirin ça dikare ser me û merivêd din hukum be. Em gerekê çev nedine Îsraêliya. Çimkî ewana dişirmîş nedibûn ku wê çi biqewime hergê ewana gura Yahowa nekin. Û ewana dişirmîş nedibûn derheqa heleqetiya xwe tevî Xwedê, û usa jî derheqa hemû wan tiştî, çi ku ewî bona wan kiribû. Mûsa fem dikir û zanibû ku Îsraêlî pey xirabiyê diçin. Ewî gote wan: “Çimkî îsraêl miletekî çelqyayî ye, femê wî tune ye. Heger ew serwaxt bûna ew yek wê têderxistana, wanê fem bikira çi wê bê serê wana” (Qanûna Ducarî 31:29, 30; 32:28, 29, PKM).
11 Mesele, hergê tu rastî kesekî têyî, bîra xweda xwey ke, ku çaxê meriv kesekî begem dike, gelek çetin e hestêd xwe û xwestinêd sêksûalî kontrol ke. Lema jî, zef fesal be ku tiştekî usa nekî, wekî ziyanê bide heleqetiya teye qîmet tevî Yahowa! Dewsê bîlan be û ji telika bireve. Guh bide şîreta Yahowaye bîlanî ku di metelokêda nivîsar e, wekî merivê serwaxt çaxê xetayê divîne, xwe vedişêre, lê merivê necêribandî pêşda diçe û dikeve xetayê (Metelok 22:3).
FIKIRÊD XWE KONTROL KE
12. Fikirêd me ça dikarin ziyanê bidine me?
12 Merivê bîlan fikirêd xwe kontrol dike. Çawa ku agir dikare yan karê bide me yan jî ziyanê, usa jî fikirêd me dikarin yan alî me bikin, yan jî ziyanê bidine me. Çaxê em agir fesal didine xebatê, ew dikarin karê bistînin, mesele xwarinê çêkin. Lê hergê em fesal nînin, agir dikare mala me bişewitîne û me bikuje. Usa jî fikirêd me. Çaxê em difikirin derheqa wan tişta, çi ku em ji Yahowa hîn dibin, ew yek gelek kar e bona me. Lê hergê em derheqa bênamûsiyê difikirin, û didine ber çevê xwe ku em tiştêd xirab dikin, axiriyêda emê ewan tişta usa bixwazin ku nikaribin nekin. Û usa em dikarin heleqetiya xwe tevî Yahowa unda kin. (Bixûne Aqûb 1:14, 15.)
13. Hêwa derheqa emirê xwe çi dişirmîş dibû?
13 Em dikarin ji Hêwayê jina pêşin, xwera dersê hildin. Yahowa ferman da Adem û Hêwayê wekî êmîş “ji dara qencî û xirabî” nexwin (Destpêbûn 2:16, 17, PKM). Lê Şeytan gote Hêwayê: “Na, hûn tu car namirin, lê Xwedê zane, wê roja gava hûn ji wê bixwin, çevêd weyê vebin û bibine mîna Xwedê, qencî û xirabiyê ji hev derxin”. Hêwayê dida ber çevê xwe, ku wê emirê wê gelek baş be, hergê ew xwexa bikaribe safî ke çi qenc e û çi xirab e. Hêwayê berdewan dikir dişirmîş be derheqa vê yekê û “dîna xwe dayê wekî berê darê baş bû bona xwarinê, berbiçeve hewaskar û dilhavijî bû”. Paşê çi qewimî? Hêwa “dest avîte berê wê xwar û da mêrê tevî xwe, ewî jî xwar” (Destpêbûn 3:1-6, PKM). Axiriyêda, “gune kete dinê û ji gune jî mirin hat” (Romayî 5:12). Gerekê Hêwayê berdewan nekira dişirmîş be, ku tiştekî usa bike çi ku nerast bû!
14. Kitêba Pîroz derheqa bênamûsiyê pêşda çi temiyê dide?
14 Rast e gunê Hêwayê bênamûsî nîbû. Lê Kitêba Pîroz zelal mera eyan dike, wekî em gerekê nedine ber çevê xwe ku tiştekî bênamûsî dikin. Îsa got: “Kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir” (Metta 5:28). Usa jî Pawlos şîret da: “Guh nedine wan xwestinêd binyata xweye merivayî” (Romayî 13:14).
15. Em gerekê dîna xwe bidine ser kîjan xelatê, û çira?
15 Kitêba Pîroz usa jî mera dibêje ku em gerekê dîna xwe bidine wê yekê ku ça dilê Yahowa şa kin, ne ku dişirmîş bin ku ça dewletî bin. Hebûna merivê dewletî, tu car nikare bi rastiyê wî xwey ke (Metelok 18:11). Îsa got wekî merivê ku xwera xiznê top dike, lê Xwedê danayne ciyê pêşiyê emirê xweda, ew meriv bêaqil e. Ew meriv “di çevê Xwedêda ne dewlemend e” (Lûqa 12:16-21, ÎM). Çaxê em “xiznê xwera li ezmên” top dikin, bi kirêd dilê Yahowa xweş tê, ew gelek şa dibe, û em jî bextewar in (Metta 6:20; Metelok 27:11). Dêmek heleqetiya baş tevî Yahowa hê gelek qîmet e ne ku tiştekî din.
XEMA NEKIN
16. Çaxê em derheqa tiştekî xem dikin, çi dikare alî me bike?
16 Hergê em dixwazin vê dinêda dewletî bin, wê gelek xemêd me hebin (Metta 6:19). Îsa got ku wanara wê çetin be, yêd ku timê derheqa pera xem dikin, Padşatiya Xwedê daynin ciyê pêşin emirê xweda (Metta 13:18, 19, 22). Usa jî hine meriv timê dişirmîş dibin ku dibeke tiştêd xirab bê serê wan. Lê hergê em berdewan kin usa bifikirin, em dikarin nexweşkevin û hela baweriya xwe jî hindava Yahowa hêdî-hêdî unda kin. Dewsê em gerekê îtbariya xwe Yahowa bînin ku ew wê alî me bike. Kitêba Pîroz dibêje ku “dilê bi xem mirov dixîne [dişkêne], lê belê gotina xweş kêfxweş dike” (Metelok 12:25). Hergê tu derheqa tiştekî xem dikî, dilê xwe qulixkarekî Yahowara veke, kîjan ku te rind nas dike. Dê yan bav, mêrê te yan jina te, yan jî hevalê baş dikare te dilgerm ke, wekî tu baweriya xwe Yahowa bînî, û wê alî te bike ku hê kêm xem bikî.
Çaxê tu xem dikî, bifikire derheqa alîkariya Yahowa kîjan ku ew dide te
17. Ça Yahowa dikare alî me bike çaxê em berxwedikevin?
17 Yahowa hê rind hestêd me zane, ne ku kesekî din. Û çaxê em xem dikin, ew dikare alî me bike wekî em dilrihet bin. Pawlos nivîsî: “Bona tu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be. Û edilaya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we yektiya Mesîh Îsada xwey ke” (Fîlîpî 4:6, 7). Dêmek çaxê tu xem dikî, bifikire derheqa alîkariya ku Yahowa dide te, wekî heleqetiya xwe tevî wî qewî xwey kî. Mesele ew alîkariyê dide te bi xûşk û bira, rûspiya, xulamê amin, milyaketa, usa jî bi Îsa.
18. Ça ew feresetê me ku em dikarin tişta bidine ber çevê xwe dikare alî me bike?
18 Çawa ku em pêhesiyan, çaxê em feresetê usa didine xebatê ku hestêd meriya fem kin, em çev didine Yahowa (1 Tîmotêyo 1:11; 1 Yûhenna 4:8). Emê bextewar bin hergê hizkirinê û qenciyê meriyara nîşan kin, hergê derheqa axiriya kirêd xwe dişirmîş bin, û hergê em bixebitin ku xema nekin. Werên em timê bidine ber çevê xwe ku emirê me wê çi cûreyî be bin serwêrtiya Padşatiyêda, û hemû tiştî bikin wekî çev bidine Xwedayê xwe Yahowa (Romayî 12:12).