Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Baweriya Me Zêde ke”

“Baweriya Me Zêde ke”

“Alîkariya nebaweriya min bike!” (MARQOS 9:24).

KILAMÊN: 54, 24

1. Çira bawerî gelek ferz e? (Binihêre şikilê ewlin.)

 TE QE pirseke usa daye xwe: “Gelo Yahowa wedê tengasiya mezin wê min xilaz ke?” Pawlosê şandî got, ku hunurekî lapî ferz, kîjan ku mera lazim e seva ku xilaz bin, ew heye bawerî. Ewî got: “Bê bawerî tu car nabe ku însan li Xwedê xweş bê” (Îbranî 11:6). Lê yazix, baweriya gelek meriva tune ye (2 Têsalonîkî 3:2). Ev her du rêz alî me dikin ku em fem kin, ku çiqas ferz e wekî em baweriya xwe qewî kin.

2, 3. a) Çira ferz e ku baweriya me hebe? b) Di vê têmayêda emê derheqa çi şêwir kin?

2 Pawlosê şandî digot derheqa baweriya “hêja”, dêmek ya cêribandî. (Bixûne 1 Petrûs 1:7.) Tengasiya mezin gelek nêzîk e, û em dixwazin ku baweriya meye qewî hebe, ku em xilaz bin (Îbranî 10:39). Lema mera lazim e gelek bixebitin, seva ku baweriya xwe qewî kin. Em dixwazin nava wan merivada bin, kîjan ku Îsa Mesîh wê wedê hatina xwe wan xelat ke ji bo baweriya wan. Em jî mîna wî merivî, kîjanî ku ji Îsa hîvî kir ku baweriya wî zêde ke, dikarin bêjin: “Alîkariya nebaweriya min bike!” (Marqos 9:24). Yan jî, em dibeke mîna şandiya bêjin: “Baweriya me zêde ke” (Lûqa 17:5).

3 Di vê têmayêda emê şêwir kin derheqa wan tişta: em ça dikarin baweriya xwe qewî kin, em ça dikarin bidine kifşê ku baweriya me qewî ye, û em çira dikarin dudilî nebin, ku Xwedê wê alî me bike, çaxê em dua dikin ku baweriya me hê zêde be.

XWEDÊ XWEŞ TÊ ÇAXÊ EM BAWERIYA XWE QEWÎ DIKIN

4. Kîjan mesele dikarin me hêlan kin, wekî em baweriya xwe qewî kin?

4 Bawerî gelek ferz e, lema jî Yahowa Kitêba Pîrozda gelek mesele daye nivîsarê derheqa baweriyê. Û ew mesele hatine nivîsarê “bona hînbûna me” (Romayî 15:4). Meselên Birahîm, Serayê, Îshaq, Aqûb, Mûsa, Rexabê, Gîdeyon, Barak û yên din, dikarin me hêlan kin, wekî em baweriya xwe qewî kin (Îbranî 11:32-35). Xêncî wan meselên berê, usa jî hene meselên baweriya xûşk-birên meye roja îroyîn. a (Binihêre spartin.)

Roja îroyîn gelek xûşk-birên me hene, baweriya kîjana qewî ye, em dikarin çev didine wan

5. Çawa Êlyas eyan kir baweriya xweye qewî hindava Yahowa, û em kîjan pirsê dikarin bidine xwe?

5 Ji Kitêba Pîroz meseleke qewî derheqa baweriyê, ew heye mesela Êlyas. Çaxê hûn bifikirin ser mesela wî, dîna xwe bidine ser wan pênc dereca, kîderê ku Êlyas baweriya xweye qewî hindava Yahowa eyan kir. 1) Çaxê Êlyas gote Padşa Ahab ku Yahowa wê erdê hişk ke, ewî bi bawerî got: “Bona mafê Xwedayê Îsraêl, Xudanê ku zindî ye, yê ez li ber sekinîme, heta ku gotina min hebe, wê di van salanda xunav û baran nekeve!” (1 Padşatî 17:1). 2) Êlyas bawer dikir, ku wedê vê xezebê Yahowa wê bona hewcên wî û merivên din xem bike (1 Padşatî 17:4, 5, 13, 14). 3) Êlyas usa jî bawer bû, ku Yahowa dikare kurê jinebiyê sax ke (1 Padşatî 17:21). 4) Êlyas usa jî dudilî nedibû, ku ji Yahowa wê agir bê û qurbana wî hûfî xwe ke (1 Padşatî 18:24, 37). 5) Heta ku baran bibariya, Êlyas bi baweriya qewî gote Ahab: “Derkeve bixwe û vexwe; ji ber ku dengê zêdeyiya baranê heye” (1 Padşatî 18:41). Paşî vê mesela Êlyas, em dikarin pirsê bidine xwe: “Gelo baweriya min jî usa qewî ye, çawa ya Êlyas?”

EM ÇI DIKARIN BIKIN SEVA KU BAWERIYA XWE QEWÎ KIN?

6. Em gerekê çi ji Yahowa bixwazin, seva ku baweriya xwe qewî kin?

6 Em xwexa nikarin baweriya xwe zêde kin, lema em gerekê ji Xwedê ruhê pîroz bixwazin. Gelo çira? Çimkî bawerî yek ji berên ruhê pîroz e (Galatî 5:22). Ew bi bîlanî ye çaxê em guh didine şîreta Îsa, ku dua dikin Xwedêra, seva ku ew hê zêde ruhê pîroz bide me. Îsa soz daye ku Yahowa wê “ruhê pîroz bide ewêd ku ji wî dixwazin” (Lûqa 11:13).

Gava em guh didine şîreta Îsa û dua dikin wekî diha zêde ruhê pîroz bistînin, em bîlaniyê didine kifşê

7. Şirovekin ku çawa em dikarin baweriya xwe qewî xwey kin.

7 Çaxê baweriya meye qewî hindava Xwedê heye, em gerekê ewê baweriyê xwey kin. Baweriyê em dikarin beramber kin tevî agir. Çaxê em agir teze vêdixin, alava wê dikare gelek qayîm be, lê hergê serda dara zêde nekin, axiriyê ew agir wê vêse û tenê kozî bimîne. Lê hergê em timê dara bavêjine ser agir, ew wê berdewam ke bişxule. Derheqa baweriyê jî em dikarin usa bêjin. Hergê em her roj Xebera Xwedê dixûnin û timê lêkolîn dikin, wê hizkirina me hindava Kitêba Pîroz û Yahowa hê zêde be. Û axiriyê, emê baweriya xwe qewî xwey kin.

8. Çi dikare alî te bike, ku baweriya xwe qewî kî û xwey kî?

8 Ew zanebûna ku te pêşiya nixumandinê stand bes nîne (Îbranî 6:1, 2). Mesele, lêkolînkirina pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz, kîjan ku îda hatine sêrî, wê alî te bike, ku baweriya xwe hê zêde kî û qewî kî. Tu usa jî dikarî bi Xebera Xwedê têderxî, hela baweriya te bi rastiyê qewî ye yan na. (Bixûne Aqûb 1:25; 2:24, 26.)

9, 10. Çawa baweriya me qewî dibe çaxê a) hevalên meye baş hene? b) em têne ser civatê? c) em mizgîniyê bela dikin?

9 Pawlosê şandî gote Mesîhiya, ku ewana dikarin bi baweriya xwe “dil bidin ber hev” (Romayî 1:12). Ew çi tê hesabê? Çaxê em tevî xûşk birên me wede derbaz dikin, em dikarin baweriya hevdu qewî kin. Îlahî çaxê em wedê xwe derbaz dikin tevî wan, baweriya kîjana cêribandî ye, hingê baweriya me zêde dibe (Aqûb 1:3). Hevalên xirab baweriya me hildişînin, lê hevalên baş baweriya me qewî dikin (1 Korintî 15:33). Lema jî em pey wê şîretê diçin, ku timê bêne ser civatê. Çimkî ser civatê em dikarin “dil bidine hev”. (Bixûne Îbranî 10:24, 25.) Hin jî, şîretên ku em civatêda distînin, baweriya me zêde dikin. Kitêba Pîroz dibêje: “Bawerî ji bihîstinê tê” (Romayî 10:17). Tu dikarî pirsê bidî xwe: “Gelo jîyîna minda civat kîjan cî digire?”

10 Em usa jî baweriya xwe qewî dikin, çaxê mizgînê bela dikin û meriva Kitêba Pîroz hîn dikin. Em jî mîna Mesîhiyên pêşin, hîn dibin ku îtbariya xwe Yahowa bînin, û her derecêda bi mêrxasî xizmet dikin (Karên Şandiya 4:17-20; 13:46).

11. Çira baweriya Kaleb û Yêşû qewî bû, û em ça dikarin çev bidine wan?

11 Baweriya me hindava Yahowa hê zêde dibe, çaxê em divînin ku ça ew alî me dike û caba duayên me dide. Ew yek Kaleb û Yêşû dîtine. Wana baweriya xwe hindava Yahowa eyan kirine, çaxê çûne ku teseliya Erdê Sozdayî bikin. Çaxê wede derbaz bû, baweriya wan hê qewî dibû, çimkî wana timê didît ku Yahowa ça alî wan dike. Lema Yêşû dikaribû bi bawerî bigota Îsraêliya: “Yek jî ji gotinên ku Xwedayê we Xudan daye me, vala derneket û gişk jî hatin cîh”. Paşê ewî got: “Û niha ji Xudan bitirsin, ji dil û dilsoziyê qûlitiyê [xizmetiyê] wîra bikin”. Ewî usa jî zêde kir: “Ezê jî baweriyê bi kirinên xweva nîşanî te kim” (Yêşû 23:14; 24:14, 15). Çaxê em îtbariya xwe Yahowa tînin û divînin ku ew çawa xût alî me dike, baweriya me hê qewî dibe (Zebûr 34:8).

EM ÇA DIKARIN BAWERIYA XWE BIDINE KIFŞÊ

12. Em ça dikarin bidine kifşê ku baweriya me qewî ye?

12 Em ça dikarin bidine kifşê ku baweriya me qewî ye? Aqûb got: “Ezê jî baweriyê bi kirinêd xweva nîşanî te kim” (Aqûb 2:18). Kirên me didine kifşê hela baweriya me qewî ye yan na. Were em bivînin ku çawa.

Ewên ku çi ku dikarin hemû tiştî dikin belakirina mizgînêda, baweriya xweye qewî eyan dikin (Binihêre abzasa 13)

13. Em ça baweriya xwe didine kifşê çaxê dannasîn dikin?

13 Lape baş ku ça em dikarin baweriya xwe bidine kifşê, ew heye xizmetkirin. Gelo çira? Çimkî çaxê em mizgîniyê bela dikin em eyan dikin ku em bawer dikin, wekî xilazî nêzîk e û ku “ew dereng namîne” (Hebaqûq 2:3). Seva ku pêbihesin hela baweriya me qewî ye, em dikarin pirsê bidine xwe: “Gelo belakirina mizgînê bona min çiqas ferz e? Gelo ez çi ku dikarim, hemû tiştî dikim, seva ku merivara derheqa Xwedê gilî kim? Gelo ez mecala digerim, seva ku hê zêde Yahowara xizmet bikin?” (2 Korintî 13:5). Were em baweriya xwe bidine kifşê, bi vê yekê ku “xilazbûnê” elam kin, dêmek mizgînê bela kin. (Bixûne Romayî 10: 10.)

14, 15. a) Em ça dikarin bidine kifşê baweriya xwe di jîyîna xweye herrojîda? b) Meselên usa gilî kin kîjan ku baweriya qewî didine kifşê.

14 Em baweriya xwe didine kifşê, usa jî çaxê tengasiya teyax dikin. Hergê problêmên me hene, mesele, nexweşî, diltengî, dêprêsiya, kesîbbûn yan problêmên din, em gerekê bawer bin, ku Yahowa û Îsa wê alî me bikin (Îbranî 4:16). Û em baweriya xwe hindava Yahowa didine kifşê çaxê alîkariyê ji wî dixwazin. Îsa got ku em dikarin ji Yahowa hîvî kin, ku “nanê meyî rojê” bide me (Lûqa 11:3). Meselên ji Kitêba Pîroz îzbat dikin, ku çi ku em hewce ne, Yahowa dikare bide me. Mesele, çaxê Îsraêlêda erd hişk bû, Yahowa av û xwarin dida Êlyas. Kitêba Pîroz dibêje ku “qîjakan sibehê nan û goşt jêra dianîn û êvarê nan û goşt dianîn û ji newalê avê vedixwar” (1 Padşatî 17:3-6). Em bawer dikin, ku Yahowa usa jî derheqa hewcên me xem dike.

Çaxê em di vê dinyayêda çetinaya teyax dikin em baweriya xwe didine kifşê (Binihêre abzasa 14)

15 Em bawer in ku hergê em prînsîpên Kitêba Pîroz didine xebatê, emê bikaribin hewcên malbeta xwe razî kin. Rêbêka xûşk ji Asyayê ku mêrkirî ye, gilî dike ku çawa ew û malbeta wê, prînsîpên ji Metta 6:33 û Metelok 10:4 dane xebatê. Ew dibêje ku malxê wê texmîn dikir, ku ji bo xebata wî, heleqetiya wî tevî Yahowa dikare xirab be. Û lema ewî xebata xwe hîşt. Lê çar zarên wan hebûn, lema wana destpêkirin xwexa xwarina çêkin, kîjan ku wana dikaribû bikiriyana. Û ji bo vê xebata wane giran, perê wan timê têra hewcên malbetê dikir. Ew dibêje: “Me texmîn dikir ku Yahowa tu car em nedihîştin. Tu car em bêxwarin nediman”. Cem te jî qewimandinên usa hebûne, ku baweriya te qewî kirine?

Em bawer in, ku gava em prînsîpên Kitêba Pîroz emirê xweda didine xebatê, emê bikaribin bona hewcên malbeta xwe xem bikin

16. Hergê em baweriya xwe Xwedê tînin, ew yek çi karê tîne?

16 Hergê em prînsîpên Yahowa diqedînin, em gerekê tu car dudilî nebin ku ew wê alî me bike. Pawlos evan giliyên Hebaqûq wekiland: “Yê rast wê bijî, çimkî bawer dike” (Galatî 3:11; Hebaqûq 2:4). Lê em gerekê tenê baweriya xwe Wî bînin, kîjan ku bi rastiyê dikare alî me bike. Pawlos tîne bîra me, ku Xwedê ew e, “yê ku dikare her tiştî hê zêde ke, ne çawa em dixwazin yan difikirin, bi wê qewata ku nava meda dixebite” (Efesî 3:20). Xizmetkarên Yahowa çiqas dikarin hemû tiştî dikin, seva ku qirara Xwedê bînin sêrî. Lê ewana zanin ku qewata wan bi sînor e. Em çiqas razî ne, ku Xwedê tevî me ye û ku ew me kerem dike.

HERGÊ EM HÎVÎ KIN KU BAWERIYA ME ZÊDE BE XWEDÊ WÊ CABA DUAYÊ ME BIDE

17. a) Îsa ça caba şandiya da? b) Çira em dikarin bawer bin ku Yahowa wê hê zêde bawerî bide me?

17 Paşî vê şêwirkirinê, dibeke em xwe mîna şandiya texmîn dikin çaxê wana ji Îsa hîvî kirin: “Baweriya me zêde ke” (Lûqa 17:5). Îsa bi cûrekî mexsûs caba şandiyên xwe da, sala 33 roja Pênciyê Hesabê. Wana ruhê pîroz stand û karibûn fem kin merema Xwedê. Bi vê yekê baweriya wan qewî bû, û wana bona belakirina mizgînê, kampaniya mezin destpêkirin (Kolosî 1:23). Gelo hergê em hîvî kin ji Xwedê ku baweriya me zêde be, ew wê alî me bike? Yahowa soz dide me, ku çaxê “em tiştekî li gora xwestina wî jê bixwazin”, ew wê bide me (1 Yûhenna 5:14).

18. Çawa Yahowa kerem dike wan, kê baweriya xwe qewî dike?

18 Hergê em bi temamî îtbariya xwe Yahowa bînin, ew wê me kerem ke. Çaxê em ji wî bixwazin ku hê zêde baweriya me hebe, baweriya me wê hê qewî be, û emê “hêjayî Padşatiya Xwedê bin” (2 Têsalonîkî 1:3, 5).

a Bona hine mesela, bihinêre serhatiya Lîlîan Gobîtas Klosê (22 Tîrmehê, 1993, “Hişyar Bin!”), Fêlîks Borîs (22 Sibatê, 1994, “Hişyar Bin!”), û Josêfîn Êlîas (Îlon 2009, “Hişyar Bin!”).