Bijîn Anegorî Duakirina Îsa—Para 1
“Navê te pîroz be” (METTA 6:9).
1. Wedê dannasînkirinê, ça em didine xebatê giliyêd ji duayê Îsa ku di Metta 6:9-13-da nivîsar e?
GELEK meriv ezberî zanin dua, kîjan nivîsar e Metta 6:9-13-da. Çaxê em dannasîn dikin, em xeberêd ji vî duayî didine xebatê. Mesele em meriva hîn dikin ku Padşatî ew heye serwêrtiya Xwedêye rêalî, kîjan ku wê axiriyêda erdê bike cinet. Em usa jî, ji wî duayî didine xebatê ewan giliya “navê te pîroz be”, wekî merivara eyan kin ku navê Xwedê heye, û ku ew nav bona me gerekê pîroz be (Metta 6:9).
2. Em ji ku zanin ku Îsa nedixwast, ku em hertim wî duayî biwekilînin?
2 Gelek meriv ewî duayî timê diwekilînin. Lê gelo Îsa dixwast wekî em hertim çaxê dua dikin, biwekilînin ew duayê wî? Na. Ewî got: “Gava ku hûn dua dikin, giliya dîsa û dîsa newekilînin” (Metta 6:7, DT). Careke din jî, çaxê Îsa şagirtêd xwe hîn dikir ku çawa dua bikin, ewî ew duakirin wekiland, lê bi xeberêd din (Lûqa 11:1-4). Dêmek, Îsa ew dua mera çawa mesele daye, wekî em hîn bin, ku derheqa çi gerekê dua bikin.
3. Kîjan pirsa tu dikarî bidî xwe, wedê şêwirkirina wî duayî?
3 Di vê têmayêda û têma dinda, emê kûr lêkolîn kin ewî duayî. Wedê şêwirkirinê, xwe bipirse: “Ew duakirin çawa dikare alî min bike ku hê rind dua bikim?” Û ya lape ferz: “Gelo ez dijîm li gora duakirina Îsa?”
“BAVÊ MEYÎ EZMANA”
4. Ew gilî “Bavê meyî ezmana” çi mera dide kifşê, û çawa Yahowa Bavê me ye?
4 Îsa duakirin destpêkir bi giliyêd usa, “Bavê meyî ezmana”. Ew gilî mera dide kifşê, ku Yahowa Bavê hemû xûşk-birêd me ye (1 Petrûs 2:17). Lê Yahowa bi rastiyê jî Bav e bona wan, kîjan ku ewî xwexa jibartiye bona jîyîna ser ezmana, û wana hesab dike çawa kurêd xwe (Romayî 8:15-17). Ewêd ku wê bijîn heta-hetayê ser erdê, dikarin bêjin ku Yahowa “Bavê” wan e, çimkî ew jîyînê dide wan û derheqa hewcêd wan xem dike. Lê ewana wê bêne navkirinê ça “zarêd Xwedê”, çaxê bibine qedandî û wedê cêribandina paşin amin bimînin (Romayî 8:21; Eyantî 20:7, 8).
5, 6. Kîjan pêşkêşa gelek baş dê-bav dikarin bidine zarêd xwe, û zar ça dikarin ewê pêşkêşê bidine xebatê? (Binihêrin şikilê ewlin.)
5 Dê-bav pêşkêşeke gelek baş didine zarêd xwe, çaxê alî wan dikin seva ewana fem kin, ku Yahowa Bavê wanî ezmana ye, û usa jî çaxê wana hîn dikin ku Xwedêra dua bikin. Berpirsiyarê mihalê ji Afrîkaya Başûrê dibêje: “Ji roja bûyîna qîzêd xwe, min her şev tevî wan dua dikir, xêncî wan roja çaxê ku ez malda nîbûm. Ewana gelek car dibêjin ku xeberêd wan dua, nikarin rind bînin bîra xwe. Lê tê bîra wan, ew dereca rihet û serbest, wedê duakirinê Bavê me Yahowara. Çaxê îda wana xwexa dikaribû dua bikin, min ewana hêlan dikirin, ku bi dengê bilind dua bikin. Çimkî usa min dikaribû bibihîsta, ku ewana ça fikirêd xwe û hestêd xwe Yahowara eyan dikin. Ew mecaleke gelek baş bû bona min, wekî bizanibim ku çi ye dilê wanda. Paşê, min dikaribû bi nermî şîret bida wan, wekî mesela hildin ji duayê Îsa, seva ku duayêd wan bi nêt bin”.
6 Qîzêd wî birayî çaxê mezin bûn jî, berdewan dikirin nêzîkî Yahowa bin. Ewana niha mêrkirî ne, û tevî malxêd xwe çawa qulixkarêd hertim Yahowara qulix dikin. Rastî jî, dê-bav pêşkêşeke gelek baş dikarin bidine zarêd xwe, çaxê wana hîn dikin ku Yahowa Kesê rêalî ye û ku ewana dikarin bibine dostê wîyî nêzîk. Lê xwexa zar gerekê ewê dostiyê tevî Yahowa xwey ke (Zebûr 5:11, 12; 91:14).
“NAVÊ TE PÎROZ BE”
7. Bona cimeta Xwedê çi ye qedir, û ew yek ji me çi dewa dike?
7 Gelek qedirekî mezin e ew yek, ku em zanin navê Xwedê, û ku em “navê wî hildine ser xwe” (Karên Şandiya 15:14; Îşaya 43:10). Em dua dikin Xwedêra “Navê te pîroz be”, dêmek wekî navê wî hurmet be. Duakirinêda, em usa jî ji Yahowa hîvî dikin, ku alî me bike wekî em tiştekî usa nekin û nebêjin, ku navê wî bêhurmet kin. Em gerekê çev nedine hine mesîhiyêd qirna yekêda, yêd ku merivêd din hîn dikirin, lê xwexa ew tişt nedikirin. Pawlos wanra nivîsî: “Rûyê we cihûyada navê Xwedê nava necihûyada tê bêhurmetkirinê” (Romayî 2:21-24).
8, 9. Meselê bînin, ku ça Yahowa alî wan dike, yêd ku dixwazin navê wî pîroz kin.
8 Em hemû tiştî dikin çi ku dikarin, wekî navê Yahowa pîroz kin. Werên binihêrin mesela xûşkeke me ji Norwejê. Malxê wê mir, û ew xûşk tevî zara du salî tenê ma. Ew gilî dike: “Di jîyîna minda, ew wede gelek çetin bû. Min her roj dua dikir, dikarim bêjim her sihet, bona qewatê bistînim wekî bikaribim aliyê êmosîalîda xwe bigirim. Bi vê yekê min rê nedida Şeytan, ku qerfa Yahowa bike, seva safîkirinêd minê nerast yan jî seva neaminiyê. Min gelek dixwast navê Yahowa pîroz kim, û min usa jî dixwast, ku kurê min dinya tezeda bavê xwe bivîne” (Metelok 27:11).
9 Gelo Yahowa caba duayê wê da? Belê. Ew xûşk timê tevî xûşk û bira bû, û bi alîkariya wana ew qewî dibû. Paşî pênc sala ewê rûspî stand. Kurê wê niha 20 salî ye û birê nixumandî ye. Ew xûşk niha dibêje: “Ez gelek bextewar im, ji bo wê yekê ku mêrê min, alî min kir û min kurê xwe mezin kir”.
10. Xwedê wê ça navê xwe bi temamî pîroz ke?
10 Yahowa wê bi temamî navê xwe pîroz ke, çaxê kuta ke wan hemûşka, yêd ku wî bêhurmet dikin û qebûl nakin çawa Serwêrêd xwe. (Bixûne Hezeqêl 38:22, 23.) Wî çaxî, meriv wê qedandî bin, û her kes li ezmana û ser erdê wê Yahowa bihebîne, û navê wîyî pîroz hurmet ke. Axiriyêda Bavê me wê “her tiştîda ew bibe Xwedêyê her tiştî” (1 Korintî 15:28).
“BIRA PADŞATIYA TE BÊ”
11, 12. Sala 1876 Yahowa alî cimeta xwe kir, ku çi fem kin?
11 Heta ku Îsa biçûya li ezmana, şagirtêd wî ji wî pirsîn: “Xudan, vî zemanîda tê Padşatiya Îsraêlê li wan vegerînî?” Îsa caba wan da û got, ku hê wede nîne ku ewana bizanibin, ku kengê Padşatiya Xwedê wê destpêke serwêrtiyê bike. Ewî got ku hê ferz e wekî ewana dîna xwe bidine ser şixulê dannasînkirinê. (Bixûne Karên Şandiya 1:6-8.) Lê yeke Îsa ewana hîn kirin, ku dua bikin bona hatina Padşatiyê û hîviya wî wedeyî bin. Lema jî, em îro dua dikin wekî Padşatî bê.
12 Çaxê wede nêzîk dibû ku Îsa destpêke li ezmana serwêrtiyê bike, Yahowa alî cimeta xwe kir ku ewana fem kin, ku kîjan salê ew yek gerekê biqewime. Sala 1876, Çarlz Têîz Rassêl gotar nivîsî bi vî navî “Çaxê Wedê Pûtparista Xilaz bin?” Di vê gotarêda ewî şirovekir, ku di pêxembertiya Daniyêlda “heft wext”, û pêxembertiya Îsada “wextê . . . mileta”, yek in. Û di gotarêda hatibû şirovekirinê ku ew wext gerekê xilaz bin sala1914. a (Binihêre spartin.) (Daniyêl 4:16; Lûqa 21:24)
13. Çi qewimî sala 1914-da, û halê dinyayê paşî wê salê, çi îzbat dikin?
13 Sala 1914, di Ewropayêda şer destpêbû, û ew şer nava temamiya dinyayêda bela bû. Ji bo wî şerî, xelaya giran destpêbû. Û sala 1918 çaxê ew şer îda xilaz dibû, nexweşîke giran bela bû, û diha zef meriv mirin ji wê nexweşiyê, ne ku wedê şer. Ew hemû tişt pareke “nîşana” Îsa bû. Ewê nîşanê îzbat kir ku Îsa sala 1914, li ezmana bû Padşa (Metta 24:3-8; Lûqa 21:10, 11). Vê salê, Îsa “çawa egît çû, wekî serkeve” (Eyantî 6:2). Ewî ji ezmana berî Şeytan û cinêd wî da, û avîte ser erdê. Paşî wê yekê, pêxembertî hate sêrî: “Wey li erdê û li berê, çimkî Mîrêcin jorda ser weda hate avîtinê û ew ji hêrsê xwe dixwe, ku zane wê hindikî bimîne” (Eyantî 12:7-12).
14. a) Çira em heta niha dua dikin wekî Padşatiya Xwedê bê? b) Kîjan şixulê ferz em gerekê bikin?
14 Ev pêxembertiya ji Eyantî serê 12, alî me dike ku fem kin, çira tengasiyêd giran destpêbûn li ser erdê, çaxê Îsa bû Padşayê Padşatiya Xwedê. Îsa niha li ezmana serwêrtiyê dike, Şeytan jî li ser erdê serwêrtiyê dike. Lê zûtirekê Îsa wê “serkeve”, dêmek wê hemû zulmiyê û xirabiyê ser erdê kuta ke. Heta ku ew wede bê, em dîsa berdewan dikin dua bikin derheqa hatina Padşatiyê û em nava şixulê dannasînkirina wê Padşatiyêda nin. Bi wî şixulê dannasînkirina me pêxembertiya Îsa tê sêrî: “Û ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14).
“EMIRÊ TE BE . . . LI SER ERDÊ”
15, 16. Gelo bes e hergê em tenê derheqa qirara Xwedê ku ser erdê be dua bikin? Şirovekin.
15 Weke 6000 sal pêşda, li ser erdê emirê Xwedê bû, dêmek qirara wî. Lema jî çaxê ewî ser erdê hemû kirinêd xwe dît, got ku “ew gelekî qenc bûn” (Destpêbûn 1:31, PKM). Paşê, Şeytan miqabilî Xwedê derket, û hingêda gelek meriv qirara Xwedê naqedînin. Lê îro weke heyşt mîlyon meriv Yahowara qulix dikin. Ewana dua dikin wekî qirara Xwedê be li ser erdê, û hin jî ewana qirara wî diqedînin. Ewana dilê Xwedê şa dikin û bi xîret derheqa Padşatiya wî merivara gilî dikin.
16 Mesele, xûşkeke mîsyonêr 80 salî, di Afrîkayêda, hatiye nixumandinê sala 1948, dibêje: “Ez timê dua dikim wekî heta ku hê ne dereng e em bigihîjne hemû meriva û alî wan bikin, seva pêbihesin derheqa Yahowa. Usa jî çaxê ez kesekîra dannasîn dikim, ez ji Yahowa hîvî dikim wekî bîlaniyê bide min, seva ku bigihîjime dilê wî merivî. Û çaxê ez merivêd bi dilê sax divînim, ez Yahowara dua dikim ku cefê me kerem ke”. Ew xûşka emirda mezin alî geleka kir, ku bibine Şedêd Yahowa. Dibek tu jî zanî merivêd usa, ku emirda mezin in, lê bi xîret qirara Yahowa diqedînin. (Bixûne Fîlîpî 2:17.)
17. Tu çi texmîn dikî, çaxê difikirî ku Yahowa çi wê bike axiriyêda li ser erdê?
17 Heta ku Xwedê dijminêd xwe ser erdê kuta neke, emê berdewan kin dua bikin wekî qirara wî be. Paşê çaxê qirara wî be ser erdê, erd wê bibe cinet, û bi mîlîarada meriv wê ji mirinê rabin. Îsa got ku “wext nêzîk dibe, ku hemûyêd tirbada wê dengê wî bibihên, . . . rabin” (Yûhenna 5:28, 29). Bidine ber çevê xwe ku wê çiqas wedekî xweş be, çaxê em rastî merivêd xweyî saxbûyî bên! Xwedê wê ji çevêd me “hemû hêsirêd” me paqij ke (Eyantî 21:4). Ji merivêd ku wê sax bin, heçî zef wê merivêd “neheq bin”, dêmek yêd ku tu car rastiya derheqa Yahowa û Îsa nebihîstine. Û emê gelek şa bin, çimkî emê wana hîn kin derheqa qirara Yahowa, û paşê jî ewana wê bikaribin “jiyîna heta-hetayê” bistînin (Karên Şandiya 24:15; Yûhenna 17:3).
18. Însanetêra çi gelek lazim e?
18 Çaxê Padşatiya Xwedê bê, wê navê Xwedê pîroz ke, û her kes di gerdûnêda wê tevayî Yahowara qulix kin. Belê, Xwedê wê bide însanetê ewan tişta çi ku wanra gelek lazim e. Derheqa wan sê tiştêd lazim, Îsa di duakirina xweda ji Xwedê xwestibû. Di têma dinda, emê pêbihesin derheqa tiştêd ferze din ku Îsa hîn dikir wekî dua bikin.
a Seva ku pêbihesin çawa ew pêxembertî sala 1914 hate sêrî, binihêrin kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, rûpêla 215-218.