Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Hişyar Bimîne—Şeytan Dixwaze Te Hûfî Xwe ke!

Hişyar Bimîne—Şeytan Dixwaze Te Hûfî Xwe ke!

Hişyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mire-mira wî ye, digere ka kê hûfî xwe ke” (1 PETRÛS 5:8).

1. Şirovekin ku çawa milyaket bû Şeytan.

 HEBÛ wede ku heleqetiya wî tevî Yahowa baş bû. Lê paşê, ew efirînê ruhanî, dêmek milyaket, xwast wekî meriv wî bihebînin, ne ku Xwedê. Ew dewsa ku xwastina xirab bal xwe derbêra bitemirîne, îzin da haqas mezin be heta ewî gune kir (Aqûb 1:14, 15). Em navê wîyî şexsî nizanin, lê em zanin ku ew tê navkirinê ça Şeytan. Ewî “tu car xwe rastiyê negirtiye”. Ew miqabilî Yahowa derket û bû “bavê derewa” (Yûhenna 8:44).

2, 3. Ça xeberêd “Şeytan”, “Mîrê-cin”, “mer”, û “ziya”, dijminê Yahowayî lapî mezin eyan dikin?

2 Şeytan bi miqabilbûna xwe bû dijminê Yahowayî lapî mezin û dijminê însanetê. Çawa ku Kitêba Pîroz derheqa wî gilî dike, em dikarin bivînin ku ew çiqas xirab e. Xebera Şeytan tê hesabê “Yê Miqabil”, kîjan ku nîşan dike, wekî ew milyaketê zulm serwêrtiya Xwedê nefret dike û bi hemû qewata xwe pêşiya wî şer dike. Çi ku Şeytan bi rastiyê dixwaze bivîne, ew heye xilaziya serwêrtiya Yahowa.

3 Di Eyantîda 12:9-da, Şeytan tê navkirinê ça Mîrêcin, kîjan ku tê hesabê “Buxdanbêj”. Şeytan buxdan avîte Yahowa, çaxê got wekî ew derewîn e. Xebera “merê berê” tîne bîra me, ku çawa Şeytan mer da xebatê wekî Hêwayê bixalifîne. Xebera “ziyayê mezin” jî rind dide kifşê kê ye Şeytan. Ew bêrem e, zulm e, û xirab e. Ew dixwaze qirara Yahowa bide sekinandinê wekî neyê sêrî, û cimeta Xwedê kuta ke.

4. Ji vê têmayê emê çi pêbihesin?

4 Eyan e, ku Şeytan dikare ziyaneke mezin bide bêqisûriya me. Lema jî Kitêba Pîroz mera pêşda dibêje: “Serwaxt bin, hişyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mire-mira wî ye, digere ka kê hûfî xwe ke” (1 Petrûs 5:8). Di vê têmayêda emê pêbihesin derheqa sê hunurêd Şeytan, ji kîjana tê kifşê ku mera lazim e xweykirin ji dijminê Yahowa, dêmek Şeytan û cimeta wî.

ŞEYTAN QEWAT E

5, 6. a) Mesela bînin, kîjan ku didine kifşê wekî milyaket qewat in. b) Çi tê hesabê, ku hukumê Şeytan ser mirinê heye?

5 Milyaket gelek qewat in (Zebûr 103:20). Ewana gelek aqil in û ji meriva qewattir in. Hilbet, milyaketêd amin qewata xwe rast didine xebatê. Mesele, milyaketekî Yahowa 185 000 eskerêd Aşûrê ku dijmin bûn kuşt. Evê yekê merivek nikare bike, hela ordîke mezin jî nikare (2 Padşatî 19:35). Carekê jî milyaketekî qewata xwe da xebatê û şandiyêd Îsa ji kelê derxist in. Rast e nobedar dûr nîbûn, lê nedîtin ça milyaket derî vekir, şandî derxistin, û ber çevê wan derî dada (Karên Şandiya 5:18-23).

6 Milyaketêd amin qewata xwe bona qenciyê didine xebatê, lê Şeytan bona xirabiyê. Bi rastiyê qewata Şeytan jî gelek mezin e û hukumê wî jî heye. Kitêba Pîroz wî nav dike çawa “serwêrê vê dinyayê” û “Mîrê vê dinyayê” (Yûhenna 12:31; 2 Korintî 4:4). Hela hê “hukumê wî ser mirinê” jî heye (Îbranî 2:14). Lê ew nayê hesabê wekî meniya mirina hemû meriya Şeytan e. Lê wekî usa ne ew çi tê hesabê? Ya ewlin, eva dinya tije ye bi wê zulm û nefretkirinê çawa ku Şeytan xwexa ye. Ya duda, ji bo vê yekê ku Hêwayê derewê Şeytan bawer kir û Adem jî gura Yahowa nekir, hemû meriv bûne gunekar û dimirin (Romayî 5:12). Çawa ku Îsa got Şeytan “qetil” e (Yûhenna 8:44). Ew bi rastiyê jî dijminekî gelek qewat e.

Bêy alîkariya Yahowa emê tu car nikaribin miqabilî Şeytan derkevin

7. Cin ça nîşan dikin wekî ewana qewat in?

7 Çaxê em miqabilî Şeytan diçin, em usa jî miqabilî wan diçin kê aliyê wî ne û dijberî serwêrtiya Xwedê dertên. Nava wanda nin komeke mezine milyaketa, yêd ku têne navkirinê çawa cin (Eyantî 12:3, 4). Gelek car wana da kifşê ku ji meriva gelek qewattir in, bi wê yekê ku meriv diçerçirandin (Metta 8:28-32; Marqos 5:1-5). Tu car bîr nekin, wekî cin û serwêrê wan, dêmek Şeytan çiqas qewat in (Metta 9:34). Bê qewata Yahowa emê tu car nikaribin şerê miqabilî Şeytanda serkevin.

ŞEYTAN ZULM E

8. a) Çi ye nêta Şeytan? (Binihêrin şikilê ewlin.) b) Tu ji çi divînî wekî eva dinya zulm e çawa ku Şeytan?

8 Pawlosê şandî, Şeytan beramber kir tevî “şêr” ku “mire-mira” wî ye. Kitêbek şirovedike, ku xebera Yûnanî “mire-mir”, tê hesabê “hurme-hurma terewil ji hêrsbûnê, çaxê birçî ye”. Ew yek rind eyan dike Şeytanê zulm û xirab! Şeytan hukum dike ser temamiya dinyayê, lê bi wê yekê têr nabe. Ew mîna şêrekî birçî ye, û dixwaze geleka hûfî xwe ke (1 Yûhenna 5:19). Merema wî, rûnkiriyêd li ser erdê ne û “pezêd din” (Yûhenna 10:16; Eyantî 12:17). Nêta Şeytan ew e, wekî cimeta Yahowa kuta ke. Peyketina mesîhiyêd rast qirna yekêda heta niha, îzbat dike ku Şeytan çiqas zulm e.

9, 10. a) Şeytan ça pey cimeta Îsraêl ketibû? (Bînin mesela.) b) Çira merema Şeytan îlahî îsraêla berê bû? c) Bi texmîna te Şeytan çi ser xwe texmîn dike, çaxê qulixkarê Yahowa gunê giran dike?

9 Şeytan cûrekî mayîn jî nîşan kir ku ew zulm e. Çaxê şêr gelek birçî ye, gunê wî tu kesî nayê. Çaxê şêr dixwaze bikuje qe rema wî tune ye, û paşî kuştinê jî qe poşman nabe. Lê Şeytan çi texmîn dikir çaxê didît ku îsraêl ketine nava guna, bi bênamûsiyê û babaxiyê? Bide ber çevê xwe, Şeytan çiqas şa dibû, çaxê ewî dît ji bo bênamûsiya Zîmrî û babaxiya Gehazî, axirî çiqas xirab bû (Jimar 25:6-8, 14, 15; 2 Padşatî 5:20-27).

Şeytan gelek şa dibe çaxê qulixkarê Yahowa gune dike (Binihêre abzasa 10)

10  Merema Şeytan îlahî îsraêla berê bû. Bînin bîra xwe wekî Mesîh gerekê ji cimeta îsraêl bihata, û ewî gerekê Şeytan bihinciranda û îzbat kira wekî tenê îzina Yahowa heye serwêrtiyê bike (Destpêbûn 3:15). Şeytan nedixwast wekî Yahowa ji îsraêlê razî be, lema jî ewî çiqas dikaribû hemû tişt dikir, wekî wana bike nava guna. Dişirmîş nebin wekî Şeytan berxweket, çaxê Dawid bênamûsî kir. Dişirmîş nebin ku dilê wî nehat, wekî Mûsa mecal unda kir ku biketa Erdê Sozdayî. Şeytan bi rastiyê jî gelek şa dibe, çaxê divîne ku qulixkarê Yahowa gunê giran dike. Mîrê-cin wan serketina dide xebatê, wekî qerfa Yahowa bike (Metelok 27:11).

11. Çira dibek Şeytan pey Serayê diket?

11 Şeytan gelek nefret dikir ew rikinyat, ji kîjanî gerekê Mesîh bihata. Mesele, dişirmîş bin çi qewimî paşî vê yekê, çaxê Yahowa gote Birahîm, wekî ji wî wê “miletekî mezin” derkeve (Destpêbûn 12:1-3). Çaxê Birahîm û Sera di Misirêda bûn, Firewin Sera anî mala xwe û dixwast wekî ew bibe jina wî. Lê Yahowa Sera ji vê dereca çetin xilaz kir. (Bixûne Destpêbûn 12:14-20.) Dereceke usa jî qewimî di şeherê Gerarêda, pêşiya bûyîna Îshaq (Destpêbûn 20:1-7). Diqewime Şeytan usa kir ku Sera bikeve wan dereca? Bînin bîra xwe ku Sera şeherê dewlemend Ûr hîşt û çû di çadirada bijî. Gelo Şeytan guman bû, wekî wê bikaribe Serayê bike telikê bi qesirêd dewlemend, ya Firewin û ya Abîmelex? Gelo Şeytan dişirmîş dibû, wekî Serayê padşakî bistîne, û usa nemamiya mêrê xwe û Yahowa bike? Kitêba Pîroz ewê yekê nabêje, lê bi rastiyê Mîrê-cina wê gelek şabûya, hergê Serayê unda kira ew mecal ku bibûya pareke rikinyata Mesîh. Şeytan qe wê berxweneketa, hergê Serayê zewaca baş, navê baş, û heleqetiya tevî Yahowaye baş unda kira. Bi rastiyê jî Şeytan yekî gelek xirab e!

Talaşa Şeytan nîne ku çi rast e û çi nerast e

12, 13. a) Şeytan ça xirabiya xwe da kifşê, çaxê Îsa hate bûyînê? b) Bi texmîna we, roja îroyîn Şeytan çawa ye hindava wan cahila, yêd ku Yahowa hiz dikin û dixwazin Wîra qulix bikin?

12 Îsa hate bûyînê çend hezar sal paşî Birahîm. Qe bewar nekin, wekî Şeytan ser wê zarokê usa nihêrî, ça zara biçûk û xweşik. Şeytan zanibû wekî ew zarok wê mezin be û bibe Mesîhiyê sozdayî. Îsa ji rikinyata Birahîm para sereke bû, û ew axiriyêda gerekê “kirêd Mîrêcin xirab ke” (1 Yûhenna 3:8). Gelo Şeytan dişirmîş dibû wekî kuştina zarê, zulmî ye? Na. Qe talaşa wî jî nîne, ku çi rast e û çi nerast e. Ewî derbêra destpêkir bixebite, wekî zara biçûk dêmek Îsa bikuje. Lê çawa?

13 Çaxê padşa Hêrodes ji steyrnasa bihîst wekî “padşê” cihûya hate bûyînê, ew gelek hêrsket û xwast zarok bikuje (Metta 2:1-3, 13). Lema, ewî ferman da wekî li Beytlehmê û dor berê wê hemû zarêd kurîn, yêd du salî û ji wan biçûktir, bikujin. (Bixûne Metta 2:13-18.) Îsa ji vê kuştina zulmî xilaz bû. Lê ew yek derheqa dijminê me Şeytan, çi eyan dike? Şeytan emirê meriva qîmet nake. Hela hê derheqa zara jî talaşa wî nîne. Ew rastî jî “şêr” e ku mire-mira wî ye. Tu car bîr nekin, wekî ew yekî ça zulm e!

ŞEYTAN DEREWÎN E

14, 15. Çawa Şeytan “şevereşa kora aniye ser femê nebawera”?

14 Şeytan tenê bi xapandinê dikare meriva ji Xwedayê Hizkirin Yahowa dûr xwe (1 Yûhenna 4:8). Ew meriva dixapîne, ku wanara nelazim e “ruhfeqîr” bin, dêmek hewce nîbin wekî heleqetiya wan tevî Yahowa hebe (Metta 5:3). Mîrê-cina “şevereşa kora aniye ser femê nebawera”, û lema ewana nikarin rastiya derheqa Yahowa bivînin (2 Korintî 4:4).

15 Şeytan usa jî bi rêlîgiya qelp meriya dixapîne. Ew zane, wekî Yahowa “Xwedêkî kumreş” e (Derketin 20:5, PKM). Hela bidine hesabê xwe, çiqas Şeytan xweş tê, çaxê ew divîne ku meriv kal-bavêd xwe, yan tebiyetê, yan jî heywana, dêmek kesekî yan tiştekî dihebîne, ne ku Yahowa. Yazix gelek meriv dişirmîş dibin, ku Xwedê hebandina wana qebûl dike. Lê ewana bin hukumê hînkirinêd qelp û eyd-qeydêd bêkêrda nin. Îsraêlî hêna Îşayada hema derecêd usada bûn. Yahowa ji wana pirsî: “Ma çima hûn perê xwe didin tiştê ku nan nîne û keda xwe didin tiştê ku têr nake? Min baş guhdarî bikin û tiştê qenc bixwin û bila bi tiştê qelew canê we temê bibîne!” (Îşaya 55:2)

Şeytan dikare qulixkarê Yahowayî xîret jî bixapîne

16, 17. a) Çira Îsa gote Petrûs: “Dûrî min here Şeytan”? b) Ça Şeytan dikare me bixapîne wekî em îda hişyar nîbin?

16 Şeytan dikare qulixkarê Yahowayî xîret jî bixapîne. Mesele, çi qewimî çaxê Îsa gote şagirtêd xwe, wekî ew gerekê zûtirekê bê kuştinê. Petrûsê şandî, ku Îsa hiz dikir, got: “Dûrî hindava te, Xudan! Ew tişt li te neqewime!” Îsa jî caba wî da: “Dûrî min here, Şeytan” (Metta 16:22, 23, DT). Lê çira Îsa Petrûsra got “Şeytan”? Çimkî Îsa zanibû ku çi gerekê biqewimiya. Zûtirekê, Îsa gerekê bimira çawa qurbana kirîn, û îzbat kira wekî Mîrê-cina derewîn e. Di terîxiya însanetêda ew wedekî lapî girîng bû, lema ne ew wede bû, ku Îsa seva xwe dişirmîş bûya, wekî ew tişt serê wî neqewimiya. Hergê Îsa berdewan nekira hişyar bimîne, wê gelek Şeytan xweş bihata.

17 Xilaziya vê dinyayê nêzîk e, û lema jî em dijîn wedêkî girîngda. Şeytan dixwaze wekî em derheqa xwe dişirmîş bin, û dixwaze dîna me bide ser we yekê, ku em vê dinyayêda pêşdaçûyî bin. Ew dixwaze wekî em bîr kin, ku em dijîn rojêd axiriyêda, û îda hişyar nîbin. Îzinê nedin wekî usa bê serê we! Dewsê, “hişyar bimînin” (Metta 24:42). Tu car bawer nekin derewa Şeytan wekî xilazî hê dûr e yan jî wê neyê.

18, 19. a) Ça Şeytan dikare me bixapîne û usa bike wekî em dişirmîş bin ku em hêjayî hizkirina Yahowa nînin? b) Ça Yahowa alî me dike wekî em hişyar bimînin?

18 Şeytan dîsa bi cûrekî din jî dixwaze me bixapîne. Ew dixwaze wekî em bawer kin, ku em hêjayî hizkirina Yahowa nînin, û wekî Xwedê tu car wê gunê me nebaxşîne. Lê ew yek derewêd Şeytan nin. Hela dişirmîş bin, kê bi rastiyê hêjayî hizkirina Yahowa nîne? Ew heye Şeytan. Ew kê ye ku Xwedê wê tu car nebaxşînê? Ew xwexa Şeytan e. Lê bona me, Kitêba Pîroz dibêje: “Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirêd we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike” (Îbranî 6:10). Yahowa dişêkirîne hemû tiştî çi ku em dikin wekî wî şa kin, û qulixkirina me bona wî tu car nehêja nîne. (Bixûne 1 Korintî 15:58.) Lema jî tu car nexapin ji derewêd Şeytan.

19 Çawa me dît Şeytan qewat e, zulm e, û derewîn e. Lê em ça dikarin di şerê tevî wî dijminîda serkevin? Yahowa alîkariyê dide. Xebera wî me hîn dike derheqa mêtodêd Şeytan û lema “em haş ji hunurêd wî hene” (2 Korintî 2:11). Çaxê em zanin bona cûre-cûre mêtodêd Şeytane miqabilî me, mera hêsa dibe wekî hişyar bimînin. Lê bes nîne, ku tenê bizanibin mêtodêd Şeytan. Kitêba Pîroz dibêje: “Miqabilî Mîrêcin bisekinin û ewê ji we bireve” (Aqûb 4:7). Di têma dinda emê xeberdin derheqa sê dereca, di kîjanada em dikarin miqabilî Şeytan derên û serkevin.