Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Derheqa Tiştên Ruhanî Bifikirin

Derheqa Tiştên Ruhanî Bifikirin

“Guhê te ser wan tişta be û nava wanda bimîne, wekî pêşdaçûyîna te hemûyava eyan be” (1 TÎMOTÊYO 4:15).

KILAMÊN: 22, 52

1, 2. Meriv çida ji heywana cude dibin?

 MEJÛYÊ meriva tiştekî mexsûs e. Mesele, meriv bi saya vê dikare ziman hîn be. Û zanebûna ziman jî dikare alî me bike ku bixûnin, binivîsin, xeberdin, û fem kin çi ku dibihên. Ziman usa jî alî me dike, ku dua bikin û bistirên seva ku Yahowa rûmet kin. Ew hemû tişt, me ji heywana cude dike. Zandar bi temamî nikarin fem kin çawa mejû dikare ewan tiştên ecêb bike.

2 Feresetê me ku em dikarin ziman bidine xebatê rastî jî pêşkêşa ji Yahowa ye (Zebûr 139:14; Eyantî 4:11). Yahowa pêşkêşeke din jî daye me, kîjan ku me ji heywana cude dike. Yahowa meriv “dilqê xweda xuliqand”. Azaya meye bijartinê heye, dêmek em xwexa dikarin bijartina bikin. Û em dikarin bijbêrin, ku ziman usa bidine xebatê, seva ku Yahowara xizmet kin û wî rûmet kin (Destpêbûn 1:27, PKM).

3. Yahowa çi daye me seva ku em bîlan bin?

3 Yahowa Kitêba Pîroz daye me û bi vê mera eyan kiriye, ku em ça wîra xizmet kin û ça wî rûmet kin. Kitêba Pîroz ya temam yan pareke wê, ser 2 800 zimana zêdetir destdikeve. Çaxê em ser Kitêba Pîroz difikirin, em destpêdikin usa bifikirin çawa Yahowa (Zebûr 40:5; 92:5; 139:17). Û ew fikirên Yahowa me bîlan dikin û me berbi jîyîna heta-hetayê dibin. (Bixûne 2 Tîmotêyo 3:14-17.)

4. Fikirandin çi tê hesabê, û emê derheqa kîjan pirsa şêwir kin?

4 Fikirandin ew e, çaxê dîna xwe didine ser tiştekî û kûr dişirmîş dibin ser vê yekê (Zebûr 77:12; Metelok 24:1, 2). Çaxê em difikirin ser vê yekê ku em çi pêhesiyan derheqa Yahowa û Îsa, ev yek kareke mezin mera tîne (Yûhenna 17:3). Di vê gotarêda emê caba van pirsa bistînin: Em ça dikarin usa bixûnin ku bikaribin bifikirin? Em derheqa çi dikarin bifikirin? Û çi dikare alî me bike seva ku timê bifikirin û şabûnê bistînin ji vê yekê.

BAWER BE KU HÎNBÛNA TE KARÊ TÎNE

5, 6. Çi dikare alî te bike, ku çi dixûnî bîra xweda xwey kî û hê rind fem kî?

5 Te qe texmîn kiriye ku hene tiştên usa, ku tu bê fikirandin dikî. Mesele bîna xwe dikişînî, rê diçî, yan jî bîsîklêtê dajoyî. Lê yazix, tu cara dikarî hela hê bêfikirandin bixûnî jî. Yan jî dibeke tu wedê xwendinê, hela hê ser tiştên din jî bifikirî. Lê tu çi dikarî bikî seva ku usa nîbe? Gelek ferz e ku hiş-aqilê xwe bidî ser vê yekê çi ku dixûnî, û bifikirî ku ew çi tê hesabê. Paşê çaxê tu îda abzasê yan binserî dixûnî, paûsa bike û bifikire ser vê çi te xwend. Bifikire ku tu çi pêhesiyayî û bawer be, ku te rastî jî fem kir çi te xwend.

Hergê em bi dengê bilind Kitêba Pîroz bixûnin, fikirên me wê neçin ser tiştên din û emê diha zêde tişta bîra xweda xwey kin

6 Zandara têderxistin ku çaxê meriv bi dengê nimiz dixûne, gelek hêsa ye ku bîra xweda xwey ke. Efirandarê me zane evê yekê, lema jî ewî gote Yêşû ku kitêba Qanûnê bixûne bi dengê nimiz, dêmek xwera bi dengê hêdî. (Bixûne Yêşû 1:8.) Hergê tu Kitêba Pîroz bixûnî bi dengê nimiz, ew yek wê alî te bike ku rind dîna xwe bidêyî çi dixûnî û hê zêde bîra xweda xwey kî.

7. Kîjan wede baş e seva ku bifikirin ser Kitêba Pîroz? (Binihêre şikilê ewlin.)

7 Rastî jî gelek qewat lazim e, ku çaxê dixûnî hişê te neçe cîkî din û ser bifikirî. Lema jî wedê lapî baş bona fikirandinê ew heye, çaxê tu westiyayî nînî û li wêderê dixûnî, kîderê ku deng tune û kîderê ku gelek tiştên usa tune ne, ku fikirên te birevînin. Zebûrbêj Dawid çaxê şev nav ciyada hişyar dima, hingê difikirî (Zebûr 63:6). Îsa jî, ku qedandî bû, bona bifikire û dua bike, ciyê usa dijbart kîderê ku deng tune bû (Lûqa 6:12).

TIŞTÊN BAŞ KU EM DIKARIN SER BIFIKIRIN

8. a) Derheqa çi em dikarin bifikirin? b) Yahowa çi texmîn dike çaxê em tevî meriva derheqa wî xeberdidin?

8 Xêncî ku bifikirî ser wan tişta çi ku di Kitêba Pîrozda dixûnî, hene dîsa tiştên din jî ser çi tu dikarî bifikirî. Mesele, çaxê tu divînî efirîneke Yahowaye hewas, bisekine û pirsê bide xwe: “Ew min çi hîn dike derheqa Yahowa?” Fikirên usa wê ese te hêlan kin, ku duada razîbûna xwe Yahowara eyan kî. Û hin jî tuyê bixwazî hestên xwe merivên dinra jî gilî kî (Zebûr 104:24; Karên Şandiya 14:17). Yahowa guh dide me û şa dibe çaxê em difikirin, dua dikin, û tevî meriva derheqa wî xeberdidin. Kitêba Pîroz mera dibêje: “Bona yên ku ji Xudan ditirsin û navê wî difikirin, li ber wî pirtûkek bîranînê hate nivîsandin” (Malaxî 3:16).

Tu difikirî ku çawa alî wan bikî tevî kê jî tu hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikî? (Binihêre abzasa 9)

9. a) Pawlos gote Tîmotêyo ku ser çi bifikire? b) Ser çi em dikarin bifikirin çaxê hazir dibin bona dannasînkirinê?

9 Pawlosê şandî gote Tîmotêyo ku ew bifikire ku çawa xeberdana wî, rabûn-rûniştandina wî û hînkirina wî ser yên din hukum dibin. (Bixûne 1 Tîmotêyo 4:12-16.) Tu jî dikarî derheqa wan tişta bifikirî. Mesele, çaxê tu hazir dibî bona hînkirina Kitêba Pîroz, lazim e wede bivînî seva ku bifikirî. Bifikire derheqa wî merivî, tevî kê tu hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikî û pirs yan jî meselên usa bigere, kîjan ku wê alî wî bikin ku hê pêşda here. Usa jî wê gelek kêrhatî be, çaxê pêşiya herî deştêda mizgînê bela kî, bifikirî. (Bixûne Ezra 7:10.) Tu dikarî ji kitêba Karên Şandiya serîkî bixûnî, seva ku alî te bike wekî tu hê xîret mizgînê bela kî. Tu usa jî dikarî bifikirî ser wan rêzên Kitêba Pîroz û wan edebyeta, kîjan ku te safî kiriye, wekî vê rojê wedê xizmetkirinê bidî xebatê (2 Tîmotêyo 1:6). Bifikire derheqa merivên di mihala teda û bifikire, ku tu çi dikarî wanra gilî kî ku wanra hewas be. Çaxê tu bona xizmetiyê wî cûreyî hazir bî, tuyê bikaribî Kitêba Pîroz kêrhatî bidî xebatê (1 Korintî 2:4).

Bihêle, wekî çi ku tu dixûnî bigihîje dilê te û bona her tiştên baş çi ku tu hîn dibî, razîbûna xwe Yehowara bide kifşê

10. Dîsa derheqa kîjan tiştên baş em dikarin bifikirin?

10 Dîsa ser çi em dikarin bifikirin? Mesele, hergê civatêda yan jî civatên mezinda, wedê gotar têne gotinê tu xwera fikira dinivîsî, wede bivîne ku ewan fikira bixûnî û bînî bîra xwe. Çaxê tu usa bikî, pirsê bide xwe: “Ez çi pêhesiyam ji Xebera Xwedê û ji teşkîleta wî?” Tu usa jî dikarî bifikirî ser gotarên ji jûrnalên “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!”, û ser edebyetên teze ku wedê civata mezin em distînin. Çaxê tu dixûnî kitêba “Hersalî”, paşî xwendina meselekê, bisekine û bifikire, seva ku bigihîje dilê te. Çaxê tu edebyetên me dixûnî, tu dikarî ewan fikirên sereke kifş kî, yan jî fikirên xwe binivîsî ser ciyên aza. Ew yek wê alî te bike çaxê tu hazir dibî bona serlêdana dûbare, şivantiyê, yan jî bona hazirkirina gotarê. Çaxê tu disekinî û difikirî ser vê yekê ku çi dixûnî, hingê tu mecalê didî, seva ku ew înformasiya bigihîje dilê te û tuyê bixwazî dua kî Yahowara ku tu razî yî bona wan tiştên baş, çi ku tu pêhesiyayî.

HER ROJ SER XEBERA XWEDÊ BIFIKIRE

11. Kîjan edebyet mexsûs e ser çi jî em gerekê bifikirin, û ew yek wê çida alî me bike? (Usa jî binihêre spartin.)

11 Bi rastiyê Kitêba Pîroz edebyeteke mexsûs e, ser kîjanî em gerekê bifikirin. Lê hergê usa biqewime ku Kitêba Pîroz bê qedexekirinê û ev bal te tune be, tuyê çi bikî? a (Binihêre spartin.) Tu kes nikare tera qedexe ke, ku tu bifikirî ser wan tişta, kîjan ku bîra teda nin, mesele rêzên ji Kitêba Pîroz kîjan ku tu hiz dikî, yan jî kilamên Padşatiyê (Karên Şandiya 16:25). Û ruhê Xwedêyî Pîroz wê alî te bike, ku bînî bîra xwe wan tişta çi ku hîn bûyî, û ev yek wê alî te bike ku amin bimînî (Yûhenna 14: 26).

12. Ça tu dikarî usa bikî ku Kitêba Pîroz her roj bixûnî?

12 Tu ça dikarî usa bikî ku Kitêba Pîroz her roj bixûnî? Mesele tu heftiyêda çend roja dikarî bixûnî wan seriya, yên ku civatêda derbaz dikin bi bernama heftiyê. Rojên din tu dikarî bixûnî çar kitêbên pêşin ji Mizgînî, dêmek Metta, Marqos, Lûqa, Yûhenna û bifikirî ku Îsa çi digot û çi dikir (Romayî 10:17; Îbranî 12:2; 1 Petrûs 2:21). Edebyeteke me jî heye, kîderê ku qewimadinên ji jîyîna Îsa têne gilîkirinê û usa jî hatine rêzkirinê, ku ewana kengê û ça qewimî ne. Ew edebyet dikare alî te bike, ku hê karê bistînî ji xwendina wan çar kitêba (Yûhenna 14:6).

ÇIRA FERZ E KU BIFIKIRIN?

13, 14. Çira ferz e ku em bifikirin derheqa Yahowa û Îsa, û ew yek me berbi çi hêlan ke?

13 Hergê em bifikirin derheqa Yahowa û Îsa ew yek wê alî me bike bibine Mesîhiyên gihîştî û baweriya xwe qewî xwey kin (Îbranî 5:14; 6:1). Ew merivê ku gelek hindik difikire derheqa Xwedê, axiriyêda wê hêdî-hêdî heleqetiya xwe tevî Yahowa unda ke, û hela hê wê ji riya rastiyê jî derê (Îbranî 2:1; 3:12). Îsa pêşda got ku hergê em “bi dilê sax” guh nedine Xebera Xwedê yan jî qebûl nekin, emê nikaribin xebera wî dilê xweda xwey kin. Dewsê, emê “xemêd dinêva, dewlet û şabûna vî emirîva” mijûl bin (Lûqa 8:14, 15).

14 De werên em berdewam kin bifikirin ser Kitêba Pîroz û bi wê yekê Yahowa hê rind nas kin. Çimkî ew yek wê me hêlan ke ku bi temamî çev bidine wî, û hunurên wî bal xwe pêşda bînin (2 Korintî 3:18). Em dikarin berdewam kin hê zêde pêbihesin derheqa Bavê xweyî ezmana û heta-hetayê çev bidine wî. Rastî jî vî qedirî zêdetir çi heye! (Waîz 3:11).

Hergê tu derheqa Yehowa û Îsa bifikirî, tuyê hindava rastiyê diha xîret bî

15, 16. a) Tu çi karê distînî çaxê difikirî derheqa Yahowa û Îsa? b) Çira cara dikare çetin be ku bifikirin, û em gerekê çi bikin seva vê yekê?

15 Çaxê tu bifikirî derheqa Yahowa û Îsa, ew yek wê alî te bike ku rastiyêda hê xîret bî. Xîreta te wê xûşk û bira bişidîne û usa jî merivên ku tu mizgînê didî wan. Û çaxê tu difikirî ku Yahowa bi saya qurbana Îsa bona te çi kiriye, tuyê hê qîmet kî heleqetiya xwe tevî Yahowa (Romayî 3:24; Aqûb 4:8). Birê me Mark ji Afrîkaya Başûrê ye, kîjan ku sê sala bona baweriya xwe kelêda bû, giliyên usa got: “Fikirandin em dikarin beramber kin tevî rêwîtiya hewas. Çiqas zef em difikirin ser tiştên ruhanî, haqas zef em tiştên teze pêdihesin derheqa Xwedêyê me Yahowa. Cara çaxê ez hinekî dilteng dibim yan jî xemgîn dibim derheqa axiriyê, ez derbêra Kitêba Pîroz dixûnim û ser rêzekê difikirim. Û ez texmîn dikim ku rastî jî bi wê yekê ez hêsa dibim”.

16 Ew dinya bi tiştên usa tije ye, kîjan ku dîna me dikare here ser wan, û lema jî mera çetin e ku derheqa tiştên ruhanî bifikirin. Bira bi navê Patrîk, ku Afrîkayêda dijî, got: “Hişê min mîna qutiya maîlê tije ye, bi cûre-cûre înformasiyên baş û nebaş, û lema jî minra lazim e hişê xwe her roj temiz kim. Gelek car ez divînim ku hişê minda ‘fikirên xemgînî’ jî hene, û lema jî ez gerekê pêşiyê derheqa wan fikira Yahowara dua bikim, seva ku paşê bikaribim bi hişê temiz ser tiştên ruhanî bifikirim. Rast e ew yek hinekî wede ji min distîne, lê ez texmîn dikim ku ez nêzîk dibim tevî Yahowa. Û ew yek hişê min vedike, seva ku hê rind fem kim rastiyê” (Zebûr 94:19). Belê, em gelek karê distînin çaxê em her roj Kitêba Pîroz dixûnin û ser difikirin (Karên Şandiya 17:11).

TU ÇA XWERA WEDE DIVÎNÎ?

17. Tu ça xwera wede divînî seva ku bifikirî?

17 Hinek meriv şebeqê zû radibin seva ku bixûnin, bifikirin û dua bikin. Hinek jî ser xebatê wedê hêsabûnê evê yekê dikin. Dibeke bona te wedê lapî baş êvarê ye, yan jî pêşiya ku herî razêyî. Hinek hiz dikin şebeqê û pêşiya razanê jî bixûnin (Yêşû 1:8). Ferz e ku em “dest bidine ber wext”, dêmek wede ji tiştên ne ferz bistînin, çimkî usa emê bikaribin her roj bifikirin ser Xebera Xwedê (Efesî 5:15, 16).

18. Kitêba Pîroz çi soz dide wanra, kê her roj ser Xebera Xwedê difikire û dixebite ku çi pêdihese bide xebatê?

18 Kitêba Pîroz soz dide ku Yahowa wê wan hemûşka kerem ke, yên ku ser Xebera wî difikirin, û çiqas dikarin dixebitin ku çi hîn dibin bidine xebatê. (Bixûne Zebûr 1:1-3.) Îsa got: “Xwezî li wan, yêd ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin” (Lûqa 11:28). Lê ya lape ferz ew e, ku çaxê em her roj ser Xebera Yahowa bifikirin, ew yek wê alî me bike, ku bi her kirên xwe wî rûmet kin. Çaxê em usa bikin, Yahowa wê me kerem ke ku niha bextewar bin û usa jî heta-hetayê di dinya tezeda (Aqûb 1:25; Eyantî 1:3).

a Binihêre gotar bi navê “Em Şer Dikin seva ku Ruhanîda Qewî Bimînin”, di “Birca Qerewiliyêda” ya 1 Kanûna Pêşin, sala 2006.