Wana Tiştêd Sozdayî “Dîtin”
“Ev . . . sozêd Xwedê nestandin. Ewana tenê ew soz dûrva dîtin” (ÎBRANÎ 11:13).
1. Çira baş e ku em dikarin tiştêd ku me nedîtiye, bidine ber çevê xwe? (Binihêrin şikilê ewlin.)
YAHOWA pêşkêşeke gelek baş daye me. Ew heye ew fereset, ku em dikarin wan tişta bidin ber çevê xwe çi ku me nedîtiye. Ew fereset alî me dike wekî hîviya tiştêd baş bin axiriyêda, û usa jî pêşda safîkirina bikin, û ji problêma birevin. Yahowa axiriyê zane, û ew mera gilî dike derheqa hine tiştêd ku axiriyê wê biqewimin. Rast e em nikarin wan tişta bivînin, lê em dikarin bidine ber çevê xwe û bawer kin ku ewana wê ese biqewimin (2 Korintî 4:18).
2, 3. a) Ew feresetê ku em dikarin tişta bidine ber çevê xwe ça alî me dike? b) Di vê têmayêda emê kîjan pirsa şêwir kin?
2 Rast e cara em tiştêd usa didine ber çevê xwe, kîjan ku wê tu car neqewimin. Mesele, keçikeke biçûk dikare bide ber çevê xwe ça ew ser perperokê (minminîkê) difire. Hilbet tiştêd usa nikare bibe. Lê diya Samûyêl, Hannayê, tiştêd usa dida ber çevê xwe, çi ku dikare biqewime. Ew timê dişirmîş dibû derheqa wê rojê, çaxê kurê xwe bîne li kon, wekî tevî keşîşa qulix bike. Ewê ne ku dida ber çevê xwe tiştekî ku wê neqewime, ewê safî kiribû ku wê usa jî bike. Hannayê çaxê ev roj dida ber çevê xwe, qewat distand, wekî sozê xweyî ku dabû Yahowa, xwey ke (1 Samûyêl 1:22). Û çaxê em sozêd Yahowa didine ber çevê xwe, em ser wan tişta difikirn, kîjan ku wê ese biqewimin (2 Petrûs 1:19-21).
3 Ji cimeta Yahowaye berê, geleka dikaribûn bidana ber çevê xwe çi ku Xwedê soz dabû wan. Lê çira ew yek bona wan kêrhatî bû? Û çira bona me jî baş e ku bidine ber çevê xwe, ku wê çawa be emirê me çaxê sozêd Xwedê bêne sêrî?
BAWERIYA WANA QEWÎ DIBÛ ÇAXÊ WANA AXIRÎ DIDA BER ÇEVÊ XWE
4. Çira Habîl dikaribû axiriya baş bide ber çevê xwe?
4 Habîl merivê pêşin bû, ku baweriya xwe sozêd Yahowa dianî. Ewî zanibû ku Yahowa çi gote mer çaxê Adem û Hêwayê gune kirin: “Ezê nava te û kulfetê, nava zureta te û zureta wêda dijminatiyê daynim, ewê serê te bihincirîne û tê jî peniya wê bigezî” (Destpêbûn 3:14, 15, PKM). Habîl rast nizanibû ew yek wê ça biqewime. Lê ew dibek gelek ser wan giliyêd Xwedê dişirmîş dibû. Habîl dikaribû dişirmîşbûya: “Gelo kê wê alî însanetê bike wekî dîsa bibine qedandî, dêmek mer wê kê bigeze?” Habîl bawer dikir ku her sozêd Xwedê wê bêne sêrî. Lema çaxê ewî Yahowara qurban anî, Yahowa qurbana wî qebûl kir. (Bixûne Destpêbûn 4:3-5; Îbranî 11:4.)
5. Çira bona Henox baş bû wekî axiriyê bide ber çevê xwe?
5 Baweriya Henox jî qewî bû hindava Xwedê. Ew nava merivêd zulmda dijît, yêd ku ser Xwedê “gotinêd xirab” digotin. Lê Henox mêrxas bû û mizgîniya Xwedê dannasîn dikir. Ewî meriyara digot ku Yahowa gerekê merivêd zulm kuta ke (Cihûda 14, 15). Lê wê yekêda çi alî wî dikir? Ew dikaribû dişirmîşbûya ku dinya wê çawa be çaxê her kes Yahowara qulix ke. (Bixûne Îbranî 11:5, 6.)
6. Paşî sêlavê Nuh dibek derheqa çi dişirmîşbûya?
6 Baweriya Nuh hebû hindava Yahowa, lema ew xilaz bû wedê sêlavê (Îbranî 11:7). Û paşê, ji bo baweriya xwe ewî bona Yahowa heywan kirin qurban (Destpêbûn 8:20). Paşî sêlavê, dinya dîsa bû zulm. Nemrûd serwêrtî destpêkir û dixwast wekî meriv miqabilî Xwedê rabin (Destpêbûn 10:8-12). Lê baweriya Nuh qewî ma. Mîna Habîl, ewî jî bawer dikir wekî rojek wê bê ku Xwedê gune û mirinê bide hildanê. Nuh usa jî dikaribû bifikiriya derheqa wî wedeyî, çaxê serwêrêd xirab îda tune bin. Em jî dikarin bidin ber çevê xwe wî wedeyî, kîjan ku niha gelek nêzîk e! (Romayî 6:23)
WANA DIDA BER ÇEVÊ XWE EW WEDE KU SOZÊD XWEDÊ BÊNE SÊRÎ
7. Birahîm, Îshaq û Aqûb dikaribûn hîviya kîjan axiriyê bûna?
7 Birahîm, Îshaq û Aqûb dikaribûn bidana ber çevê xwe axiriya baş. Yahowa soz dabû wan ku bi “zureta” wan wê meriv ji hemû mileta bêne keremkirinê (Destpêbûn 22:18; 26:4; 28:14). Xwedê usa jî soz dabû ku malbeta wan gerekê bibe cimeteke mezin û bijî di Erdê Sozdayî başda (Destpêbûn 15:5-7). Wan merivêd amin, zanibûn ku sozêd Yahowa wê bêne sêrî, û wana dikaribû bidana ber çevê xwe, wekî ewana tevî malbeta xwe îda di wî erdîda nin. Hingêda çaxê Adem û Hêwayê gune kirin, Yahowa alî qulixkarêd xweyî amin kir, wekî guman bin ku rojek wê bê, û însanetê dîsa bibe qedandî.
8. Çi alî Birahîm kir ku baweriya wî qewî bû û gura Xwedê dikir?
8 Baweriya Birahîm qewî bû, lema jî ewî gura Yahowa dikir, hela hê derecêd gelek çetinda. Birahîm û qulixkarêd mayîne amin, dikaribûn zelal bidana ber çevê xwe çi ku Yahowa soz dabû, û hela hê ew soz jî kîjan ku wana nedîtin. Kitêba Pîroz dibêje: “Ewana tenê ew soz dûrva dîtin, şa bûn”. (Bixûne Îbranî 11:8-13.) Birahîm zanibû wekî Yahowa berêda timê sozêd xwe dianî sêrî. Lema jî ew bawer bû wekî hemû sozêd Yahowa, di axiriyêda jî wê bêne sêrî.
Cimeta Xwedêye berê hîviya wî wedeyî bûn, ku Yahowa û serwêrtiya wî ser erdê heta-hetayê hukum bikin
9. Ça baweriya hindava sozêd Xwedê alî Birahîm kir?
9 Birahîm bawer dikir çi ku Xwedê soz dabû wî. Lema jî Yahowa çi wîra digot, ewî timê dikir. Mesele, ewî mala xwe di şeherê Ûrda hîşt, û temamiya emirê xwe ji cîkî derbazî ciyê din dibû. Ewî zanibû ku ew bajarêd dor ber wedelû ne, çimkî serwêrêd wan Yahowara qulix nedikirin (Yêşû 24:2). Dewsê, ew hîviya wî wedeyî bû, çaxê Yahowa û serwêrtiya wî heta-hetayê ser erdê hukum kin. Ew serwêrtî heye “bajarê bingeha wî . . . yê ku avakar û çêkerê wî Xwedê ye” (Îbranî 11:10, ÎM). Birahîm usa jî Habîl, Henox, Nuh, û yêd din saxbûna miriya bawer dikirin. Her car çaxê ewana dişirmîş dibûn derheqa emirê baş heta-hetayê ser erdê, baweriya wana hindava Yahowa hê qewî dibû. (Îbranî 11:15, 16.)
10. Çira bona Serayê baş bû ku hîviya axiriyê be?
10 Baweriya jina Birahîm Serayê jî, qewî bû hindava sozêd Yahowa. Çaxê ew îda 90 salî bû û zara wê tune bû, ew hîviya wî wedeyî bû çaxê zara wê hebe. Serayê usa jî dikaribû bida ber çevê xwe, ku ji zara cimeteke mezin wê pêşda bê (Îbranî 11:11, 12). Lê ew ça dikaribû wê yekêda bawer bûya? Çimkî Yahowa mêrê wêra got: “Ezê dua li wê bikim û ji wê jî kurekî bidime te, duayê minê li wê be û miletê ji wê pêşda bên û padşêd mileta jî wê jê derên” (Destpêbûn 17:16, PKM). Çawa ku Yahowa soz dabû Serayê, jêra kur hate bûyînê, navê wî Îshaq bû. Ewê keremetê, Sera da bawerkirinê ku sozêd Xwedêye mayîn jî wê ese bêne sêrî. Em jî dikarin baweriya xwe qewî kin, hergê bidin ber çevê xwe hemû wan tiştêd baş çi ku Yahowa soz daye me.
EWÎ BERDEWAN DIKIR DIFIKIRÎ DERHEQA XELATÊ
11, 12. Çi alî Mûsa kir ku hê zêde Yahowa hiz ke?
11 Baweriya Mûsa jî hindava sozêd Yahowa hebû. Ew di Misirêda dihate hesabê çawa kurê firewin. Mûsa dewletîbûn û hukumetî nexwast, çimkî ewî hê zêde Yahowa hiz dikir. Ew ji dê-bavê xweyî cihû pêhesiya derheqa Yahowa. Wana jêra gilî kiribûn ku Yahowa soz daye, wekî cimeta cihû wê ji dîltiyê aza ke û Erdê Sozdayî bide wan (Destpêbûn 13:14, 15; Derketin 2:5-10). Çiqas hê zêde ewî ew soz didane ber çevê xwe, haqas hê zêde ewî Yahowa hiz dikir.
12 Kitêba Pîroz mera gilî dike ku Mûsa derheqa çi dişirmîş dibû: “Bi baweriyê Mûsa gava mezin bû, nexwest ku ‘kurê qîza Firewin’ bê hesabê. Ew fikirî, ku hê qenc e tevî cimeta Xwedê biçerçire, ne ku wextekî kin nava kêfa gunada derbaz ke. Ewî qara Mesîh hê hebûneke mezin hesab kir, ne ku xiznêd Misirê, çimkî çevnihêrî bû, ku heqê xwe bistanda” (Îbranî 11:24-26).
13. Çira bona Mûsa baş bû, ku ew dişirmîş dibû derheqa sozêd Yahowa?
13 Mûsa kûr difikirî derheqa wî sozê Yahowa, ku wê Îbraniya ji dîltiyê aza ke. Çawa qulixkarêd Yahowayî mayîn, Mûsa jî zanibû ku Yahowa wê însanetê ji mirinê aza ke (Îbo 14:14, 15; Îbranî 11:17-19). Mûsa fem dikir ku Yahowa meriya çiqas zef hiz dike. Bi wê yekê ewî diha zef Yahowa hiz kir, û baweriya wî hindava Xwedê qewî bû. Evê yekê alî wî kir, ku temamiya emirê xweda berdewan ke Yahowara qulix ke (Qanûna Ducarî 6:4, 5). Çaxê firewin dixwast wî bikuje, Mûsa neditirsiya. Ewî zanibû ku Yahowa wê di axiriyêda ese wî xelat ke (Derketin 10:28, 29).
BIDE BER ÇEVÊ XWE WAN TIŞTA ÇI KU SERWÊRTIYA XWEDÊ WÊ BIKE
14. Derheqa axiriyê hine meriv çi dişirmîş dibin?
14 Gelek meriv dişirmîş dibin derheqa axiriyê û tiştêd usa didine ber çevê xwe çi ku wê tu car neqewimin. Mesele, hine meriv ku gelek kesîb in, didin ber çevê xwe ku wê bona tu tiştî xem nekin û pir dewletî bin. Lê Kitêba Pîroz dibêje ku jîyîna dinya Şeytanda wê timê “bi zemet û bi keder” be (Zebûr 90:10, ÎM). Hinek jî difikirin û didine ber çevê xwe, ku serwêrtiya meriva wê problêmêd dinyayê safî ke. Lê Kitêba Pîroz dibêje wekî tenê serwêrtiya Xwedê dikare ewê yekê bike (Daniyêl 2:44). Gelek jî dişirmîş dibin ku dinya wê tu car neyê guhastinê. Lê Kitêba Pîroz dibêje ku Yahowa wê evê dinya zulm kuta ke (Sêfanya 1:18; 1 Yûhenna 2:15-17). Ewêd ku mîna Yahowa dişirmîş nabin, wê gelek poşman bin.
15. a) Çira mera baş e bidine ber çevê xwe axiriya ku Xwedê mera soz daye? b) Tu gelek hîviya çi tiştî yî?
15 Yahowa mera axiriya baş soz daye. Çaxê em dişirmîş dibin derheqa wê axiriyê, em xwe bextewar texmîn dikin û mêrxasiyê distînin, çi ku mera lazim e wekî berdewan kin Xwedêra qulix kin. Tu dikarî bidî ber çevê xwe ku emirê te wê çi cûreyî be çaxê sozêd Yahowa bêne sêrî, firqî tune ser ezmana bijîyî yan ser erdê. Hergê tu hîviya jîyîna heta-hetayêye ser erdê yî, bide ber çevê xwe ku çawa tu tevî hevalêd xwe erdê dikî cinet. Û ewêd ku rêberiyê wî şixulî dikin bona te xem dikin. Çawa tu Yahowa hiz dikî, usa jî her kesê der dorê te. Sihet-qewata te heye, usa jî derheqa tu tiştî xem nakî. Tu bextewar î, çimkî tu dikarî talant û feresetêd xwe xerc kî bona alîkariyê bidî yêd mayîn û Yahowa rûmet kî. Yan jî tu alî merivêd ku sax bûne dikî, wekî Yahowa nas kin (Yûhenna 17:3; Karên Şandiya 24:15). Çaxê tu wan tişta didî ber çevê xwe, bizanibe ew çîrok nînin. Ew hemû tişt wê bêne sêrî, çimkî Xebera Xwedê usa dibêje derheqa axiriyê (Îşaya 11:9; 25:8; 33:24; 35:5-7; 65:22).
GILÎ KE DERHEQA WÊ YEKÊ KU TU HÎVIYA ÇI YÎ
16, 17. Çira baş e wekî xeberdin derheqa axiriyê ku Yahowa mera soz daye?
16 Çaxê em xûşk û birara gilî dikin ku emê çi bikin dinya tezeda, bi wê yekê em alî hevdu dikin wekî axiriyê hê zelal bidine ber çevê xwe. Rast e em sed selefî nizanin ku her kes ji me wê çi bike. Lê çaxê em gilî dikin ku em hîviya çi ne, em didine kifşê baweriya xwe hindava sozêd Yahowa. Usa, em hevdu hêlan dikin wekî di wan rojêd çetinda berdewan kin Yahowara qulix kin, mîna Pawlosê şandî û birêd wî di Romêda (Romayî 1:11, 12).
17 Heger tu dişirmîş bî derheqa axiriyê, kîjan ku Yahowa soz daye, tuyê derheqa problêmêd xwe hindikî dişirmîş bî. Carekê Petrûs nerihet bû û gote Îsa: “Awa me hemû tişt hîştiye û pey te hatine, lê axiriya me wê çawa be?” Îsa dixwast wekî Petrûs û şagirtêd wîyî din dişirmîş bin derheqa tiştêd baş, yêd ku ewana wê axiriyêda bikin. Îsa gote wan: “Gava Kurê Însan Dinya Nûda li ser textê xweye rûmet rûnê, hûnêd ku li pey min tên, ser donzdeh kursiya rûnên û dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin. Û hemûyêd ku mala xwe, yan birêd xwe, yan xûşkêd xwe, yan bavê xwe, yan diya xwe, yan jina xwe, yan zarêd xwe, yan erdêd xwe bona navê min hiştine, ewê sed qat bistîne û wê jiyîna heta-hetayê jî war be” (Metta 19:27-29). Lema jî Petrûs û şagirtêd din, dikaribûn bidine ber çevê xwe, ku ça ewana wê ser ezmana tevî Îsa serwêrtiyê bikin, û alî merivêd guhdar bikin ku bibine qedandî.
18. Çira baş e ku bidine ber çevê xwe wî wedeyî çaxê Xwedê sozêd xwe bîne sêrî?
18 Em pêhesiyan ku çi alî qulixkarêd Yahowa kir wekî baweriya wan qewî bû. Habîl dida ber çevê xwe axiriya baş, ya ku Yahowa soz dabû, û bi wê baweriya xwe ewî dilê Yahowa şa dikir. Birahîm ew wede dida ber çevê xwe, çaxê sozêd Yahowa derheqa “zuret” bê sêrî. Û lema ewî gura Yahowa dikir, hela hê çaxê gelek çetin bû jî (Destpêbûn 3:15). Mûsa hîviya xelatê bû ku Yahowa soz dabû, û evê yekê alî wî kir ku Yahowa hiz ke û wîra amin bimîne (Îbranî 11:26). Çaxê em didine ber çevê xwe wî wedeyî, ku Yahowa hemû sozêd xwe bîne sêrî, bawerî û hizkirina me hindava wî qewî dibe. Di têmaya dinda, emê pêbihesin ku çawa bi cûrê mayîn bidine xebatê evî feresetî ku em dikarin tişta bidine ber çevê xwe.