Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | JÎYÎN PAŞÎ MIRINÊ​—GELO DIQEWIME?

Gelo Çi Diqewime Paşî Mirinê?

Gelo Çi Diqewime Paşî Mirinê?

“Ez difikirîm, ku çaxê meriv dimirin, ewana diçine yan li ezmên, yan cenimê, yan jî ciyê paqijkirinê. a (Binihêre spartin.) Û min zanibû ku ez haqas baş nînim ku herime li ezmên, û haqas xirab jî nînim ku herime cenimê. Lê ciyê paqijkirinê bona min ne eyan bû, ku ew çi cî ye û li wêderê çi diqewime. Min fikirên usa di Kitêba Pîrozda tu cîkî nedîtiye. Fikirên usa tenê meriva digotin” (Lîonêl).

“Ez usa hatibûm hînkirinê ku hemû meriv paşî mirinê diçine li ezmên, lê ez vê yekêda dudilî dibûm. Ez difikirîm ku mirin xilaziya hemû tiştî ye, û ku bona miriya axirî tune ye” (Fêrnando).

Hûn qe fikirîne ser van pirsa: “Bi rastiyê çi diqewime paşî mirinê? Gelo dibeke merivên meyî hizkirî cîkî diçerçirin? Gelo emê wana dîsa bivînin? Em ça dikarin wê yekêda bawer bin?” Were em şêwir kin, hela Kitêba Pîroz çi hîn dike derheqa wan pirsa. Ya pêşin were em lêkolîn kin, ku Kitêba Pîroz derheqa mirinê çi dibêje. Paşê emê şêwir kin ku Xebera Xwedê, yanî Kitêba Pîroz, çi gumanê dide derheqa miriya.

Gelo mirî çi halîda nin?

KITÊBA PÎROZ CABA VÊ PIRSÊ DIDE: “Ji ber, yên ku dijîn dizanin ku wê bimirin; lê belê mirî bi tiştekî nizanin û êdî bona wan mîşê nîne; ji ber ku bîranîna wan hatiye ji bîr kirin. Tiştê ku bona li ser xebat kirinê te dîtiye her çi be, bi hêza [qewata] xwe li ser wê bixebite; ji ber ku li warê miriyan, ya ku tuyê herê kar û raman [fikir], zanîn û zanyarî nîne” b (Binihêre spartin.) (Waîz 9:5, 10).

Hergê hêsa bêjin, Warê Miriya ew ciyê hemû miriya ye; lê ew cî bi sîmbolîk e, kîderê ku hemû zanîn û karkirin xilaz dibe. Îbo merivê amin çi difikirî derheqa “Warê Miriya”? Ewî rojekêda unda kir hemû hebûna xwe û zarên xwe, û hin jî paşê ser temamiya bedena wî pirzik derketin, ji bo kîjana ew zef diçerçirî. Û ewî ji Xwedê lava kir: “Xwezila tu min di warê miriyanda [“cenimêda”, Catholic Douay Version] veşêre” (Îbo 1:13-19; 2:7; 14:13). Eyan e ku Îbo ne difikirî ku Warê Miriya ew heye cenima bi agir, dêmek ew cî kîderê ku cefê wî hê xirab bin. Dewsê ew difikirî ku Warê Miriya ciyê rihetiyê ye.

Em bi cûrêkî din jî dikarin pêbihesin ku mirî çi halîda nin. Em dikarin lêkolîn kin hine serhatiyên ji Kitêba Pîroz, yê ku bi rêberiya Xwedê hatine nivîsarê, derheqa heyşt meriva, yên ku ji mirinê vegeriyane jîyînê. Binihêre çargoşe “ Saxkirina Heyşt Meriva ku Kitêba Pîrozda Tê Gilîkirinê”.

Ji wan heyşta tu kesî paşî saxbûnê gilî nekir, ku ew ciyê gelek başda bû yan jî ciyê cefa û çerçirandinêda bû. Hergê ew merivên ku sax bûn, ciyên wî cûreyîda bûna, gelo wana wê merivara gilî nekirana? Û gelo wê ew yek di Kitêba Pîrozda nehata nivîsarê, seva ku gişk bizanibin? Kitêba Pîrozda ku bi rêberiya Xwedê hate nivîsarê, tiştên usa nenivîsar e. Çimkî tu tişt tune bû ku wan heyşt meriva bigotana. Çira? Çimkî ewana haş ji xwe tune bûn, mesele çawa ku xewna kûrda. Û Kitêba Pîroz cara mirinê beramber dike tevî razanê. Mesele, çaxê Lazar mir, Îsa got ku ew raza ye (Yûhenna 11:11-14).

Lê gelo çi guman heye bona miriya? Gelo ewana dikarin hişyar bin ji vê razanê?

a Paqijkirinê hesab dikin, ku yançi paşî mirinê bedena meriv wextekî diçerçire, seva ku ji gunên xwe paqij be, pêşiya ku here li ezmên.

b Xebera “Warê Miriya” yan jî “diyarê miriya” hatiye welgerandinê ji xebera Îbranî “Şêol” û xebera Yûnanî “Hadês”. Hinek welgerandinên Kitêba Pîrozda didine xebatê xebera “cenim”, lê ew fikir ku mirî cîkîda nav agirda diçerçirin, li gora Kitêba Pîroz nîne.