Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Azabûna We Îdî Nêzîk e”

“Azabûna We Îdî Nêzîk e”

“Gava ev tişt destpêbibin, hûn rabin serê xwe bilind kin, çimkî azabûna we îdî nêzîk e” (LÛQA 21:28).

KILAMÊN: 49, 43

1. Çi diqewimî sala 66? (Binihêrin şikilê ewlin.)

 BIDE ber çevê xwe ku tu Mesîhî yî, û dijîyî sala 66 di Orşelîmêda. Dor berê te gelek tişt diqewimin. Merivê dewleta Romê Florûs, ji xizna paristgehê 17 telant dizî. Ji bo vê yekê Cihû gelek hêrsketine û miqabilî Romê derketine. Wana gelek eskerên Romê kuştin û elam kirin ku dixwazin bin serwêrtiya Romê derên û başqe bin. Lê Romê derbêra xwe kifş kir. Nava sê mehada, 30 000 esker bi fermana Tsêstî Gall dora Orşelîmê girtin. Û ew Cihûyên ku miqabilî Romê derketin xwe di paristgehêda veşartin, lê eskerên Romê, aliyê dervava destpêkirin dîwarê dora paristgehê hilşînin. Hemû kes di şeherda ziravqetandî bûn. Lê teyê çi texmîn kira hergê te ew hemû derece bidîtana?

2. Mesîhî çi gerekê bikirana çaxê dîtin, ku eskerên Romê nişkêva şeher hîştin, û ew yek ça qewimî?

2 Çend sal pêşda, Îsa derheqa vê qewimandinê pêşda gote şagirtên xwe û temî da wan: “Lê gava hûn bibînin ku ordiya dora Orşelîmê girtiye, hingê bizanibin ku wêranbûna wê nêzîk e. Hingê ewêd ku Cihûstanêda ne bira birevine çiya û ewêd ku Orşelîmêda ne bira derên, ewêd kewşênda ne, bira venegerine bajêr” (Lûqa 21:20, 21). Lê wana wê ça temiya Îsa biqedandana ji Orşelîmê derketana, ne axir esker dora şeher girtibûn? Tiştekî ecêb qewimî. Nişkêva ordiya Romê Orşelîm hîştin û paşda çûn! Çawa ku Îsa pêxembertî kiribû, hucumkirina wana “kin” bû (Metta 24:22). Çaxê ordiya Romê paşda çûn, hema ew wede bona Mesîhiyên amin bû, ku gura Îsa bikin û derbêra birevine çiya. a (Binihêre spartin.) Paşê, sala 70, ordiya Romê dîsa vegeriya Orşelîmê. Wî çaxî wana şeher wêran kir. Lê ewên ku gura Îsa kirin xilaz bûn.

3. Mesîhiyên îroyîn wê zûtirekê rastî kîjan qewimandinê bên, ku mîna ya berê ye, û di vê têmayêda emê derheqa çi şêwir kin?

3 Temiya Îsa û şîretên wî bona roja îro ne jî. Zûtirekê emê jî bikevine dereca usa. Îsa ewan derecên qirna yekêda beramberî vê yekê kir, ku wê çi biqewime çaxê “tengasîke mezin” destpêbe (Metta 24:3, 21, 29). Çawa ku wedê hilşandina Orşelîmê Mesîhiyên amin xilaz bûn, usa jî wedê tengasiya mezin ku zûtirekê wê bê, “elaleteke mezin” wê xilaz be. (Bixûne Eyantî 7:9, 13, 14.) Mera gelek ferz e ku fem bikin, hela Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa qewimandinên axiriyê. Lê çira? Çimkî emirê me vê yekêva girêdayî ye. Werên şêwir kin, hela ew qewimandin wê ça ser me hukum bin.

DESTPÊBÛNA TENGASIYA MEZIN

4. Wê ça destpêbe tengasiya mezin?

4 Wê ça destpêbe tengasiya mezin? Ew wê destpêbe bi kutakirina rêlîgiya qelp. Kitêba Pîroz rêlîgiya qelp nav dike çawa “Babîlona mezin, maka [diya] qava û kirêtîyêd dinyayê” (Eyantî 17:5-7). Lê çira rêlîgiya qelp tê navkirinê çawa jina qav? Çimkî serwêrên rêlîgiyên qelp Xwedêra neamin bûn. Dewsa ku bi aminî piştgiriya Îsa û Padşatiya wî bikin, ewana piştgiriya serwêrtiyên meriva dikin û çi ku Kitêba Pîroz hîn dike qebûl nakin. Ewana usa dikin, seva ku hê zêde hukumê wan hebe. Firqî heye orta qulixkirina wan û rûnkiriya, çimkî rûnkirî Xwedêra rast qulix dikin (2 Korintî 11:2; Aqûb 1:27; Eyantî 14:4). Lê kê wê Babîlona mezin kuta ke? Çawa Eyantîda nivîsar e, Xwedê wê usa bike ku “dehe stirûyêd” “cenewirekî sorê gevez” “xwestina wî bikin”. Lê kê ye ew “cenewirekî sorê gevez”? Ew bi sîmbolîk tê hesabê Miletên Yekbûyî, lê “dehe stirûyêd” wî têne hesabê hemû polîtîk, ku piştgiriya Miletên Yekbûyî dikin. (Bixûne Eyantî 17:3, 16-18.)

5, 6. Çira em dikarin bêjin, ku kutakirina Babîlona mezin nayê hesabê kutakirina hemû endemên wê?

5 Gelo hemû endemên rêlîgiyên qelp wê bêne qirkirinê, wedê kutakirina Babîlona mezin? Na. Yahowa bi Zekeriya pêxember got, ku çi wê biqewime. Wî çaxî, hinekên ku berê nava rêlîgiya qelpda bûn, wê bêjin: “Ez ne pêxember im, zilamekî cotkar im, ji ber ku di civantiya [cahiltiya] minda zilamekî min ji xwera kir kole [xulam]. Û wê yek jêra bêje: ‘Ev birînên ku di nav destê teda ne çi ne?’ Û wê ew bêje: ‘Birînên ku li mala hizkiriyên xwe girtine [standiye]’” (Zekerya 13:4-6). Dêmek em divînin, ku hela hê serwêrên rêlîgiya jî wê înkar kin, ku ewana bawermend in, û ku nava rêlîgiyên qelpda bûn.

6 Lê hingê wê çi biqewime tevî cimeta Xwedê? Îsa got: “Heger ew roj kin nebûna, tu kes xilaz nedibû, lê bona xatirê bijartiya ew rojê kin bin” (Metta 24:22). Di qirna yekêda tengasiya Orşelîmêda “kin” bû. Evê yekê mecal da “bijartiya”, dêmek Mesîhiyên rûnkirî, ku birevin. Usa jî axiriyêda, para pêşine tengasiya mezin, wê “kin” be bona “bijartiya”. Yên polîtîk, dêmek “dehe stirûyêd” cenewir, wê nikaribin cimeta Xwedê kuta kin. Lê dewsê, paşî para pêşine tengasiya mezin wê bibe edilayî, lê wedêkî kin.

WEDÊ CÊRIBANDINÊ Û DÎWANKIRINÊ

7, 8. Çi mecal wê hebe paşî kutakirina rêlîgiya qelp, û çawa cimeta Xwedê wê cude bin ji merivên din?

7 Çi wê biqewime paşî kutakirina rêlîgiya qelp? Wî wedeyî wê eyan be, hela bi rastiyê dilê meda çi ye. Wî çaxî, gelek meriv wê ji “qeyêd çiyada”, dêmek ji teşkîletên meriva, xilazkirinê û alîkariyê bigerin (Eyantî 6:15-17). Lê cimeta Yahowa wê gumana xwe bide ser wî, ku ew wê wana xilaz ke. Çaxê qirna yekêda hucumkirina ser Orşelîmê “kin” bû, hingê ew wede ne bona hemû Cihûya bû, wekî ewana nişkêva bibûna Mesîhî. Lê ew wede bona Mesîhiya bû, seva ku ewana ji Orşelîmê birevin, çawa ku Îsa temî da wan. Axiriyêda jî wê usa bibe. Çaxê hucumkirina Babîlona mezin “kin” be, em gerekê hîviyê nîbin ku gelek meriv nişkêva bibine Mesîhiyên rast. Dewsa wê yekê ew wede, wê mecal be bona qulixkarên rast, seva ku ewana îzbat kin hizkirina xwe hindava Yahowa û alî rûnkiriya bikin (Metta 25:34-40).

Ew yek wê mecalê bide me, wekî em hezkirina xwe hinda Yehowa diha baş kin û piştgiriya kesên bi ruh kifşkirî bikin 

8 Rast e em hemû tiştî nizanin, ku wê çi biqewime wedê cêribandinê. Lê gerekê em hîviyê nîbin, ku wî çaxî jîyîn wê hêsa be. Dewsa vê yekê em gerekê hîviyê bin, ku dibek wê lazim bê tiştekî qurban kin yan jî ji xwe kêm kin. Qirna yekêda, Mesîhî malên xwe hîştin û ber gelek çetinaya teyax dikirin, seva ku xilaz bin (Marqos 13:15-18). Lema jî em gerekê xwe bipirsin: “Gelo ez hazir im hebûna xwe bihêlim? Gelo ez hazir im hemû tiştî bikim, seva ku Yahowara amin bimînim?” Tu tenê bifikire, wî wedeyî çi jî biqewime, tenê emê Xwedayê xwera qulix kin, çawa ku Daniyêl pêxember dikir (Daniyêl 6:10, 11).

Xilazî wê bê!

9, 10. a) Wedê tengasiya mezin, cimeta Yahowa wê kîjan elametiyê bela kin? b) Wî wedeyî dijminê cimeta Xwedê, wê xwe ça kifş kin?

9 Tengasiya mezin, wê ne ew wede be, ku “mizgîniya Padşatiyê” dannasîn kin. Wedê dannasînkirina vê mizgîniyê wê derbaz be. Çimkî zûtirekê wedê “xilazî” wê bê! (Metta 24:14). Cimeta Xwedê wê bi mêrxasî elametiya dîwankirinê elam kin. Ew elametî dikare ew be, ku dinya Şeytane zulm, îda bi temamî here berbi kutakirinê. Kitêba Pîroz ewê elametiyê beramberî teyrokê dike: “Ji ezmên teyroka gire weke pêncî kîlogramê ser merivada barî. Meriva ji dest lêdana teyrokê kifirî li Xwedê kirin, çimkî eva bela gelekî giran bû” (Eyantî 16:21).

10 Dijminên me ew elametiya sert wê bibihên. Yahowa bi pêxember Hezeqêl got, ku ça wê xwe kifş ke Gog û Magog, dêmek miletên dinyayê: “Xudan, Xudan usa dibêje: ‘Wê ew roja usa bibe ku, wê hinek tişt bên aqilê te û tuyê ramanên [fikirên] xirab bifikirî û tuyê bêjî: ‘Ez hilkişim warê gundên bêdîwar, ez bi ser yên ku di rihetiyêda ne û di ewlekariyêda rûdinên herim, gişk bêyî dîwar rûniştine û çilmêreyên deriyên wan û deriyên wan nîne [tune]’. Tuyê bona talan û yexme kirinê û bona ku li dijî ciyên çawa xirab bûbûn, lê niha mirov lê rûdininê û neteweya ku ji gelanva hatine civandin destê xwe bizivirîne hilkişe, ew netewa ku dewar û mal qezenc kiriye; di navika [sêntra] dinêda rûdinê’” (Hezeqêl 38:10-12). Nava hemû merivada, cimeta Xwedê wê bikevine çeva, bi sîmbolîk ewana wê çawa “navika dinêda” bin. Lema jî miletên dinyayê îda wê xwe negirin, û wê bixwazin rûnkiriyên Yahowa û ewên ku piştgiriya rûnkiriya dikin, kuta kin.

11. a) Em çi gerekê bizanibin derheqa wê yekê, ku çi paşî çi wê biqewime wedê tengasiya mezin? b) Meriv wê ça xwe kifş kin çaxê nîşana bivînin?

11 Çaxê Gog bixwaze cimeta Xwedê kuta ke, paşî wê yekê wê çi biqewime? Kitêba Pîroz raste-rast mera gilî nake, ku çi paşî çi wê biqewime, lê hine qewimandin dibek jî carekêra biqewimin. Îsa çaxê pêxembertî kir derheqa xilaziya vê dinyayê, ewî got: “Û ser royê, hîvê û steyrka nîşanê bibin. Li ser dinê jî miletê ji dest dengê xuşîniya pêlêd berê bibizdin û xwe unda kin. Dilê meriva jî ji tirsa wê bisekine, bona ew tiştêd ku wê bêne serê temamiya dinê, çimkî topêd ezmana wê ji riyêd xwe derên. Û hingê wê bibînin ku Kurê Însan ewrava bi qewat û rûmeta mezin tê”. (Lûqa 21:25-27; Bixûne Marqos 13:24-26.) Gelo çaxê ew pêxembertî bê sêrî, bi rastiyê li ezmana wê nîşan û qewimandin hebin? Em gerekê hîviyê bin ku bivînin. Lê em zanin ku, çaxê dijminên Xwedê wan nîşana bivînin, wê tirs bikeve dilê wan û bikevine panîkê.

Gumana me heye, çimkî em zanin ku emê xilaz bin! (Binihêre abzasa 12, 13)

12, 13. a) Çi wê biqewime çaxê Îsa “bi qewat û rûmeta mezin” bê? b) Wî çaxî cimeta Xwedê wê ça xwe bide kifşê?

12 Çi wê biqewime çaxê Îsa “bi qewat û rûmeta mezin” bê? Îsa wê wan xelat ke, kîjan ku amin bin, lê yên neamin, ew wê dîwana wan bike (Metta 24:46, 47, 50, 51; 25:19, 28-30). Îsa mesele anî, seva şiroveke, ku ew yek wê ça biqewime. Ewî got: “Gava Kurê Însan tevî hemû milyaketa û rûmeta xweva bê, hingê wê ser textê xweyî rûmetê rûnê hemû milet wê li ber wî bicivin. Ewê wana ji hev başqe ke, çawa şivan pêz ji bizina vediqetîne. Ewê pêz li milê xweyî rastê bide sekinandinê, lê bizina li milê xweyî çepê” (Metta 25:31-33). Çi wê bibe tevî pêz û bizina? Ewana herdu jî wê bêne dîwankirinê. Bizin, dêmek merivên neamin, wê qir bin ser heta-hetayê. Lê pez, dêmek merivên amin, wê emirê heta-hetayê bistînin (Metta 25:46).

13 Gelo bizin wê çawa xwe kifş kin, çaxê fem kin ku ewana wê bêne qirkirinê? Ewana wê “xwe bixin” (Metta 24:30, ÎM). Lê rûnkirî û ewên ku piştgiriya wan dikin wê çawa xwe kifş kin? Ewana wê usa bikin çawa ku Îsa got: “Rabin serê xwe bilind kin, çimkî azabûna we îdî nêzîk e” (Lûqa 21:28).

ŞEWQ PADŞATIYÊDA

14, 15. Çi civandin wê bibe, paşî destpêbûna peyketina Gog û Magog, û ew civandin wê ça biqewime?

14 Çi wê biqewime çaxê Gog û Magog destpêke pey cimeta Xwedê keve? Kitêba Pîroz dibêje ku Kurê însan wê “milyaketên xwe bişîne û wê bijartiyên xwe ji çar aliyan, ji perê erdê heta perê ezmên bicivîne” (Marqos 13:27, ÎM; Metta 24:31). Ew civandina rûnkiriya nayê hesabê, ew wede çaxê ewana cara pêşin hatine bijartinê. Ew civandin usa jî nayê hesabê, ku rûnkirî kîjan ku hê ser erdê ne, wê mora xilaziyê bistînin (Metta 13:37, 38). Çimkî ewana mora xilaziyê wê pêşiya destpêbûna tengasiya mezin bistînin (Eyantî 7:1-4). Lê wekî usa ne, ew civandin çi tê hesabê? Ew civandin tê hesabê, çaxê rûnkiriyên ku hê ser erdê ne, xelata xwe bistînin û herine li ezmana (1 Têsalonîkî 4:15-17; Eyantî 14:1). Ew yek wê biqewime, hinek wext paşî destpêkirina hêrîşkirina Gog û Magog (Hezeqêl 38:11). Paşê, çawa ku Îsa got, “merivêd rast wê Padşatiya Bavê xweda mîna tevê şewq bidin” (Metta 13:43). b (Binihêre spartin.)

15 Gelek Mesîhiyên vê dinyayê bawer dikin, ku ewana wê herin li ezmana, bi bedena merivî. Ewana usa jî difikirin, ku ewana wê bi çevê xwe bivînin, ku ça Îsa vedigere ser erdê seva ku serwêrtiyê bike. Lê Kitêba Pîroz eyan nîşan dike, ku hatina Îsa wê neyê dîtinê, çimkî “nîşana Kurê Însan wê li ezmên xuya be”, û ku Îsa wê “li ser ewrêd ezmên” bê (Metta 24:30). Hin jî Kitêba Pîroz dibêje, ku “xûn û goşt li Padşatiya Xwedê nikarin war bin”. Dêmek, ewên ku wê herine li ezman, pêşiyê gerekê “bêne guhastinê, nişkêva, çawa çevê xwe bigirî-vekî, dema boriya axiriyê bê lêdanê”. c (Binihêre spartin.) (Bixûne 1 Korintî 15:50-53.) Ji wê yekê em divînin ku rûnkiriyên amin, kîjan ku hê ser erdê ne, wê derbêra bêne civandinê.

16, 17. Çi wê biqewime pêşiya dewata Bex?

16 Çaxê hemû 144 000 rûnkirî li ezmên bin, îda dikare destpêbe hazirkirinên xilaziyê bona dewata Bex (Eyantî 19:9). Lê pêşiya dewatê, gerekê tiştek biqewime. Bînin bîra xwe, ku Gog wê pey cimeta Xwedê keve, çaxê rûnkiriyên ku mane hê ser erdê bin (Hezeqêl 38:16). Lê cimeta Xwedê wê çi bike? Ewana wê guh bidine vê temiyê: “Yê ku di wî şerîda cengê bike ne hûn in; . . . rêz girêdin û bisekinin, tevî xwe xilaziya Xudan bivînin; netirs in û nekevin bêzariyê” (2 Dîrok 20:17). Çaxê Gog peyketinê destpêke, hemû rûnkirî ser erdê wê hilkişne li ezmên. Lê li ezmên wê çi biqewime çaxê Gog pey me keve? Eyantî 17:14 dibêje ku dijminên cimeta Xwedê wê “tevî Berx şer bikin, lê Berx tevî yêd gazîkirî, bijartî û amina wê li ser wan bikaribe”. Dêmek, Îsa û 144 000 rûnkirî wê cimeta Xwedê ser erdê xilaz kin.

17 Ew xilazkirin wê wedê şerê Harmegedonê be, kîjan ku wê navê Yahowayî pîroz rûmet ke (Eyantî 16:16). Hemû merivên ku wê bêne dîwankirinê ça bizin, dêmek yên neamin, wê bêne kutakirinê. Îda tu car zulmî û neheqî wê tune be ser erdê, û “elaleteke mezin” wê ji Harmegedonê xilaz be. Axiriyê, pêxembertiya xilaziya kitêba Eyantî wê bê sêrî, dêmek wê dewata Bex be! (Eyantî 21:1-4) d (Binihêre spartin.) Hemûyên ku wê xilaz bin wê pir şa bin, çimkî wê bivînin qebûlkirina Xwedê û hizkirin û merdaniya wî. Em gelek hîviya wî wedeyî ne. Derbazkirina dewatê wê çiqas baş be! (Bixûne 2 Petrûs 3:13.)

18. Ji bo vê yekê ku wê zûtirekê ew pêxembertî bêne sêrî, em çi gerekê safî kin ku bikin?

18 Heta ku ew qewimandin zûtirekê biqewimin, îro em gerekê çi bikin? Yahowa Pawlos hêlan kir ku binivîse: “Heger ev her tişt wê bi vî awayî wêran bin herin, hûn gerekê merivne çawa bin? Gerekê hûn jiyîna helal û xwedênasiyêda bimeşin, hîviya Roja Xwedê bin û hatina wî lez xin . . . Awa delalno, hûn ku hîviya van yeka ne, bikin ku ew we bêleke û bêqusûr edilayîyêda tevî xwe bibîne” (2 Petrûs 3:11, 12, 14). Werên em hemû tiştî bikin, seva ku qulixkirina xwe temiz xwey kin, ku tevî rêlîgiya qelp girêdayî nîbe, û piştgiriya Padşa Îsa Mesîh bikin.

c Wedê tengasiya mezin ev rûnkiriyên ku wê hê sax bin wê bêne hildanê li ezman, lê bedena wane fîzîkî wê neyê hildanê li ezman (1 Korintî 15:48, 49). Bedena wan wê betawebe, çawa ku bedena Îsa betawebû.

d Zebûr serê 45 jî înformasiyayê dide me derheqa wan qewimandina. Dêmek pêşiyê Padşa wê şer bike, û paşê wê dewat be.