Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Berdewam kin Hîviyê bin!

Berdewam kin Hîviyê bin!

“Heger derengî bikeve, hîviya wê be!” (HEBAQÛQ 2:3, DT).

KILAMÊN: 32, 45

1, 2. Qulixkarên Yahowa ça xwe kifş dikin hindava pêxembertiyên Yahowa?

 QULIXKARÊN Yahowayî berê bi sebir hîviyê bûn ku pêxembertî bêne sêrî. Mesele Yêremya hîviyê bû ku Babîlon wê Cihûdayê kuta ke, û ew yek qewimî sala 607 B.D.M. (Yêremya 25:8-11). Îşaya pêxembertî kir ku Yahowa wê Cihûya ji dîltiyê vegerîne li Cihûdayê û got: “Xwezî li hemûyên ku li benda [hîviya] wî ne” (Îşaya 30:18). Usa jî Mîxa hîviya sozên Yahowa bû ku bêne sêrî û got: “Ezê li Xudan binêrim” (Mîxa 7:7). Û bi seda sala qulixkarên Xwedê hîviyê bûn û bawer bûn ku Mesîh dêmek Îsa wê bê (Lûqa 3:15; 1 Petrûs 1:10-12). a (Binihêre spartin.)

2 Îro em jî hîviyê ne ku pêxembertiyên derheqa Padşatiya Yahowa bêne serî. Îsa çawa Padşayê vê Padşatiyê, wê zûtirekê qulixkarên Xwedê xilaz ke ji vê dinya xirab. Îsa wê merivên zulm kuta ke û hemû kul-derda bide hildanê (1 Yûhenna 5:19). Lema jî em gerekê berdewam kin hîviya hatina roja Yahowa bin û hemû tiştî bikin çi ku dikarin, seva ku hazir bin bona wê rojê.

3. Em çi dikarin bifikirin hergê em gelek wext hîviya xilaziyê ne?

3 Em gelek hîviya wê rojê ne, çaxê qirara Xwedê be ser erdê (Metta 6:10). Lê hergê em gelek sal hîviya wê roja xilaziyê ne, em dikarin bifikirin: “Çira em gerekê berdewam kin hîviyê bin ku zûtirekê xilazî wê bê?”

ÇIRA EM GEREKÊ HÎVIYÊ BIN?

4. Çira ferz e ku em “hişyar bimînin”?

4 Îsa temî da şagirtên xwe ku “hişyar bimînin”. Lema mera jî ferz e ku berdewam kin hîviya roja xilaziyê bin (Metta 24:42; Lûqa 21:34-36). Usa jî teşkîleta Yahowa timê tîne bîra me ku em “hîviya Roja Xwedê bin û hatina wî lez xin”, û hiş-aqilê xwe bidine ser sozê Yahowa derheqa dinya teze. (Bixûne 2 Petrûs 3:11-13.)

5. Kîjan meniyên meye din hene ku berdewam kin hîviya roja Yahowa bin?

5 Wekî peyçûyên Îsara qirna yekêda lazim bû ku berdewam kin hîviya roja Yahowa bin, lê îro îlahî mera hê ferz e berdewam kin hîviyê bin. Çira? Çimkî nîşana ku Îsa got, îzbat dike ku ji sala 1914 ew bû Padşa di Padşatiya Xwedêda û ku em dijîn rojên xilaziyêda, dêmek “axiriya vê dinyayê”. Mesele, çawa ku Îsa pêxembertî kir, halê vê dinyayê hê xirab dibe û mizgîniya xêrê derheqa Padşatiyê nava temamiya dinyayê tê dannasînkirinê (Metta 24:3, 7-14). Îsa ne got ku ew rojên axiriyê wê çiqas bikişînin, û lema jî em gerekê hazir bin bona xilaziyê, kîjan ku wê nişkêva bê.

6. Em ji ku zanin ku xilaziya dinyayê çiqas nêzîkî be, halê dinyayê wê hê xirab be?

6 Lê gelo “axiriya vê dinyayê” ew wede ye, ku dinya wê hê zêde xirab û zulm be, ne ku niha? Kitêba Pîroz dibêje ku meriv “rojêd axiriyêda” wê hê zulm û xirab bin (2 Tîmotêyo 3:1, 13; Metta 24:21; Eyantî 12:12). Belê niha halê dinyayê xirab e, lê em zanin ku ew wê berdewam be hê xirab be.

7. Metta 24:37-39 mera çi eyan dike derheqa halê dinyayê, wedê rojên axiriyê?

7 Dibek hinek difikirin ku pêşiya “tengasiya mezin”, hemû welatada wê şer hebin û gelek meriv wê nexweş bin, û ji birçîbûnê bimirin (Eyantî 7:14). Lê hergê rast usa be, wî çaxî her kesîra wê eyan be, ku pêxembertiya ji Kitêba Pîroz tê sêrî. Û hela hê wan merivara jî wê eyan be, yên ku nedixwestin bizanibin ku Kitêba Pîroz çi dibêje. Bînin bîra xwe ku Îsa got wekî rojên axiriyêda, wê gelek meriv guh nedine wan nîşana. Ewana wê bi jîyîna her rojî bijîn û çaxê roja Yahowa bê, ewana wê gelek ecêbmayî bimînin. (Bixûne Metta 24:37-39.) Eyan e, em gerekê hîviyê nîbin ku pêşiya “tengasiya mezin” halê dinyayê wê usa xirab be, ku meriv bawer kin wekî xilazî nêzîk e (Lûqa 17:20; 2 Petrûs 3:3, 4).

Em bawer in, wekî em “axiriya vê dinyayê” dijîn

8. Em çida bawer in, ji bo wê yekê ku em pêşda zanin derheqa nîşana Îsa?

8 Îsa got ku wê çi nîşan hebe, seva ku peyçûyên wî bizanibin, ku ewana wê çi wedeyîda bijîn. Lema peyçûyên Îsa îda pêşda haş ji xwe hebûn (Metta 24:27, 42). Ji sala 1914 cûre-cûre parên nîşana Îsa têne sêrî. Lema jî em bawer in, ku em dijîn rojên axiriyêda, dêmek “axiriya vê dinyayê”. Yahowa îda safî kiriye ku kengê dinya Şeytane zulm kuta ke.

9. Çira em gerekê berdewam kin hîviya xilaziyê bin?

9 Lê gelo çira em gerekê berdewam kin hîviya xilaziyê bin? Çimkî em gura Îsa Mesîh dikin. Usa jî, em eyan divînin ku nîşana rojên axiriyê kîjan ku Îsa dabû, tê sêrî. Em bawer in ku xilazî nêzîk e, ne ji bo wê yekê ku em hema çi dibihên hemû tiştî bawer dikin, lê em bawer in çimkî pêxembertî ji Kitêba Pîroz tê sêrî. Em gerekê haş ji xwe hebin, û hazir bin çaxê xilazî bê.

EM GEREKÊ ÇIQAS WEDE HÎVIYÊ BIN?

10, 11. a) Çira Îsa gote şagirtên xwe ku “hişyar bimînin”? b) Îsa çi gote peyçûyên xwe ku bikin, hergê xilazî usa zû nayê çawa ku ewana difikirîn? (Binihêre şikilê ewlin.)

10 Gelek ji me bi aminî qulix dikin Yahowara û gelek sala hîviya roja Yahowa ne. Firqî tune çiqas wede em hîviyê ne, em gerekê berdewam kin hîviyê bin çimkî zûtirekê ew roj wê bê. Em gerekê hazir bin, çaxê Îsa bê seva ku dinya Şeytan kuta ke. Bînin bîra xwe ku Îsa çi gote peyçûyên xwe ku ewana bikin: “Haş ji xwe hebin! Hişyar bimînin! Çimkî hûn nizanin kengê wextê pêra bigihîje. Ev yek mîna merivekî ye, ku mala xwe dihêle û derdikeve rêwîtiyê. Berî çûyînê temiya mala xwe dide xulamêd xwe, şixulê wan her kesî didê û emirî ser dergehvan dike, ku hişyar bimîne. Bona vê yekê hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin malxê malê wê kengê bê, êvarê yan nîvê şevê, yan wextê bangdana dîka, yan serê sibehê. Nebe ku nişkêva ew bê û we xewêda bigire. Û ez çi wera dibêjim, hemûyara dibêjim: Hişyar bimînin!” (Marqos 13:33-37).

Hicûmkirina ser rêlîgiya qelp vê nişkêva destpêbe

11 Çaxê peyçûyên Îsa fem kirin ku sala 1914 Îsa destpêkir serwêrtiyê bike, wana fem kir ku xilazî dikare nişkêva bê. Lema jî wana destpêkir hazir bin bi wê yekê, ku şixulê dannasînkirinêda hê zêde bikin. Îsa got ku diqewime ew dereng bê, “nîvê şevê . . . yan serê sibehê”. Wekî usa ne, peyçûyên Îsa gerekê çi bikirana? Îsa got: “Hişyar bimînin”. Dêmek hergê em difikirin ku em gelek wext hîviyê ne, ew yek nayê hesabê ku xilazî hê dûr e, yan jî wê jîyîna meda nebe.

12. Hebaqûq çi pirs da Yahowa, û Yahowa çi caba wî da?

12 Hebaqûq pêxember bi sebir hîviyê bû, ku ew pêxembertî kîjan ewî derheqa hilşandina Orşelîmê digot, bê sêrî. Pêxemberên din jî ev elametî gelek sala dannasîn dikirin. Hebaqûq didît ku zulmî û neheqî hê zêde bûye ne ku berê. Ewî lavaya ji Yahowa dikir seva ku alî wî bike, û pirs da Yahowa: “Ya Xudan, heta çi wextî ezê bangî te bikim?” Rast e Yahowa wîra negot, ku kengê ew pêxembertî wê bê sêrî, lê ewî soz da Hebaqûq: “Ew dereng namîne”. Yahowa usa jî gote wî ku ew berdewam ke hîviyê be. (Bixûne Hebaqûq 1:1-4; 2:3.)

13. Hebaqûq çi dikaribû bifikiriya, û çira ew yek wê xof bûya?

13 Bide ber çevê xwe, hergê Hebaqûq biwestiya, çimkî hîviya xilaziyê bû, û usa bigota: “Ez bi sala hîviya hilşandina Orşelîmê me. Wê gelek wede bikişîne, heta xilazî bê. Minra nelazim e ku berdewam kim dannasîn kim. Yên din dikarin evî şixulî bikin”. Lê çi dikaribû biqewimiya hergê ew usa bifikiriya? Ewî wê qebûlkirina Yahowa unda kira. Û hergê ew hazir nîbûya bona hatina xilaziyê, ewî dikaribû emirê xwe unda kira.

14. Çira emê ji Yahowa razî bin, ji bo wê yekê ku ewî mera pêşda gotiye ku em berdewam kin hîviya xilaziyê bin?

14 Bide ber çevê xwe ku tu dinya tezeda yî. Hemû tişt çi ku derheqa rojên axiriyê hatibû pêxembertîkirinê hate sêrî, çawa ku Yahowa gotibû. Û tu hê zêde îtbariya xwe Yahowa tînî, û usa jî tu hê zêde bawer î ku ew wê hemû sozên xweyî din jî bîne sêrî. (Bixûne Yêşû 23:14.) Tu usa gelek ji Yahowa razî yî ku ewî xilazî wededa anî, û ku ewî cimeta xwera pêşda got, ku ewana berdewam kin hîviyê bin (Karên Şandiya 1:7; 1 Petrûs 4:7).

WEDÊ HÎVIYÊBÛNÊ EM BERDEWAM DIKIN DANNASÎN DIKIN

Tu bi xîret dannasîn dikî mizgîniya xêrê? (Binihêre abzasa 15)

15, 16. Çira em gerekê wedê wan rojên paşin, çiqas ku dikarin, hemû tiştî bikin di şixulê dannasînkirinêda?

15 Teşkîleta Yahowa wê berdewam ke bîne bîra me, ku emirê meda qulixkirin Yahowara gelek ferz e. Ew yek alî me dike ku em ne ku tenê nava şixulê dannasînkirinêda bin, lê usa jî bivînin ku çiqas ferz e elametiya ku em dannasîn dikin. Em bawer in, ku ew nîşan derheqa kîjanî Îsa got, niha tê sêrî û ku xilazî wê zûtirekê bê. Lema em şixulê Yahowa emirê xweda datînin ciyê pêşin, û berdewam dikin dannasîn kin mizgîniya xêrê derheqa Padşatiyê (Metta 6:33; Marqos 13:10).

16 Çaxê em mizgîniya xêrê meriyara dannasîn dikin, em alî wan dikin ku ewana xilaz bin ji kutakirina dinya Şeytan, kîjan ku wê zûtirekê biqewime. Teşqelên ku di berêda hebûn yek ji wan qewimî sala 1945, çaxê gemiya “Wîlhêlm Gûstlof” kete bin avê. Bi hezara meriv mirin. Xûşkeke me û malxê wê ji vê teşqelê xilaz bûn. Ew xûşk tîne bîra xwe ku çaxê gemî dikete bin avê, jinikekê dikire qarînî: “Çentê min! Çentê min! Zêr-zîvê min! Zêr-zîvê min gişk otaxêda man. Min hemû tiştên xwe unda kir!” Lê merivên din ku gemiyêda bûn fem dikirin ku çi hê ferz e, û hemû tişt dikirin seva ku emirê meriva xilaz kin. Îro emirê meriva bin xofêda ne. Em jî dixwazin mîna wan merivên dilsax bin, yên ku gemiyêda meriv xilaz dikirin, û em dixwazin dîna xwe bidine ser şixulê dannasînkirinê kîjan ku gelek ferz e. Em gerekê çiqas dikarin hemû tiştî bikin, seva ku alî meriva bikin, ku ewana xilaz bin ji kutakirina wê dinyayê.

Safîkirinên bîlan bike û hiş-aqilê xwe bide ser vê yekê ku çiqas ferz e şixulê dannasînkirinê (Binihêre abzasa 17

17. Çira em gerekê bawer bin ku xilazî dikare nişkêva bê?

17 Em dikarin zelal bivînin ku pêxembertiya ji Kitêba Pîroz tê sêrî û ku xilaziya wê dinya zulm gelek nêzîk e. Em hîviyê ne ku “dehe stirûyêd” û “cenewir” miqabilî rêlîgiya qelp dêmek, Babîlona mezin derên (Eyantî 17:16). Em gerekê nefikirin ku ew yek hê dûr e. Bîr nekin ku Xwedê wê bike “dilê wan” ku miqabilî rêlîgiya qelp derên, û ew yek dikare zû û nişkêva biqewime! (Eyantî 17:17). Xilaziya dinya Şeytane zulm zûtirekê wê bê. Lema em gerekê guh bidine giliyê Îsa: “Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we xwarin, vexwarinê û xemêd vê dinyayêva girêdayî be, nişkêva ew Roj ser weda bê . . . mîna telê” (Lûqa 21:34, 35; Eyantî 16:15). De werin em hişyar bimînin û bi xîret Yahowara qulix kin, û bawer bin ku Yahowa “bona yê li benda [hîviya] wî ne, dixebite” (Îşaya 64:4).

18. Di têmaya dinda emê caba kîjan pirsê pêbihesin?

18 Heta ku em hîviya xilaziya vê dinya zulm in, em gerekê guh bidine şîreta Cihûdayê şagirt: “Lê hûn delalno, xwe bidine ser avakirina baweriya xweye pîroz, bi Ruhê Pîroz dua bikin, xwe nava wê hizkirina Xwedêye hindava xweda xwey kin, hîviya rema Xudanê me Îsa Mesîh bin, ku jiyîna heta-hetayê bide we” (Cihûda 20, 21). Lê çawa em dikarin bidine kifşê ku hîviya dinya tezeye Xwedê ne? Emê derheqa we yekê şêwir kin di têmaya dinda.

a Seva ku bivînî rêzkirina pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz derheqa Mesîh û ça ewana hatine sêrî, binihêre kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, rûpêla 200.