Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Niha Îda Hazir bin bona Jîyîna Dinya Tezeda

Niha Îda Hazir bin bona Jîyîna Dinya Tezeda

Bira qenciya bikin . . . wekî wê jiyîna ku rastî jiyîn e qazinc kin” (1 TÎMOTÊYO 6:18, 19).

KILAMÊN: 43, 40

1, 2. a) Tu gelek hîviya çi yî çaxê dinya teze bê? (Binihêre şikilê ewlin.) b) Dinya tezeda çi şabûneke lape baş emê bistînin?

 EM BI rastiyê jî hîviya “jîyîna heta-hetayê” ne. Pawlosê şandî bona vê jîyînê got ku ew “rastî jiyîn e”. (Bixûne 1 Tîmotêyo 6:18, 19.) Bona geleka, ew tê hesabê jîyîna heta-hetayê ser erdê. Niha mera çetin e bidine ber çevê xwe, ku her şebeq emê sihet-qewat hişyar bin, bextewar bin, û şa bin (Îşaya 35:5, 6). Bifikire ku wê çiqas xweş be wedederbazkirina tevî malbetê û hevala, û usa jî tevî wan yên ku vegerine jîyînê (Yûhenna 5:28, 29; Karên Şandiya 24:15). Wedê te wê hebe seva ku feresetên teze hîn bî û hê hostekî baş bî di wan şixulada, kîjana tu hiz dikî. Mesele, tuyê bikaribî hê zêde pêbihesî û hîn bî derheqa zandariyê, yan bikaribî hîn bî çawa ser hacetên mûsîkayê lêxî, yan çawa mala xwe rind çêkî.

2 Belê em gelek hîviya wan tiştên baş in, lê qulixkirina me Yahowara, wê şabûneke lape baş mera bîne. Bide ber çevê xwe ku jîyîn dinya tezeda wê çiqas xweş be, çaxê hemû meriv navê Yahowa pîroz kin û wî çawa Serwêrê xwe qebûl kin (Metta 6:9, 10). Emê ecêbmayî bimînin, çaxê bivînin ku dinya bi merivê qedandî tije be, çawa ku qirara Xwedê bû. De hela bifikirin, çaxê em hêdî-hêdî bibine qedandî, wê mera çiqas hê hêsa be, heleqetiya xwe tevî Yahowa qewî kin (Zebûr 73:28; Aqûb 4:8).

3. Em gerekê bona çi îro xwe hazir kin?

3 Em îtbariya xwe Yahowa tînin ku ew wê hemû wan tiştên baş bike, çimkî “her tişt ji destê Xwedê tê” (Metta 19:25, 26). Hergê em dixwazin dinya tezeda heta-hetayê bijîn, niha wede ye ku em jîyîna heta-hetayê “qazanc kin”. Em zanin ku xilazî îda tê, û lema em gerekê usa bijîn, ku bidine kifşê wekî em hîviyê ne ku xilazî wê nişkêva bê. Em gerekê niha îda hemû tiştî bikin, seva ku hazir bin bona jîyîna dinya tezeda. Were em şêwir kin, hela çawa em dikarin ewê yekê bikin.

ÇAWA HAZIR BIN

4. Çawa em dikarin xwe hazir kin bona jîyîna dinya tezeda? Meselê bînin.

4 Çawa em dikarin xwe hazir kin bona jîyîna dinya tezeda? Hergê em dixwazin herin welatekî din û wêderê bijîn, femdarî ye emê hine tişt bikin, seva ku hazir bin bijîn di vî welatîda. Mesele, em dikarin destpêkin ziman û erf-edetên wî welatî hîn bin. Dibeke em hine xwarinên wan jî tem kin. Usa jî bona jîyîna dinya tezeda, em îda niha dikarin xwe hazir kin û usa bijîn, yançi em îda wêderê ne. Werên hine tişt şêwir kin, ku çawa em dikarin xwe hazir kin.

5, 6. Hergê em guhdariya rêberiya teşkîleta Yahowa dikin, ew yek ça alî me dike, ku hazir bin bona jîyîna dinya tezeda?

5 Di vê dinyayêda, Şeytan meriva hêlan dike ku meriv usa bifikirin, ku ewana hemû tiştî çi ku hiz dikin û dixwazin, îzina wan heye bikin. Gelek difikirin, ku ferz e kesekîva girêdayî nîbin û ku nelazim e gura Xwedê bikin. Lê axiriya wê yekê çi ye? Ewana gelek kul-derda divînin û bextewar nînin (Yêremya 10:23). Lê Yahowa Serwêrê bi hizkirin e. Wê çiqas jîyîneke xweş be dinya tezeda, çaxê her kes gura Xwedê bike!

6 Dinya tezeda emê gelek şa bin, çaxê pey rêberiya teşkîleta Yahowa herin, ku erdê bikine cineta bedew, û alî wan bikin û hîn kin yên ku wê vegerine jîyînê. Yahowa wê gelek şixul bide me. Lê emê xwe ça kifş kin, hergê yên cabdar ji me hîvî kin, ku wan tişta bikin, çi ku em hiz nakin? Gelo emê gura wana bikin? Gelo emê wî şixulî rind bikin û pêra şa bin? Seva ku hazir bin bona jîyîna dinya tezeda, em gerekê îda niha guh bidine rêberiya teşkîleta Yahowa.

7, 8. a) Çira em gerekê şixulkariyê bikin tevî wan yên ku cabdar in? b) Hine kifşkirinên Mesîhiya ça hatine guhastinê? c) Dinya tezeda em çida dikarin bawer bin?

7 Hergê em dixwazin hazir bin bona jîyîna dinya tezeda, em gerekê hîn bin ku qayîl bin û şixulkariyê bikin tevî teşkîleta Yahowa û tevî hevdu. Mesele çaxê mera şixulekî teze didin, em gerekê hazir bin ku hevalşixulkariyê bikin û hemû tiştî bikin seva ku bextewar û razî bin. Hergê em niha tevî yên cabdar şixulkariyê bikin, emê dinya tezeda jî usa bikin. (Bixûne Îbranî 13:17.) Çaxê Îsraêlî ketine Erdê Sozdayî, wanra hate kifşkirinê ku kê kîderê wê bijî (Jimar 26:52-56; Yêşû 14:1, 2). Em nizanin ku dinya tezeda kîderê wê mera bê kifşkirinê ku em bijîn. Lê hergê em hîn bûne hevalşixulkariyê bikin, emê bextewar bin çaxê qirara Yahowa biqedînin, û wê mera firqî tune be emê kîderê bijîn.

8 Bide ber çevê xwe ku wê qedirekî çiqas mezin be, ku em qulix kin dinya tezeye Xwedêda, û bin serwêrtiya Padşatiya wîda! Lema, niha em şa ne ku tevî teşkîleta Yahowa şixulkariyê dikin û çi şixulî jî didine me em dikin. Lê cara dikare şixulên me yanê jî kifşkirinên me bêne guhastinê. Mesele, hine xûşk-bira ku di Beytela Dewletên Yekbûyîda qulix dikirin, ewana hatine kifşkirinê ku deştêda qulix kin. Û usa jî hine berpirsiyarê rêvî, ji bo emirê xweyî mezin hatine kifşkirinê çawa pêşengê mexsûs. Ewana kifşkirina xweye tezera şa dibin, û Yahowa jî wana kerem dike. Hergê em Yahowara dua dikin bona alîkariyê, û çiqas dikarin hemû tiştî dikin ku wîra qulix kin, usa jî hîn dibin ku qayîl bin hemû cûre kifşkirinara, emê bextewar bin û Yahowa wê me kerem ke. (Bixûne Metelok 10:22.) Gelo emê xwe ça kifş kin hergê dinya tezeda em bixwazin bijîn wî cîyî kîderê me xweş tê, lê teşkîleta Yahowa mera bêje ku cîkî mayîn bijîn? Hingê, îda wê mera firqî tune be emê kîderê bijîn yan çi bikin. Çimkî wî çaxî emê gelek razî bin, ku em dinya tezeda nin (Nehemiya 8:10).

9, 10. a) Çira dinya tezeda dibeke mera sebirkirin lazim be? b) Em ça dikarin niha bi sebir bin?

9 Dinya tezeda, cara dibeke mera sebirkirin lazim be. Mesele, em dikarin bivînin ku çawa hine meriv gelek şa dibin, ku merivên wane nêzîk û hevalên wan ji mirinê rabûne. Lê em dibek hê hîviya rabûna miriyên xweyî hizkirî bin. Hergê usa be, gelo emê tevî wan meriva şa bin û bi sebir bin? (Romayî 12:15). Hergê em îro hîn dibin ku bi sebir hîviya sozên Yahowa bin, ew yek wê alî me bike ku dinya tezeda bi sebir bin (Waîz 7:8).

10 Em usa jî dikarin hîn bin bi sebir bin, çaxê femkirina rastiya Kitêba Pîroz tê guhastin. Gelo em lêkolîn dikin ewan tiştên teze, û hergê em bi temamî fem nakin, em sebir dikin? Hergê erê, dinya tezeda wê mera hê hêsa be, ku sebir kin her gav çaxê Yahowa rêberiyên teze bide me (Metelok 4:18; Yûhenna 16:12).

11. Çira em gerekê niha hîn bin ku hevdu bibaxşînin, û ça ew yek wê dinya tezeda alî me bike?

11 Em usa jî dikarin hazir bin bona jîyîna dinya tezeda, çaxê hîn bin bibaxşînin. Wedê Hezarsaliya Padşatiya Îsa, hine wede wê lazim bê, seva ku her kes bibe qedandî (Karên Şandiya 24:15). Lema jî pirs pêşda tê gelo emê tevî yên din bi hizkirin bin û bibaxşînin hevdu? Hergê em niha hîn bin ku hevdu bibaxşînin û heleqetiya baş nav hevda xwey kin, dinya tezeda wê mera hêsa be ku usa bikin. (Bixûne Kolosî 3:12-14.)

Dinya tezeda jî emê hewcê van hunura bin, yên ku Yehowa niha me hîn dike

12. Çira em gerekê îda niha xwe hazir kin bona jîyîna dinya tezeda?

12 Dinya tezeda, dibeke em çi ku bixwazin timê nestînin, yan jî em gerekê hîviyê bin ku bistînin. Çi jî hebe, gerekê em razî bin û qayîl bin. Rastî jî, mera ew hunur wê lazim bin, kîjan ku Yahowa me hîn dike ku em niha bidine kifşê. Dêmek hergê em niha hîn dibin ku wan hunura bidine kifşê, em îzbat dikin ku bona me dinya teze rêalî ye û ku em hazir dibin bona jîyîna heta-hetayê (Îbranî 2:5; 11:1). Bi wê yekê em usa jî eyan dikin, ku em bi rastiyê dixwazin vê dinyayêda bijîn kîderê ku her kes gura Yahowa dike.

TIMÊ NAVA ŞIXULÊ YAHOWADA BE

Bi xîret dannasîn ke mizgîniya xêrê

13. Dinya tezeda, çi wê emirê meda ciyê pêşin bigire?

13 Dinya tezeda, hemû tiştên me wê hebe seva ku em jîyîna xwera şa bin. Lê şabûneke meye lape mezin wê ew be, ku heleqetiya meye nêzîk wê tevî Yahowa hebe (Metta 5:3). Emê bi qulixkirina xweye Yahowara, mijûl bin, û ji wê yekê emê şabûneke mezin bistînin (Zebûr 37:4). Çaxê Yahowa îda niha emirê meda ciyê pêşiyê digire, bi wê yekê em hazir dibin bona jîyîna dinya tezeda. (Bixûne Metta 6:19-21.)

14. Cahil çi nêtê dikarin daynin pêşiya xwe di qulixkirinêda?

14 Em ça dikarin hê zêde şabûnê bivînin ji qulixkirina xweye Yahowara? Gavek ew e ku nêta daynin pêşiya xwe. Hergê tu cahil î, bifikire ku ça dikarî usa bijî ku hê zêde Yahowara qulix kî? Tu dikarî di edebyetên meda lêkolîn bikî derheqa cûre-cûre qulixkirina hertim. Û nêtê bide pêşiya xwe, ku ji wan cûrê qulixkirinê, yekê pêk bînî. a (Binihêre spartin.) Xeberde tevî wan, yên ku gelek sala Yahowara qulix kirine çawa qulixkarên hertim. Hergê tu emirê xwe qulixkirinêda derbaz kî, tuyê hê cêribandî û hînkirî bî. Ew yek wê alîkariyê bide te bona qulixkirina te dinya tezeda.

Di qulixkirina xweye Yahowara nêta dayne pêşiya xwe

15. Em kîjan nêtên din jî dikarin daynin pêşiya xwe qulixkirinêda?

15 Dîsa gelek nêt hene, kîjan ku em dikarin daynin pêşiya xwe. Mesele, em dikarin nêtê daynin pêşiya xwe ku feresetên teze di qulixkirinêda hîn bin. Yan jî em dikarin prînsîpên Kitêba Pîroz lêkolîn kin, seva ku hê rind fem kin û bizanibin ça di emirê xweda bidine xebatê. Em dikarin usa jî derketinên xwe ser sênê, û cabên ser civatê hê baş kin. Dêmek, çaxê em bona qulixkirina xweye Yahowara nêtê datînin pêşiya xwe, ew yek alî me dike ku hê xîret bin, û hazir bin bona jîyîna dinya tezeda.

JÎYÎNA LAPE BAŞ ÎDA ÎRO

Razî be ji Yahowa bona hemû tiştî çi ku ew dide te

16. Çira qulixkirin Yahowara ew jîyîneke lape baş e?

16 Gelo çaxê em wedê xwe xerc dikin seva ku hazir bin bona jîyîna dinya tezeda, em îro jîyîna baş unda dikin? Na! Qulixkirin Yahowara ew jîyîneke lape baş e. Em Yahowara qulix nakin seva vê yekê, çimkî kesek zorê dide me, yan tenê bona wê yekê ku ji tengasiya mezin xilaz bin. Çaxê heleqetiya me tevî Yahowa rind e, jîyîna me ya lape baş e û em bextewar in. Nêta Yahowa hema ew bû ku em usa bijîn. Xwedê ku me hiz dike û rêberiyê dide me, ew yek jîyîna meda ya lape baş e, ne ku tiştekî din. (Bixûne Zebûr 63:1-3.) Her kes ji me dikare texmîn ke wê şabûnê, kîjan ku em distînin ji qulixkirina xweye bi dil û can. Hinekên ku gelek sala Yahowara qulix kirine, dikarin bêjin ku qulixkirin Yahowara, jîyîneke lape baş e (Zebûr 1:1-3; Îşaya 58:13, 14).

Ji Kitêba Pîroz rêberiyê bigere

17. Dinya tezeda emê xwestinên xwe û hêsabûnê daynin ser kîjan cîyî?

17 Dinya tezeda emê gelek şa bin çaxê hine wedê xwe xerc kin bona xwestinên xwe û hêsabûnê. Çimkî Yahowa me usa efirandiye ku em xwera şa bin, û ew mera soz dide ku “daxwaza her jîyandarî cîh” bîne (Zebûr 145:16, ÎM; Waîz 2:24). Belê mera lazim e hêsabûn û wedederbazkirin, lê em hê zêde şabûnê distînin, çaxê heleqetiya xwe tevî Yahowa datînin ciyê pêşin. Û dinya tezeda jî wê usa be. Wê bi bîlanî be ku em berdewam kin “berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin”, bifikirin ser keremên xwe kîjana distînin ji qulixkirina xwe Yahowara (Metta 6:33).

Hergê heleqetiya me tevî Yehowa nêzîk e, emirê me diha baş dibe û em bextewar in

18. Em ça dikarin bidine kifşê ku hazir dibin bona jîyîna dinya tezeda?

18 Dinya tezeda jîyîn wê hê baş be, ne ku ça em didine ber çevê xwe. Werên em bidine kifşê, ku em çiqas zef dixwazin dinya tezeda bin, dêmek niha îda hazir bin bona “jîyîna rastî”. Were em hunurên usa bidine kifşê, kîjan ku Yahowa me hîn dike, û bi xîret mizgîniya xêrê dannasîn kin. Emê şabûnê bistînin çaxê qulixkirin Yahowara ciyê pêşin bigire di jîyîna meda. Em bi temamî bawer in, ku dinya tezeda Yahowa wê hemû tiştî bike çi ku soz daye. De werên usa bijîn, ku tê bêjî em îda dinya tezeda nin!