Bi Dil û Can Yahowara Xizmet Bike
“Meryem . . . guhê xwe dida gotina [Îsa]. Merta bi gelek tiştava pir mijûl dibû”. (LÛQA 10:39, 40, ÎM).
1, 2. Îsa çira Merta hiz dikir, lê ewê ji bo qisûrê çi şaşî kir?
ÇI TÊ hişê te çaxê tu derheqa xûşka Lazar, Mertayê difikirî? Kitêba Pîroz dide kifşê, ku Merta hevala Îsaye baş bû, û usa jî tê gotinê ku Îsa ew hiz dikir. Hilbet ew ji jina tenê nîbû ku Îsa lê hiz dikir û qedirê wê digirt. Mesele, Meryema xûşka Mertayê jî hevala Îsaye nêzîk bû. Îsa usa jî dayîka xwe Meryem hiz dikir (Yûhenna 11:5; 19:25-27). Lê çira Îsa Merta hiz dikir?
2 Îsa Merta hiz dikir, çimkî ew heyf û merd bû, û yeke şixulkar bû. Lê diha zef Îsa ji bo wê yekê ew hiz dikir, çimkî baweriya wêye qewî hebû. Hemû tişt çi ku Îsa hîn dikir, ewê bawer dikir, û ew tu car dudilî nedibû ku Îsa Mesîhê sozdayî ye (Yûhenna 11:21-27). Merta jî mîna me hemûşka qisûr bû, û şaşî dikir. Mesele, carekê çaxê Îsa teseliya wan kir, Merta ser xûşka xwe Meryemê hêrs ket, û gote Îsa ku ew Meryemê şîret ke. Mertayê got: “Xudan, qet xema te nîne ku xûşka min nava vê tivdarekdîtinêda ez tenê hiştime? Bêje wê ku alî min bike”. (Bixûne Lûqa 10:38-42.) Lê çira Mertayê usa got, û em çi dikarin hîn bin ji caba Îsa?
MERTA TIŞTÊN DINVA MIJÛL DIBÛ
3, 4. Meryemê çi kir ku Îsa payê wê da, û Merta çi hîn bû? (Binihêre şikilê ewlin.)
3 Îsa ji Mertayê û Meryemê razî bû, ku wana ew teglîfî mala xwe kir. Û Îsa dixwest wî wedeyî bide xebatê, seva ku rastiyên qîmet wana hîn ke. Meryem derbêra ber Îsa rûnişt û “guhê xwe dida gotina wî”, (ÎM). Ewê dixwast ku çiqas dikare hemû tiştî ji Dersdarê Mezin hîn be. Mertayê jî dikaribû guh bida Îsa, û Îsa jî wê payê wê bida, hergê ewê şixulê xwe bida alîkî seva ku guh bide wî.
4 Lê Mertayê guhê xwe nedida ser wî, çimkî şixulava mijûl dibû. Ewê xwarina mexsûs hazir dikir bona Îsa û dîsa gelek tiştên din, seva ku Îsa mala wanda xwe baş texmîn ke. Çaxê ewê dît ku Meryem alî wê nake, ew aciz bû û şikiyatê wê bal Îsa kir. Îsa zanibû ku Merta dixwaze gelek tişt bike, û lema ewî bi nermî jêra got: “Merta, Merta, tu bona gelek tişta xema dikî û tevîhev dibî”. Ewî usa jî jêra got ku xwarinek tenê bes e. Paşê Îsa payê Meryemê da, çimkî ewê rind guhê xwe dida Îsa. Ewî got: “Ew para qenc jî Meryemê xwera bijart û ji wê nayê standinê”. Meryemê dibeke bîr kira ku ewê çi xwar, lê ewê tu car wê bîr nekira ew tişt, çi ku ji Îsa hîn bû û ew ku Îsa ça payê wê da. Paşî 60 sala zêdetir, Yûhennayê şandî giliyên usa nivîsî: “Îsa Merta, xûşka wê . . . hiz dikirin” (Yûhenna 11:5). Ew gilî didine kifşê, ku Mertayê şîreta Îsa ku bi hizkirinê bû, qebûl kiriye, û temamiya jîyîna xwe Yahowara bi aminî xizmet kiriye.
5. Çira îlahî îro çetin e ku dîna xwe bidine ser wê yekê çi ku ferz e, û emê caba kîjan pirsê bistînin?
5 Roja îroyîn hê zêde tişt hene ne ku berê, kîjan ku dikarin dîna me birevînin, û nehêlin ku em bi dil û can Yahowara xizmet kin. Jûrnala “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Îlonê, sala 1958, bona xûşk û bira pêşda şîret hate dayînê, wekî ewana nehêlin ku bona wan têxnolojiya hê ferz be, ne ku xizmetî Yahowara. Çimkî hela hingêda tê bêjî her roj tiştên teze derdiketin. Mesele, jûrnalên bedew, radîo, fîlm û têlêvîziyon gelek belabûyî bûn. Di vê “Birca Qerewiliyêda” hate gotinê ku çiqas em nêzîkî axiriya vê dinyayê bin, haqas mijûlbûn wê gelek zêde be. Îro hê gelek tişt hene, kîjan ku em dikarin dîna xwe bidine ser. Lê em çi dikarin bikin seva ku mîna Meryemê bin û dîna xwe bidine ser xizmetkirina xwe Yahowara?
TIŞTÊN VÊ DINÊ BI TEMAMÎ NEDIN XEBATÊ
6. Cimeta Yahowa çawa têxnolojiya dane xebatê?
6 Cimeta Yahowa têxnolojiya vê dinê dane xebatê, seva ku mizgînê bela kin. Mesele, pêşiya destpêbûna şerê hemdinyayêye yekê, wana “Foto-Dramaya Efirandinê” nîşan kirin. Bi saya şikil û fîlmên kine bi miqam û reng-rengî, wana gelek welatada bi mîlyona meriv derheqa mizgînê pêhesandin. Xilaziya vê “Foto-Dramayêda” hatibû nîşankirinê ew wedê edlayê, çaxê Îsa wê ser erdê serwêrtiyê bike. Paşê, cimeta Yahowa radîo didane xebatê, seva ku nav temamiya dinyayê mîlyona merivara mizgîniya Padşatiyê elam kin. Îro, em kompotera û întêrnêtê didine xebatê, seva ku mizgîn bigihîje gelek meriva, û hela hê wan ciya jî, kîderê çûyîn çetin e.
7. a) Çira xof e hergê em tiştên vê dinyayê bi temamî bidine xebatê? b) Em çida gerekê gelek fesal bin? (Binihêre spartin.)
7 Kitêba Pîroz me şîret dike, ku em bi temamî tiştên vê dinyayê nedine xebatê. Ew usa jî tê hesabê ku gelek wedê xwe xerc nekin ser wan tişta, çi ku ev dinya dide me. (Bixûne 1 Korintî 7:29-31.) Rast e hine tiştên vê dinyayê ne xirab in, lê ew tişt dikarin gelek wede ji me bistînin. Mesele, dibeke me xweş tê tiştekîva mijûl bin, kitêba bixûnin, têlêvîsorê binihêrin, herine ciyê hewas, dikanada tişta bikirin, tişta pêbihesin derheqa têxnolojiyên teze yan tiştên din. Gelek jî, hiz dikin nemeka binivîsin di întêrnêtêda, yan nûçêya dinihêrin yan elametiyên derheqa sportê. Lê xof ew e ku hergê em wan tiştava bêne girêdanê. a (Binihêre spartin.) (Waîz 3:1, 6). Hergê em wedê xwe ser wan tişta çi ku ferz nînin zef xerc dikin, wedê me îda wê nemîne bona tiştê hê ferz, dêmek bona xizmetiyê Yahowara. (Bixûne Efesî 5:15-17.)
8. Çira ferz e ku em tiştên vê dinyayê hiz nekin?
8 Şeytan hemû tiştî dike seva ku em tiştên vê dinyayêva mijûl bin û xizmetiya xwe Yahowara paş xin. Şeytan ew yek di qirna yekêda jî dikir, û ew roja îro hê zêde dike (2 Tîmotêyo 4:10). Lema em gerekê kûr xwe bicêribînin, ku em ça dinihêrin ser tiştên vê dinyayê û çaxê lazim e nav xweda guhastina bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku em gerekê tiştên vê dinyayê hiz nekin, lê dewsê em gerekê hizkirina xwe hindava Yahowa qewî xwey kin. Hergê em usa bikin, wê mera hêsa be ku gura Yahowa bikin û xwe nêzîkî wî bigirin (1 Yûhenna 2:15-17).
DÎNA XWE BIDINE SER VÊ YEKÊ ÇI KU HÊ FERZ E
9. Îsa şagirtên xwe hîn kir ku ewana dîna xwe bidin ser çi, û ewî ça xwexa mesele hîşt?
9 Îsa çawa ku Merta şîret kir, wekî gelek tiştava mijûl nebe, ewî şîreteke usa da şagirtên xwe jî. Ewî ewana hêlan kirin, ku timê dîna xwe bidine ser xizmetiya Yahowara û Padşatiya wî. (Bixûne Metta 6:22, 33.) Îsa ça şîret dida wan, usa jî xwexa dikir. Ew nedikete pey hebûkê, mala wî û gelek tiştên wî tune bûn (Lûqa 9:58; 19:33-35).
10. Çi meseleke baş Îsa mera hîşt?
10 Îsa nedihîşt tu tişt wî egle ke bona xizmetiyê. Mesele, pêşiya ku ewî destpêkira mizgînê bela ke, elalet ji Kefernahûmê nêzîkî Îsa bû, seva ku tevî wî wede derbaz kin di şeherê xweda. Lê ewî çi kir? Ewî dîna xwe da ser şixulê xwe. Ewî got: “Gerekê ez bajarêd dinda jî Mizgîniya Padşatiya Xwedê bidim, çimkî ez bona wê yekê hatime şandinê” (Lûqa 4:42-44). Îsa di ciyên dûrda mizgîn bela dikir, û çiqas dikaribû gelek meriv hîn dikirin. Rast e Îsa bêqisûr bû, lê yeke ew diwestiya û wîra lazim bû hêsa be, çimkî ew gelek giran dixebitî (Lûqa 8:23; Yûhenna 4:6).
Îsa got, ku hergê em bi zêdeyî pey tişta kevin, ev yek wê me ji xizmetiyê dûr xe
11. Îsa çi kir çaxê mêrekî ji wî pirsî derheqa problêma xweye şexsî? Îsa kîjan ders şagirtên xwe hîn kir?
11 Paşê çaxê Îsa derseke ferz dida şagirtên xwe, mêrekî ew da sekinandinê û got: “Dersdar, bêje birê min, bira mîrata bavê min minra pareveke”. Lê Îsa nedixwast ku problêma wîye şexsî safî ke, û ewî hînkirina şagirtên xwe paş nexist. Îsa ew derece da xebatê seva ku şagirtên xwe hîn ke, ku hergê ewana dîna xwe bidine ser gelek tişta seva ku qazanc kin, wê nikaribin bi dil û can xizmet bikin (Lûqa 12:13-15).
12, 13. a) Îsa çi kir ji bo çi jî hine merivên Yûnanî ecêbmayî man? b) Îsa çawa xwe kifş kir çaxê Fîlîp gote wî, ku ew meriv dixwazin rastî Îsa bên?
12 Çend rojên pêşiya mirina Îsa gelek çetin bûn (Metta 26:38; Yûhenna 12:27). Îsa zanibû ku ew gerekê gelek cefa bikişîne û bimire. Û ewî usa jî zanibû ku pêşiya mirina xwe, ew gerekê gelek tişt bike. Mesele, Şemiyê, 9 Nîsanê, Îsa ser ceşikê siyarî kete Orşelîmê. Cimetê wî çawa padşa silav dikir (Lûqa 19:38). Roja din, Îsa di paristgehêda bi mêrxasî berî merivên tima da, kîjan ku bi bahê giran tişt difrotin û usa ser meriva pere çêdikirin (Lûqa 19:45, 46).
13 Hine merivên Yûnanî, yên ku hatine Orşelîmê seva ku Cejina Derbazbûnê derbaz kin, dîtin ku Îsa ça berî wan meriva da û ecêbmayî man. Lema wana ji Fîlîpoyê şandî pirsîn, ku hela ewana dikarin rastî Îsa bên. Lê Îsa merivên usa nedigeriya ku bikaribûna piştgiriya wî bikirana û ew ji dijminên wî xwey kirana. Îsa zanibû çi lap ferz e. Ewî dîna xwe dida ser qirara Xwedê derheqa xwe, dêmek, ewî gerekê emirê xwe bida ça qurban. Û lema Îsa kire bîra şagirtên xwe, ku ew zûtirekê gerekê bimire û ewên ku pey wî diçin gerekê hazir bin ku emirê xwe jî bidin. Ewî got: “Yê ku emirê xwe hiz dike, ewê unda ke, lê ewê ku li vê dinyayê dijene emirê xwe, ew wî bona jiyîna heta-hetayê xwey dike”. Lê Îsa usa jî soz da, ku “Bav jî wê qedirê” wan bigire û wê jîyîna heta-hetayê bide wan. Û Fîlîpo karibû evê mizgîniya baş merivên Yûnanîra bêje (Yûhenna 12:20-26).
14. Rast e Îsa şixulê belakirina mizgînê dida ser ciyê pêşin, lê ewî dîsa çi dikir?
14 Çaxê Îsa li ser erdê bû, ewî dîna xwe dida ser belakirina mizgînê. Rast e bona wî ew şixul sereke bû, lê ew hertim ser wî şixulî nedifikirî. Mesele, ew çû ser dewateke biçûk, kîderê ku av kire şeraveke gelek baş (Yûhenna 2:2, 6-10). Ew usa jî diçû cem hevalên xwe ser nanxwarinê û cem wan, kîjanara hewas bû derheqa mizgînê pêbihesin (Lûqa 5:29; Yûhenna 12:2). Ya lape ferz, Îsa timê wede xwera dihîşt, seva ku dua bike, bifikire, û hêsa be (Metta 14: 23; Marqos 1:35; 6:31, 32).
“HEMÛ GIRANIYÊ . . . JI XWE DÛR XIN”
15. Pawlos çi gote Mesîhiya ku ewana gerekê bikin, û ewî xwexa çi mesele hîşt?
15 Pawlosê şandî got ku Mesîhî mîna wan in, yên ku lecmeydana dirêjda direvin, û seva ku ewana bigihîjine xilaziya lecmeydanê, ewana gerekê xwe aza kin ji hemû tişta çi ku dikare wana egle ke yan bide sekinandinê. (Bixûne Îbranî 12:1.) Vê yekêda Pawlos xwexa meseleke baş hîşt. Ew dikaribû dewletî û navdar bûya çawa serwêrê rêlîgiya Cihûya. Lê ewî ew hemû tişt hîşt û dîna xwe da ser vê çi ku “here qenc e”. Ew şixulê belakirina mizgînêda gelek dixebitî û diçû gelek ciya. Mesele, ew diçû Sûryayê, Asya Biçûk, Makedonyayê, û Cihûstanê. Pawlos gelek hîviya xelata xwe bû, dêmek jîyîna heta-hetayê ser ezmana. Ewî got: “Tiştêd pişt xweva hiştî bîr bikim, xwe bavêjime yêd pêşiya xwe, dicedînim bigihîjime meremê xwe” (Fîlîpî 1:10; 3:8, 13, 14). Pawlos nezewicî bû, û evê yekê alî wî kir, ku “bi dil û can şixulêd Xudanva” mijûl be (1 Korintî 7:32-35).
Pawlos pey xebatê neket û dîna xwe da ser tiştên diha ferz
16, 17. Ça yên azep û yên zewicî dikarin pey mesela Pawlos herin? Ça Mark û Klêrê ev yek kirin?
16 Mîna Pawlos, hinek ji xizmetkarên Yahowa safî dikin ku nezewicin, çimkî usa ewana dikarin belakirina mizgînêda hê zêde bikin (Metta 19:11, 12). Cabdariyên yên azep hê hindik in, ne ku yên zewicî. Lê firqî tune em azep in yan na, her kes ji me dikare “hemû giraniyê . . . ji xwe” dûr xe, kîjan ku dikarin xizmetiya me Yahowara egle kin. Dibeke mera lazim e bal xwe hine tişt biguhêzin çi ku mera bûne xeyset, çimkî usa emê wedê xwe badîhewa xerc nekin û bikaribin hê zêde Yahowara xizmet bikin.
17 Mesele, Mark û Klêrê, kîjan ku Walesêda mezin bûne, çaxê mekteb xilaz kirin, wana pêşengtî destpêkirin. Çaxê wana hev standin, pêşengtiya xwe dîsa berdewam kirin, lê dixwestin hê zêde bikin. Mark dibêje: “Seva ku jîyîna xwe hêsa kin, me mala xweye sê otaxê firot û xebata xweye nîv rojî hîşt, û usa me karibû di şixulê avakirina hemdinyayêda şixulkariyê bikin”. Ewana 20 salên wan paşwextiya di gelek ciyên Afrîkayêda bûn, seva ku alîkariyê bidin avakirina Odên Civata. Cara perê wan gelek hindik bû, lê Yahowa timê miqatî wan dibû. Klêr dibêje: “Em ku her roj wedê xwe xerc dikin bona şixulê Yahowara, ew yek mera şabûneke mezin tîne. Me gelek heval xwera dîtin, û em hewcê tu tiştî nîbûn. Tiştên hindik ku me unda kiriye, nayê beramberkirinê tevî vê bextewariyê, kîjan ku em ji qulixkirina hertim distînin”. Gelek ji qulixkarên hertim jî usa texmîn dikin. b (Binihêre spartin.)
18. Kîjan pirsa em dikarin bidine xwe?
18 Dibeke tu texmîn dikî ku hê zêde dikarî Yahowara xizmet bikî. Gelo hene tiştên usa, ji bo çi jî tu tiştên hê ferz didî alîkî? Hergê erê, tu çi dikarî bikî? Dibeke tu gerekê xwendin û lêkolînkirina Kitêba Pîroz hê baş kî. Di têmaya dinda wê bê gotinê, ku çawa em dikarin ewê yekê bikin.
a Binihêre gotar bi navê “Kesê Hişsivik bi her Gotinêva Bawer Dibe” di “Birca Qerewiliyêda” bona hînbûnê ya vê mehê.
b Usa jî binihêre serhatiya derheqa Hadîn û Mêlodî Sandêrson, di gotarêda bi navê “Zanebûna vê yekê ku Çi Rast e û Kirina Wê” (“Birca Qerewiliyê” ya 1 Adarê, sala 2006). Bîznêsa wan di Avstralyayêda gelek baş diçû, lê wana ew bîznês hîştin, seva ku çawa qulixkarê hertim xizmet bikin. Bixûne ku çi qewimî çaxê perê wan kuta bû, wedê xizmetiya wane mîsyonêrî di Hindistanêda.