Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

ÇEV BIDE BAWERIYA WAN | ÛSIV

“Çima ... Ez Dewsa Xwedê Digirim?”

“Çima ... Ez Dewsa Xwedê Digirim?”

ÛSIV nav baxçê xweda ne, çaxê terî dikeve erdê. Çevê wî li ser darêd xurmê ne, darêd êmîşdar, û gola avêye bi kulîrka tije. Ji dûrva jî Qesra Firewin tê kifşê. Bide ber çevê xwe, wekî wê demê, Ûsiv ji mala xwe deng dibihê; kurê wî Minaşe, birê xweyî biçûk Efrayîm dide kenandinê. Kulfeta wî, bi dil zarara şa dibe. Ûsiv serva diçe ku çi malda diqewime. Ew dikene. Ew zane ku ew merivekî keremkirî ye.

Ûsiv navê nuxriyê xwe danî Minaşe, çi ku dihate hesabê “da bîrkirin” (Destpêbûn 41:51, PKM). Ûsiv timê bîra mala bavê xwe dikir, bîra birêd xwe û bavê xwe. Lê ew keremêd ku hine wede pêşda Xwedê kiribû, dilê wî hêsa kirin. Birêd Ûsivî mezin wî nefret dikirin û ji bo wê yekê emirê wî hate guhastinê. Dêmek wana hucumî ser wî kirin, xwestin wî bikujin, û paşê çawa dîl wî firotine bazirganêd rêvî. Paşî wê yekê emirê Ûsivda gelek tişt pey hevra dihatine guhastinê. Ew nava gelek salada dîltiyêda bû, û hela ew avîtine kelê jî, kîderê ku ew bi zincîra girêdayî bû. Û niha, ew di Misirêda bûye serwêrê duda paşî Firewin! a

Nava salada, Ûsiv hine qewimandin dîtin, yêd ku hema usa diqewimîn, çawa ku Yahowa pêxembertî kir. Çawa hatibû pêxembertîkirinê, nava heft sala Misirêda genim têr-tije bû. Ûsiv jî hatibû kifşkirinê çawa serwêr bona cîwarkirin û xweykirina genim. Nava wan salada, kulfeta wîye Asnat du kur wîra anîn. Û heta hingê jî, Ûsiv mala bavê xwe dikire bîra xwe, kîjan ku bi seda kîlomêtra dûrî wî bû. Ewî îlahî birê xweyî biçûk Binyamîn dikire bîra xwe, û bavê xweyî delal, Aqûb. Dibeke Ûsiv berxwediket ji bo wê yekê, hela ewana sax-silamet in, yan na. Diqewime ew usa jî dişirmîş dibû hela birêd wîyî mezin riya xweye xirab hîştine û ewê qe carekê bikaribe wana dîsa bivîne û heleqetiya edilayî jî tevî wan çêke.

Hergê edilaya malbeta te jî hatibû undakirinê ji bo hevsûdî, nemamî, yan nefretkirinê, hingê serhatiya Ûsiv dikare vê yekêda alî te bike. Em çi dikarin hîn bin ji wê yekê, ku çawa Ûsiv seva malbeta xwe xem kiriye?

“HERINE CEM ÛSIV”

Rojêd Ûsiv usa derbaz dibûn, wekî ew timê şixulava mijûl dibû. Çawa ku Yahowa bi xewna Firewin pêxembertî kir, paşî heft salêd têr-tije, destpêbûn heft salêd xelayê. Îda kêmasiya genim bû! Û zûtirekê nava welatêd dor-ber xelayî destpêbû. Lê “temamiya welatê Misirêda nan hebû” (Destpêbûn 41:54, PKM). Bêşik, şirovekirina Ûsiv derheqa xewnê, hin jî terbetî û serwaxtiya wî nava şixulada, kareke mezin Misiriyara anîn.

Ew ku Ûsiv yekî milûk bû, Yahowa bi kar wî dida xebatê

Diqewime cimeta Misirê ji bo wan kirêd Ûsiv usa difikirîn, wekî ewana deyndarêd wî ne. Ewana usa jî firnaq dibûn û şa dibûn ji bo fereset û terbetiya wî. Lê Ûsiv heta hingê feresetêd xwe seva Yahowa Xwedê dida xebatê. Hergê hine feresetêd me jî hene, em dikarin bi milûktî bidine xebatê seva qulixkirina xwe Xwedêra. Û em dikarin ecêbmayî bimînin ji bo wê yekê, ku Xwedê çawa rind dikare feresetêd me bide xebatê.

Wede şûnda, nava Misiriya jî bû xelayî. Çaxê wana lavaya Firewin kirin, seva ku alî wan bike, ewî wanara got: “Herine cem Ûsiv, çi wera bêje bikin”. Ûsiv jî embarêd genim vedikir, meriva çiqas dixwestin, dikaribûn xwera bikiriyana (Destpêbûn 41:55, 56, PKM).

Welatêd dor-berda, meriv ji bo kêmasiya nan, gelek tengasî didîtin. Bi seda kîlomêtra dûr, di Kenanêda, malbeta Ûsiv ji bo vê yekê diçerçirîn. Aqûbê emirda mezin bihîst, ku di Misirêda genim heye, lema jî ewî gote kurêd xwe, wekî herine li Misirê, seva ku hine xwarin bikirin (Destpêbûn 42:1, 2).

Aqûb dehe kurêd xwe şand, lê kurê xweyî biçûk Binyamîn neşand. Rind bîra Aqûbda bû ew wede, çaxê ewî kurê xweyî hizkirî Ûsiv, tenê şandibû wekî ew teseliya birêd xweyî mezin bike. Ev cara paşin bû, çaxê Aqûb kurê xwe dîtibû. Kurêd wîyî mezin, kinca Ûsive bedew, kîjan ku nîşana hizkirina bavê wî bû, anîn malê. Ev kinc qelişî bû û xûn pêva bû. Birêd Ûsiv, dilê bavê xwe gelek êşandin, û wî dane bawerkirinê, wekî yançi terewil Ûsiv xwariye (Destpêbûn 37:31-35).

HATE BÎRA ÛSIV

Paşî rêwîtiya dirêj, kurêd Aqûb gihîştine Misirê. Çaxê wana got ku hatine seva ku genim bikirin, ewana şandin cem serwêrê mezin, navê kîjanî ku bi fermî Safinat-Panêa bû (Destpêbûn 41:45). Gelo çaxê wana ew dît, fem kirin ku ew birê wan Ûsiv e? Na. Wana tenê serwêrekî Misirêyî navdar dîtin, yê ku dikaribû alî wan bikira. Seva ku hindava wî serwêrî qedir bidine kifşê, birêd Ûsiv “li ber wî deverûya çûne erdê” (Destpêbûn 42:5, 6, PKM).

Lê derheqa Ûsiv em çi dikarin bêjin? Ewî pêra-pêra birêd xwe nas kir! Lê hê zêde, çaxê Ûsiv dît wekî ewana li ber wî deverûya çûn, nişkêva tiştekî ji zarotiya wî hate bîra wî. Serhatiyêda tê gilî kirinê, wekî “hingê Ûsiv ew xewnêd ku li ser wan dîtibûn bîr anîn”. Ew xewn Yahowa wî dabû dîtinê, çaxê ew hê xortê cahil bû. Ûsiv xewnêda divîne wekî birêd wî tên û serê xwe li ber wî datînin. Û hema niha ev xewn tê sêrî! (Destpêbûn 37:2, 5-9; 42:7, 9, PKM) Gelo Ûsiv wê çi bike? Wê wana hêmêz ke? Yan wê heyfa xwe wan hilde?

Ûsiv fem dikir, wekî çi jî hebe ew gerekê xwe destê xweda bigire. Bi rastiyê jî, eşkere bû wekî Yahowa rêberiya vê derecê dikir. Qirara Yahowa ew bû, wekî ji zuretêd Aqûb, miletekî mezin pêşda bê (Destpêbûn 35:11, 12). Hergê birêd Ûsiv heta niha, zulm û xwehiz bûna, ev yek wê wanara axiriya xirab bianiya! Xêncî wê yekê, hergê Ûsiv xwe negirta, diqewime bi wê yekê ewî ziyan bida bavê xwe û Biniyamîn, hin jî ewî wê pênehesiya ewana sax in yan na. Lema jî Ûsiv safî kir xwe birêd xwera eyan neke, seva ku bikaribe wana bicêribîne û bivîne, hela niha ewana merivne ça nin. Paşê îda Ûsiv dikaribû bizanibûya, wekî çi Yahowa ji wî dixwest.

Diqewime hûn jî carna dikevine derecêd çetin. Çi jî hebe, roja îroyîn şer-dew û problêmêd malbetêye mayîn bal hemûya hene. Çaxê em rastî çetinayêd usa tên, diqewime em destpêdikin guh bidine dilê xwe, û nerast xwe kifş kin. Wê gelek baş be, wekî em çev bidine Ûsiv û bixebitin ku bikaribin têderxin hela Xwedê çi ji me dixwaze û li gora vê yekê em ça gerekê xwe kifş kin (Metelok 14:12). Bîra xweda xwey kin, wekî gelek ferz e tevî neferêd malê, edilayêda bin. Û çi ku hê gelek ferz e, wekî tevî Yahowa û Kurê wî edilayêda bin (Metta 10:37).

“HÛNÊ . . . BÊNE CÊRIBANDINÊ”

Ûsiv çend cara birêd xwe cêribandin, seva ku bivîne hela ewana dilê xweda merivne ça nin. Pêşiyê ewî destpêkir sert wanara xeber de û wana neheq derxe, yan çi ewana cesûs in. Seva ku xwe rast derxin, ewana derheqa malbeta xwe Ûsivra gilî dikin. Usa jî derheqa birê xweyî biçûk, yê ku malda mabû. Ûsiv xwe digirt, ku hestêd xwe nede kifşê. Ewî dixwest bizanibe, gelo birê wîyî biçûk bi rastiyê sax e? Lema ewî wanra got: “Hûnê . . . bêne cêribandin”, û paşê wede şûnda Ûsiv birêd xwe hîşt, wekî ewana vegerin mal û birê xweyî biçûk bînin. Lê yek ji bira, gerekê cem Ûsiv ça dîl bima (Destpêbûn 42:9-20, PKM).

Çaxê bira hevra xeber didan, wana tirê ku Ûsiv xeberdana wan fem nake. Xeberdana xweda wana xwe neheq dikir seva gunê xweye giran, yêd ku wana weke 20 sal pêşda kir. Wana usa digot: “Bi rastî em hindava birayê xweda gunekar in, çimkî me telî-tengiya wî dît, gava li ber me lava dikir, lê me guh nedayê, lema jî ev telî-tengî tê serê me”. Ûsiv xeberdana wan fem kir, lema jî pişta xwe da wan, ku ewana hêsirêd wî nevînin (Destpêbûn 42:21-24, PKM). Ûsiv zanibû wekî çaxê meriv bi rastiyê jî tobe dike, ew ne ku tenê bi hestêd xwe dide kifşê, lê hê zêde. Lema jî ewî berdewan kir wana bicêribîne.

Ûsiv ewana şandin mal, lê Şimhûn jî cem xwe hîşt çawa girtî. Ûsiv dizîva hine pere kire çentêd wane xwarinê, yêd ku wana tevî xwe dibirine mal. Bira gihîştine mal, û ancax Aqûb qayîl kirin, wekî kurê xweyî hizkirî, Binyamîn berde wekî tevî wan here Misirê. Çaxê ewana gihîştine Misirê, hingê bira Ûsivra gilî kirin derheqa perêd ku wana çentê xweda dît. Wana dixwestin serda pera zêde jî vegerînin. Ev kirê wanî usa îda gelek baş bû, lê Ûsiv dixwest hê zêde bidîta. Ewî wanara sifre rast kir, û neda kifşê ku çiqas şa ye Binyamîn bivîne. Paşê ew wana dîsa verêyî dike mal, çentêd wan bi xwarinê tije dike, lê îjar çentê Binyamînda kasa sifir datîne (Destpêbûn 42:26-44:2).

Çaxê Ûsiv ewana verê kirin, paşê merî şande pey wan, wekî wana bigire, neheq derxe, û yançi kasa wî dizîne. Çaxê kas çentê Binyamînda dîtin, hingê hemûşk, paşda birine cem Ûsiv. Niha îda Ûsiv dît wekî birêd wî merivne çawa nin û nihêrandina xwe hindava wan guhast. Cihûda dewsa birêd xwe xeber dida. Ewî lavaya Ûsiv dikir, ku hindava wanda rem be. Û hela hê digot wekî hemû 11 bira wê bibine dîlêd Misirê, tenê Binyamîn berdin. Lê Ûsiv digot, ku Binyamîn gerekê di Misirêda ça dîl bimîne, lê yêd din dikarin vegerin mala xwe (Destpêbûn 44:2-17).

Cihûda bi êmosiya xeber dida. Ewî got: “Tenê ew ji dîya xwe maye û bavê wî, wî hiz dike”. Diqewime ew gilî, gelek dilê Ûsiv girtin. Ûsiv kurê mezin bû ji Rahêlê, ya ku jina Aqûbe hizkirî bû, û ya ku wedê bûyîna zara xweye Binyamîn, mir. Ûsiv jî mîna bavê xwe, qîmet dikir ew yek, ku Binyamîn derheqa Rahêlê dianî bîra wana. Û ji bo vê yekê jî, Binyamîn seva Ûsiv gelek delal bû (Destpêbûn 35:18-20; 44:20).

Cihûda lavaya Ûsiv dikir, ku Binyamîn neke dîl. Ewî hela hê digot ku hazir e dewsa Binyamîn bibe dîl. Paşê ewî bi keser got: “Ezê çawa rabim hevraz herime cem bavê xwe, heger kurik ne tevî me be? Nebe ku ez wê qeziya ku bê serê bavê min bibînim!” (Destpêbûn 44:18-34, PKM) Îda eşkere bû wekî ewana hatine guhastinê. Çimkî Cihûda ne ku tenê ruhê tobekirinê da kifşê, lê usa jî helalî û dilşewatî nîşan kir, wekî çiqas derdê birê xweda ne.

Ûsiv dît, wekî birêd wî seva kirêd xweye berê, tobe kirin

Ûsiv îda nikaribû xwe bigirta û êmosiyêd xwe eyan kir. Ewî hemû xulamêd xwe verê kir û destpêkir bi dengê bilind bigirî. Dengê giriyê wî hela hê gihîşte qesra Firewin. Paşê îda ewî, xwe birêd xwera eyan kir û got: “Ez birayê we Ûsiv im”. Birêd wî zendegirtî sekinîbûn. Ûsiv xwe avîte pêsîra wan û bi nermî wanara digot wekî hemû tiştêd ku wana kir, ewî baxşandiye wan (Destpêbûn 45:1-15). Bi vê yekê Ûsiv nihêrandina Yahowa da kifşê, ku bi merdanî dibaxşîne meriya (Zebûr 86:5). Lê em usa dikin?

“TU HÊ SAX-SILAMET Î!”

Çaxê Firewin temamiya serhatiya mala Ûsiv bihîst, ewî gazî Ûsiv kir û gotê, wekî bavê xweyî emirda mezin tevî temamiya malbeta wî, derbazî Misirê ke. Usa zûtirekê Ûsiv rastî bavê xwe hat. Aqûb qayîm giriya û got: “Niha ez mirina xwe razî me, çimkî çevê min li çevê te ket, ku tu hê sax-silamet î!” (Destpêbûn 45:16-28; 46:29, 30, PKM)

Di Misirêda Aqûb 17 sal emir kir. Hilbet ewî êpêce emir kir, û karibû elam kira pêxembertiya derheqa keremkirina 12 kurêd xwe. Ûsivê kurê xweyî yanzdah, Aqûbra, kerema ducarî da. Du berekêd Îsraêlê, gerekê ji wî bihatana. Lê çi em dikarin bêjin derheqa kurê wîyî çara, Cihûda, yê ku ji birêd xweyî din diha zêdetir kir, çaxê da kifşê ku poşman bûye? Ewî keremeke here mezin stand: Dêmek Mesîh gerekê ji rikinyata wî bihata! (Destpêbûn, serê 48, 49)

Çaxê Aqûbê 147 salî mir, birêd Ûsiv tirsiyan wekî niha birê wanî nav deng, wê heyfa xwe ji wan hilde. Lê Ûsiv bi hizkirin xwe hindava wanda da kifşê. Ûsiv fem dikir wekî Yahowa rêberiya wê yekê kir, ku malbeta wî derbazî Misirê ke, û birêd wî gerekê îda xwe neheq nekin, seva şixulêd xweyî berê. Niha Ûsiv pirseke girîng datîne: “Netirsin, çima ez dewsa Xwedê digirim?!” (Destpêbûn 15: 13; 45:7, 8; 50:15-21, PKM) Ûsiv dît, wekî Yahowa Hakimê kamil e. Lê kî bû Ûsiv wekî nebaxşîne wan meriya, kîjana ku Yahowa baxşandiye? (Îbranî 10:30)

Te qe li ser xwe texmîn kiriye, ku carna çetin e bibaxşînî? Ev yek hingê dikare gelek çetin be, çaxê kesek ne bêhemdê xwe ziyanê dide te. Lê hergê em bi dil dibaxşînin wan meriya yêd ku bi rastiyê tobe dikin, bi wê yekê em dikarin birînêd dilê meriya qenc kin û usa jî birînêd dilê xwe. Û bi vê yekê em usa jî çev didine baweriya Ûsiv, û mesela Bavê wîyî merd, Yahowa.

a Binihêre “Çev Bide Baweriya Wan”, gotarêd ji “Birca Qerewiliyê” ya 1 Tebaxê sala 2014; 1 Teşrînê sala 2014; û 1 Sibatê sala 2015.