Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Bifikirin ser Hizkirina Xwedê ku Kuta Nabe

Bifikirin ser Hizkirina Xwedê ku Kuta Nabe

“Ez kûr li ser her karên te difikirim” (ZEBÛR 77:12, ÎM).

KILAMÊN: 18, 29

1, 2. a) Çira tu bawer î ku Yahowa cimeta xwe hiz dike? b) Meriv bi kîjan hewcetiyê hatine efirandinê?

 ÇIRA tu bawer î ku Yahowa cimeta xwe hiz dike? Pêşiya ku tu caba vê pirsê bidî, dîna xwe bide wan mesela: Gelek sal xûşk û bira bi dil û can Tayîlên qewî dikirin. Wana jêra digot ku ew ji xwe gelek tişt dewa neke. Tayîlên dibêje: “Hergê Yahowa ez hiz nekirama, ewî wê usa timê şîret nedana min”. Brîcîtê paşî mirina malxê xwe, du zarên xwe tenê mezin kir. Ew dibêje: “Mezinkirina zara di vê dinya Şeytanda, yek ji şixulê lapî çetin e, îlahî bona wan yên ku bî ne. Lê ez bawer im ku Yahowa min hiz dike çimkî ez çaxê dilteng dibûm û digiriyam, ew tevî min bû û tu car nedihîşt ku cêribandinên min ji qewata min der bin” (1 Korintî 10:13). Nexweşiya Sandrayê heye, kîjan ku nayê qenckirinê. Ser civata mezin xûşkek nezîkî wê bû, û halê wê pirsî. Malxê wê dibêje: “Rast e me ew xûşk şexsî nas nedikir, lê çaxê ew nêzîkî me bû, me şabûneke mezin sitand. Çaxê xûşk û bira hela hê hizkirineke biçûk jî eyan dikin, ez texmîn dikim ku Yahowa çiqas zef me hiz dike”.

2 Yahowa meriv usa efirandine ku ewana hewce ne hiz kin û usa jî hewce ne wana hiz kin. Lê meriv dikare hêsa dilteng be û hizkirinê hindava xwe texmîn neke ji bo nexweşiya, yan problêmên perava girêdayî yan jî çaxê qulixkirinêda pêşdaçûyînê navîne. Lê hergê em difikirin ku Yahowa îda me hiz nake, em gerekê bînin bîra xwe ku em qîmet in bona wî, û ew tevî me ye, destê meyî rastê digire û alî me dike. Yahowa wê tu car me bîr neke hergê em wîra amin in (Îşaya 41:13; 49:15).

3. Çi dikare qewî ke vê baweriya me ku Yahowa me hertim hiz dike?

3 Ew merivên ku derheqa wan jorê hatibû gotinê, bawer bûn ku Xwedê wedê tengasiya tevî wan bû. Em jî dikarin bawer bin ku Yahowa tevî me ye (Zebûr 118:6, 7). Di vê têmayêda emê şêwir kin derheqa çar pêşkêşên Yahowa, kîjan ku îzbat dikin, ku Yahowa me hiz dike. Pêşkêş ew in 1) efirînê wî, 2) Kitêba Pîroz, 3) duakirin, 4) û kirîn. Hergê em bifikirin derheqa wan tiştên baş çi ku Yahowa bona me kiriye, emê hê zêde razî bin ji Yahowa bona hizkirina wîye hertim. (Bixûne Zebûr 77:11, 12.)

BIFIKIRIN SER EFIRÎNÊN YAHOWA

4. Em çi pêdihesin ji efirînên Yahowa?

4 Çaxê em efirînên Yahowa dinihêrin, em pêdihesin ku ew çiqas zef me hiz dike (Romayî 1:20). Mesele, Yahowa erd usa efirand, ku em dikarin gelek tişt li ser bikin, ne ku tenê bijîn. Ewî hemû tişt daye me, seva ku em jîyîna xwera şa bin. Mera xwarin lazim e, lê Yahowa cûre-cûre xwarin daye me, û çaxê em ewan xwarina dixwin dilê me xweş tê (Waîz 9:7). Xûşkek bi navê Katêrîna ji Kanadê, çaxê efirîna divîne gelek wê xweş tê, îlahî çaxê bahar destpêdibe. Ew dibêje: “Rastî jî çiqas ecêbmayî ye ku ça hemû tişt vedigere jîyînê: Kulîrk wedê xwe zanin û ji erdê derdikevin, teyrede ku ji ciyên germ vedigerin tên, usa jî kolîbirî, çivîka gelek biçûk, kîjan ku ji pişt pencera koxê min, ciyê xwarina xwe divîne. Rastî jî Yahowa çiqas zef me hiz dike, wekî haqas gelek tiştên hewas daye me”. Bavê me Yahowa efirînên xwe hiz dike, û ew dixwaze ku em jî wan efirînara şa bin (Karên Şandiya 14:16, 17).

Çaxê em dîna xwe didine efrîna, em pêdihesin wekî Yehowa çiqas me hiz dike

5. Ew yek ku Yahowa meriv çi cûreyî efirand, ça hizkirina wî dide kifşê?

5 Yahowa meriv bi feresetê usa efirand, ku ewana dikarin şixulê hewas bikin û ji wê yekê şabûnê bistînin (Waîz 2:24). Ewî şixul daye meriva ku erdê tije kin, bêcer kin û miqatî mesiya, teyreda, û tişten din bin yê ser erdê (Destpêbûn 1:26-28). Hin jî Yahowa em bi hunurên usa baş efirandine, ku em dikarin çev bidine wî (Efesî 5:1).

QÎMET KIN XEBERA XWEDÊ

6. Çira em gerekê gelek razî bin bona Xebera Xwedê?

6 Yahowa Kitêba Pîroz daye me, çimkî ew me gelek hiz dike. Ew mera derheqa xwe gilî dike û dixwaze ku em bizanibin ew hindava meriva ça ne. Mesele, em ji Kitêba Pîroz pêdihesin ku Yahowa çawa bû hindava Îsraêliya, kîjan ku gelek car gura wî nedikirin. Zebûr 78:38 dibêje: “Belê Xwedê dilovan bû, li fesadiya wan diborî [dibaxşand], ew nedişandin helaqê [qir nedikirin]; gelek caran wî digirt hêrsa xwe, wî nîşan nedida tevahiya xezaba xwe”, (ÎM). Hergê tu bifikirî ser vê rêzê, ew yek wê alî te bike, ku fem kî Yahowa çiqas zef te hiz dike û bona te xem dike. Em dikarin sed selefî bawer bin ku Yahowa bona me gelek xem dike. (Bixûne 1 Petrûs 5:6, 7.)

Em ji Kitêba Pîroz pêdihesin, ku em gerekê derheqa Xwedê çi bizanibin û Ew hindava merivada çawa ne

7. Çira em gerekê Kitêba Pîroz qîmet kin?

7 Em gerekê Kitêba Pîroz gelek qîmet kin. Çira? Çimkî Yahowa bi Kitêba Pîroz mera xeber dide. Çaxê dê yan bav tevî zara xwe helal xeberdidin, ewana hizkirina xwe hindava hev qewî dikin û îtbariya xwe hev tînin. Yahowa Bavê me ye kîjan ku me hiz dike. Rast e me ew tu car nedîtiye û ne jî dengê wî bihîstiye, lê ev tevî me bi Kitêba Pîroz xeberdide. Û em gerekê timê guh bidine wî (Îşaya 30:20, 21). Çaxê em dixûnin Kitêba Pîroz, em Yahowa nas dikin û îtbariya xwe wî tînin. Ew rêberiyê dide me û me xwey dike. (Bixûne Zebûr 19:7-11; Metelok 1:33.)

Rast e Yehû Yehoşefat hilat, lê yeke Yahowa “tiştên qenc” nava wî padşayîda dît (Binihêre abzasa 8, 9)

8, 9. Yahowa dixwaze ku em derheqa çi bizanibin? Meselekê ji Kitêba Pîroz bînin.

8 Yahowa dixwaze em bizanibin, ku ew me hiz dike, û ew dîna xwe dide ser tiştên din, ne ku ser neqedandîbûna me. Ew tiştên baş nav meda digere (2 Dîrok 16:9). Werin em binihêrin meselekê, ku çawa Yahowa tiştên baş nava padşayê Cihûda Yehoşefatda dît. Yehoşefat safîkirina nerast kir çaxê tevî Ahab padşayê Îsraêlê bû yek û miqabilî Sûryayê derket di Ramot-gîledêda. Rast e 400 pêxemberên qelp digotine Ahabê zulm, ku wî şerîda ew wê serkeve, lê pêxemberê Yahowayî rast Mîkaya gote Yehoşefat û Ahab, ku hergê ewana herin şer bikin, wê bidine der. Hema usa jî qewimî. Wî şerîda Ahab hate kuştinê, lê Yehoşefat ancax xilaz bû. Paşî wî şerî, Yahowa Yehû da xebatê ku Yehoşefat hilê û şîret ke ji bo şaşiya wî. Lê usa jî Yehû gote Yehoşefat: “Teda tiştên qenc hatin dîtin” (2 Dîrok 18:4, 5, 18-22, 33, 34; 19:1-3).

9 Çend sal pêşda Yehoşefat ferman dabû serwêra, lêviya û keşîşa ku herine hemû şeherên Cihûda, seva ku meriva qanûna Yahowa hîn kin. Wana ew şixul usa rind kirin, ku hela hê merivê ji miletê din jî derheqa Yahowa pêhesiyan (2 Dîrok 17:3-10). Rast e paşê Yehoşefat safîkirina nerast kir, lê Yahowa kirinên wîye baş kîjan ku ewî berê kiribû, bîr nekir. Ev mesele me gelek dilgerm dike, çimkî cara em jî şaşiya berdidin. Lê hergê em bi dil û can wîra qulix dikin, ew wê berdewam ke me hiz bike, û wê bîr neke wan tiştên baş ku me kiriye.

QÎMET KIN WÎ QEDRÎ KU DIKARIN DUA BIKIN

10, 11. a) Çira duakirin pêşkêşeke qîmet e ji Yahowa? b) Xwedê ça caba duayên me dide? (Binihêre şikilê ewlin.)

10 Bav ku zarên xwe hiz dike, wede divîne ku guh bide wan çaxê ewana dixwazin tevî wî xeberdin. Bav dixwaze bizanibe halê zarên xwe, çimkî ew xem dike bona wan. Bavê me Yahowa jî usa ne. Ew me dibihê çaxê em wîra dua dikin. Xeberdana tevî Bavê me gelek qîmet e û qedrekî gelek mezin e!

Yehowa xwestinên me dibihê û Ew wî çaxî jî me fem dike, gava tu kes me fem nake

11 Em dikarin Yahowara dua bikin her gava. Ew dostê me ye, û ew timê hazir e duayên me bibihê. Taylên, derheqa kîjanê ku jorê hate gotinê dibêje: “Tu dikarî hemû tiştî Yahowara bêjî”. Çaxê em derheqa fikirên xweye kûr Yahowara gilî dikin, ew dikare caba me bide bi Kitêba Pîroz, bi edebyetên me, yan jî bi xûşk-bira. Yahowa dua-dirozgên meye bi dil dibihê. Hin jî çaxê tu kes nikare me fem ke, lê Yahowa me fem dike. Cabên wî ser duakirinên me îzbat dikin, ku hizkirina wî hindava me kuta nabe.

12. Çira em gerekê dîna xwe bidine wan dua, kîjan ku di Kitêba Pîrozda hene? Meselê bîne.

12 Em dikarin gelek tişt hîn bin ji dua, kîjan ku di Kitêba Pîrozda hene. Û wê gelek kêrhatî be, ku cara ser qulixkirina tevî malbetê, derheqa wan dua şêwir kin. Çaxê em bifikirin ser duayên qulixkarên Yahowayî berê, duayên me wê hê baş bin. Mesele, em dikarin ser duakirina Ûnise bi milûktî bifikirin, çaxê ew di zikê mesiyê mezinda bû (Ûnis 1:17–2:10). Em usa jî dikarin ser ewê duakirina Silêmane bi dil û can bifikirin, çaxê ewî wedê tesmîlkirina paristgehê dua kir (1 Padşatî 8:22-53). Usa jî gelek kêrhatî ye ku bifikirin ser duakirina Îsa (Metta 6:9-13). Timê bira “xwestina we . . . Xwedêva eyan be”. Bi wê yekê “edilayîya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we . . . xwey ke”. Û razîbûna me hindava hizkirina Xwedê wê hê mezin be (Fîlîpî 4:6, 7).

EYAN KIN KU HÛN QÎMET DIKIN KIRÎNÊ

13. Bi saya kirînê em kîjan mecalê distînin?

13 Yahowa pêşkêş daye me dêmek kirîn, bi saya kîjanî em dikarin jîyîna heta-hetayê qazanc kin (1 Yûhenna 4:9). Pawlos derheqa wê pêşkêşê ku hizkirina Xwedê eyan dike, nivîsî: “Mesîh bona me nepaka wextda mir. Degme bona merivekî rast yek bimire, belkî bona merivekî qenc yekê biwêre bimire, lê belê Xwedê hizkirina xwe hindava meda hingê da kifşê, gava eme hê gunekar bûn, Mesîh bona me mir” (Romayî 5:6-8). Kirîn ew eyankirina hizkirina Xwedêye lape mezin e, kîjan ku mecalê dide meriva ku heleqetiya wane nêzîk tevî Yahowa hebe.

14, 15. Kirîn çi tê hesabê bona a) Mesîhiyên rûnkirî? b) wan, gumana kê jîyîna ser erdê ye?

14 Komeke biçûke Mesîhiya hizkirina Yahowaye hertim, bi cûrekî mexsûs ser xwe texmîn dikin (Yûhenna 1:12, 13; 3:5-7). Xwedê ewana kifş kirin bi ruhê pîroz, û lema ewana niha têne hesabê ça zarên wî (Romayî 8:15, 16). Rast e hinek ji rûnkiriya hê ser erdê ne, lê çira Pawlos got ku ewana rûniştine “li diyarê ezmana . . . bi saya Mesîh Îsa?” (Efesî 2:6). Çimkî Yahowa gumana jîyîna heta-hetayê ser ezmana da wan (Efesî 1:13, 14; Kolosî 1:5).

Kirîn hizkirina Yehowa bona hemû însanetê dide kifşê

15 Ewên ku nerûnkirî ne dikarin bibine dostê Xwedê, hergê ewana didine kifşê baweriya xwe hindava kirînê. Mecala wan jî heye ku bibine zarê Xwedê û bijîn ser erdê cinetêda heta-hetayê. Dêmek bi saya kirînê Yahowa hizkirina xwe hindava hemû meriva eyan dike (Yûhenna 3:16). Çiqas baş e ku em zanin hergê em Xwedêra amin qulix dikin, ew wê jîyîna ser erdê bide me! Werin em bidine kifşê ku qîmet dikin ewê kirînê, kîjan ku îzbat dike hizkirina Xwedê ku kuta nabe.

HIZKIRINA XWE YAHOWARA EYAN KE

16. Hergê em bifikirin ser hizkirina Xwedê, emê hêlan bin çi bikin?

16 Em nikarin hesab kin hemû cûrê hizkirina Yahowa hindava me. Dawid Padşa sitra: “Fikirên te yên ji bo min, çiqas bi rûmet in, ey Xwedê, tevahiya wan, çiqas pir in! Heger ez wan bijmêrim, ji sêlakê [qûmê] zêdetir in” (Zebûr 139:17, 18, ÎM). Çaxê em bifikirin ser cûre-cûre hizkirina Yahowa hindava me, emê hêlan bin ku wî hiz kin, dêmek caba hizkirina wî bidin.

17, 18. Bi kîjan hine cûra em dikarin hizkirina xwe hindava Xwedê bidine kifşê?

17 Em dikarin bi gelek cûra hizkirina xwe hindava Yahowa bidine kifşê. Mesele em dikarin Yahowara bidine kifşê ku em wî hiz dikin, çaxê bi xîret merivara gilî kin derheqa mizgîniya Padşatiyê (Metta 24:14; 28:19, 20). Em usa jî dikarin hizkirina xwe hindava Xwedê bidine kifşê, çaxê amin bimînin wedê cêribandina. (Bixûne Zebûr 84:11; Aqûb 1:2-5.) Lê hergê cêribandinên me gelek çetin bin, em dikarin bawer bin ku Yahowa divîne halê me û wê alî me bike, çimkî ew me qîmet dike (Zebûr 56:8).

18 Hizkirina me hindava Yahowa dikare me hêlan ke ku bifikirin ser hemû tiştên ku ewî efirandiye. Çaxê em bi dil û can Kitêba Pîroz lêkolîn dikin em eyan dikin ku Yahowa û Xebera wî hiz dikin. Em Yahowara timê dua dikin, çimkî em wî hiz dikin û dixwazin ku heleqetiya xwe tevî wî qewî kin. Û çaxê em derheqa kirîna wîye qîmet difikirin, hizkirina me hindava wî hê qewî dibe (1 Yûhenna 2:1, 2). Ew tenê hine tişt in, ku çawa em dikarin eyan kin, ku em gelek qîmet dikin hizkirina wî ku kuta nabe.