Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Berdewam kin Zarên Xwe Hîn kin ku Yahowara Xizmet kin (Para 2)

Berdewam kin Zarên Xwe Hîn kin ku Yahowara Xizmet kin (Para 2)

“Îsa bi serwaxtî û bejinê pêşda diçû û bi merîfetî li ber Xwedê û li ber meriva mezin dibû” (LÛQA 2:52).

KILAMÊN: 45, 11

1, 2. a) Hine dê-bav derheqa çi berxwedikevin bona zarên xwe kîjan ku cahil in? b) Zar ça dikarin wedê salên xweye cahiltiyê karê bistînin?

 YEK ji qewimandinên lapî baş di jîyîna dê-bavada ew e, çaxê zarên wan têne nixumandinê. a (Binihêre spartin.) Çar zarên Bêrênîs hene, û gişk jî pêşiya ku bibûna 14 salî hatine nixumandinê. Ew gilî dike: “Ew qewimandin bona me lap êmosîalî bû. Hilbet em gelek razî bûn, ku zarên me dixwazin Yahowara qulix kin. Lê me usa jî zanibû ku çawa cahil, ewana wê rastî gelek çetinaya bên”. Hûn jî dibeke berxwedikevin derheqa kur yan qîza xwe ku cahil in.

2 Êkspêrtê psîkolojiya zara got, ku salên cahiltiyêda dikare çawa dê-bavara usa jî cahilara çetin be, lê dê-bav gerekê ser zarên xwe usa nefikirin ku ewana hişsivik in yan hê biçûk in. Êkspêrt zêde kir û got ku yên cahil dikarin tiştên baş ber xwe derxin, êmosiyên wane kûr hene, û ewana hewce ne ku tevî hevalên xwe wede derbaz kin. Dê-bavno, zarên we dikarin tevî Yahowa nêzîk bin, çawa ku Îsa çaxê cahil bû. (Bixûne Lûqa 2:52.) Ewana dikarin di xizmetiyêda feresetên xwe hê baş kin, û xwestina wane qayîm jî dikare hebe, ku hê zêde xizmet kin Yahowara. Hin jî ewana dikarin tişta xwexa safî kin, mesele, xwe tesmîlî Yahowa kin û gura wî bikin. Dê-bavno, lê hûn çawa dikarin zarên xwe ku cahil in hîn kin, ku Yahowara xizmet kin? Hûn dikarin çev bidine Îsa, ku ewî çawa bi hizkirinê, milûktiyê, û femkariyê şagirtên xwe hîn dikirin.

ZARÊN XWE HIZ BIKIN

3. Şagirta ji ku zanibûn ku Îsa hevalê wan e?

3 Îsa bona şagirtên xwe tenê axa nîbû, ew usa jî hevalê wan bû. (Bixûne Yûhenna 15:15.) Wedê berê, axa tevî xulamên xwe derheqa fikirên xwe yan jî hestên xwe xebernedidan. Lê Îsa tevî şagirtên xwe usa nîbû. Ewî ewana hiz dikirin û wede tevî wan derbaz dikir. Wîra hewas bû ku wanra fikirên xwe û hestên xwe gilî ke, û çaxê wana jî fikirên xwe û hestên xwe gilî dikirin, ewî guh dida wan (Marqos 6:30-32). Ji bo wê heleqetiyê ewana bûne hevalên Îsaye gelek nêzîk, û hazir bûn bona wî şixulî, kîjan ku gerekê axiriyêda bikirana.

4. Dê-bavno, hûn çawa dikarin bibine hevalên zarên xwe? (Binihêre şikilê ewlin.)

4 Rast e hukumê we heye ser zarên we, lê hûn usa jî dikarin bibin hevalên wan. Heval tevayî wede derbaz dikin. Dibeke hûn dikarin wede ji xebata xwe yan ji tiştên din kêm kin, seva ku hê zef wede tevî zarên xwe derbaz kin. Bona vê yekê hûn gerekê dua bikin û kûr bifikirin. Hevalên hev usa jî bi tiştên usava mijûl dibin, ku herdu jî begem dikin. Lema pêbihesin ku zarên we çi hiz dikin, mesele kîjan kilam, fîlm yan sport. Paşê hûn jî tevî wan mijûl bin van tiştava. Îlarîa ku di Îtalyayêda dijî, dibêje: “Dê-bavê min dixwastin bizanibin, ku ez kîjan kilama hiz dikim. Bavê min minra hevalê nêzîk bû, û minra hêsa bû tevî wî xeberdim, hela hê derheqa tiştên xweyî şexsî jî”. Hergê hûn bibine hevalên zarên xwe û alî wan bikin ku ewana bibine dostên Yahowa, qedirê we çawa dê yan bav, wê bal zarên we unda nabe (Zebûr 25:14). Çaxê zarên we bivînin ku hûn wana hiz dikin û qîmet dikin, ewana wê hêsa tevî we derheqa hemû tiştî xeberdin.

5. Şagirtên Îsa ça dikaribûn bextewar bûna, hergê şixulê Yahowa bikirana?

5 Îsa zanibû ku hergê xîreta şagirtên wî hebe bona Yahowara xizmet kin, û hergê ewana nava şixulê belakirina mizgînêda gelek kar bikin, ewana wê bi rastiyê bextewar bin. Lema jî ewî şagirtên xwe hêlan kir, ku gelek kar bikin di şixulê xizmetiyêda, û ewî soz da wan ku wê alî wan bike (Metta 28:19, 20).

6, 7. Hûn ça hizkirinê didine kifşê, çaxê zarên xwe hîn dikin, ku timê tiştên ruhanîva mijûl bin?

6 Hilbet hûn dixwazin ku zarên we tevî Yahowa timê nêzîk bin. Yahowa dixwaze ku hûn wana hîn kin û şîret kin. Û ew borcdarî ewî daye we (Efesî 6:4). Lema jî hûn gerekê bawer bin, ku hela zarên we ewê hînkirinê timê distînin yan na. Bifikirin ser vê meselê: Hûn zanin ku zarên we lema diçine mektebê, çimkî ferz e ku ewana xwendinê bistînin, û hûn dixwazin ku ewana tiştên teze hîn bin. Usa jî, hûn zanin ku çira zarên we têne ser civatê, civatên mezin û qulixkirina tevî malbetê. Hûn fem dikin ku hînbûna ji Yahowa dikare emirê wan xilaz ke. Lema jî, hûn gerekê alî wan bikin ku ewana bixwazin Yahowa nas kin, û fem kin ku ew dikare wana hîn ke ku bîlan bin (Metelok 24:14). Usa jî zarên xwe hîn kin, ku timê herine xizmetiyê. Çev bidine Îsa vê yekêda, ku alî zara bikin, wekî ewana Xebera Xwedê meriva hîn kin û şabûnê bistînin.

7 Çaxê cahil timê nava şixulên ruhanîda nin, mesele hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, diçine civatê û xizmetiyê, ew yek gelek kêrhatî ye. Êrîn kîjan ku dijî Afrîkaya Başûrê, dibêje: “Me zara gelek car dikire ofe-ofê û kute-kut bona hînbûna Kitêba Pîroz, civatê, û xizmetiyê. Cara me qestîka tiştên usa dikir, wekî em cîkîda herin û hînbûna tevî malbetê derbaz nebin. Lê dê-bavê me rê nedidane me”. Êrîn razî ye ji dê-bavê xwe, çimkî wana alî wê kirin, ku fem ke ev tiştên ruhanî çiqas ferz in. Niha ew tu cara civatê û civata dannasînkirinê nahêle, xêncî çaxê bi rastiyê nikare.

MILÛK BIN

8. a) Îsa ça nîşan kir ku ew milûk e? b) Ça milûktiya Îsa alî şagirtên wî kir?

8 Rast e Îsa bêqisûr bû, lê ewî gote şagirtên xwe ku alîkariya Yahowa wîra lazim e, çimkî ew milûk bû. (Bixûne Yûhenna 5:19.) Gelo ji bo vê yekê qedirê Îsa ber şagirta ket? Na. Wana çiqas zêde didîtin ku Îsa gumana xwe dide ser Yahowa, haqas zêde wana îtbariya xwe Îsa dianîn. Paşê axiriyêda wana çev dane milûktiya Îsa (Karên Şandiya 3:12, 13, 16)

Hergê hûn şaşiyên xwe bînin rûyê xwe, zarên we wê qedirê we bigirin

9. Çaxê hûn şaşiyên xwe didin rûyê xwe, ew yek ça dikare alî zarên we bike?

9 Em mîna Îsa bêqisûr nînin, em gunekar in û şaşiya dikin. Lema jî dê-bavno, ferz e ku hûn milûk bin û fem kin, ku gelek tişt hene çi ku hûn nikarin bikin, û gerekê şaşiyên xwe bidin rûyê xwe (1 Yûhenna 1:8). Hergê hûn usa bikin, zarên we jî wê hîn bin şaşiyên xwe bidin rûyê xwe, û ewana wê hê zêde qedirê we bigirin. Bifikirin ser wê meselê, hûnê hê zêde qedirê kîjan mezinê xebatê bigirin, kîjan ku şaşiyên xwe dide rûyê xwe, yan kîjan ku tu car qebûl nake ku şaş bûye? Rosamarî ku sê zarên wê hene, dibêje ku ew û mêrê wê timê hazir bûn ku şaşiyên xwe bide rûyê xwe. Ew şirovedike: “Evê yekê zarên me hêlan kir ku problêmên xwe mera gilî kin”. Ew zêde dike: “Me zarên xwe hîn kir ku bizanibin safîkirina problêmên xwe ji kîderê bigerin. Çaxê wanra alîkarî lazim bû, me timê şîret dida wan, ku edebyetên me bidine xebatê û me tevayî dua dikir”.

10. Îsa ça milûktiya xwe dida kifşê, çaxê şagirtên xwera digot ku çi bikin?

10 Hukumetiya Îsa hebû ku şagirtên xwera bêje ewana çi bikin. Lê çimkî ew milûk bû, ewî gelek car şirovedikir ku ewana çira gerekê usa bikin. Mesele, ewî ne ku tenê got ku ewana berê pêşin Padşatiyê û rastiya Xwedê bigerin, lê usa jî got: “Û ew hemûyê wera bêne dayînê”. Carekê jî çaxê Îsa wanra got ku loma nekin, ewî şirovekir çira nekin û got: “Ku lome li we nebin. Hûn çi loma bikin, ew lome jî wê li we bibin” (Metta 6:31-7:2).

11. Hergê hûn zarên xwera şirovekin ku we çira ev temî da, yan jî çira usa safî kir, ew yek wê çida alî wan bike?

11 Wedê rast bijbêrin seva ku zarên xwera şirovekin, ku we çira ew temî da yan jî çira usa safî kir. Çaxê ew fem bikin ku çira, ewana wê bixwazin gura we bikin. Barrî, kîjan ku çar zar mezin kir, dibêje: “Çaxê dibêjin ku menî çi ye wekî hûn usa dikin, ew yek alî zarên we dike îtbariya xwe we bînin”. Cahil wê bivînin ku we tiştek safî kir yan tiştek kire qanûn, ne ku çimkî hukumetiya we heye usa bikin, lê çimkî meniya weye baş heye. Usa jî bîr nekin, ku cahil îda zarên biçûk nînin. Ewana hîn dibin ku çawa bifikirin û ewana dixwazin xwexa safîkirina bikin (Romayî 12:1). Barî şirovedike: “Cahil gerekê hîn bin ku hingê safîkirina bikin çaxê menî heye, ne ku bin êmosiyada” (Zebûr 119:34). Lema milûk bin û cahilara şirovekin ku we çira usa safî kir. Usa ewana wê hîn bin ku xwexa safîkirina bikin, û wê bizanibin ku hûn qedirê wan digirin û fem dikin ku ewana digihîjin.

JI ZARÊN XWE FEM BIKIN

12. Îsa çawa bi saya femkariya xwe alî Petrûs kir?

12 Îsa fem dikir ku şagirtên wîra çi alîkarî lazim e. Mesele, çaxê Îsa gote şagirtên xwe ku ew gerekê bimire, Petrûs gote wî, ku ew qenc be hindava xwe. Îsa zanibû ku Petrûs wî hiz dike, lê usa jî zanibû ku Petrûs ne rast difikire. Lê Îsa ça alî wî û şagirtên din kir? Pêşiyê ewî Petrûs şîret kir. Paşê ewî şagirtên xwera şirovekir ku wê çi biqewime tevî wan, yên ku çetinayada naxwazin qirara Xwedê bînin sêrî. Îsa usa jî got ku Yahowa wê wan meriva xelat ke, yên ku xwehiz nînin (Metta 16:21-27). Ew yek Petrûsra derseke baş bû (1 Petrûs 2:20, 21).

13, 14. a) Ça dikare bê kifşê ku zarên wera lazim e baweriya xwe qewî kin? b) Hûn ça dikarin pêbihesin ku zara wera çi alîkarî lazim e?

13 Yahowara dua bikin ku ew femkariyê bide we, seva ku hûn bikaribin fem kin ku zarên we hewcê çi ne (Zebûr 32:8). Dibeke hûn divînîn ku zara we usa şa nîne ça berê, yan jî ew derheqa xûşk û birayên di civatêda nebaş xeberdide. Û dibeke hûn texmîn dikin, ku tiştek heye ku ew wera navêje. Lema derbêra nefikirin ku zara we dizîva tiştekî gelek xirab dike. b (Binihêre spartin.) Lê ewê problêmê pişt guhê xwexa nevêjin, yan jî nefikirin ku ew problêm wê xwexa safî be. Dibeke wera lazim e ku alî wî bikin, wekî ew baweriya xwe qewî ke.

Alî zara xwe bike ku civatêda hevalên baş xwera bivîne (Binihêre abzasa 14)

14 Seva ku pêbihesin ku çida alî zara xwe bikin, bi nermî û bi qedir pirsa bidin wî. Ev mîna vê yekê ye, ku çaxê avê ji bîrê derdixî. Hergê hûn avê ji bîrê derbêra derxin, hûnê haqas av nestînin çiqas ku dixwazin. Usa jî derheqa cahila. Hergê hûn bêsebir in çaxê pirsa didine wan, yan jî zorê dikin ku ewana tevî we xeberdin, hûnê nikaribin pêbihesin ku ewana bi rastiyê çi difikirin û çi texmîn dikin. (Bixûne Metelok 20:5.) Îlarîa tîne bîra xwe, ku çaxê ew cahil bû, ewê dixwast gelek wede derbaz ke tevî wan, yên ku dersxana wêda bûn. Lê ewê zanibû ku ew yek nerast e. Dê-bavê wê dîna xwe dan ku ew derheqa tiştekî berxwedikeve. Îlarîa gilî dike: “Carekê êvarê, dê-bavê min minra gotin, ku ewana texmîn dikin wekî ez xemgîn im, û ji min pirsîn ku problêma min çi ye. Wana ez hemêz kirim, gotine min ku min fem dikin, û soz dan ku wê alî min bikin”. Dê-bavê Îlarîayê derbêra destpêkirin alî wê bikin, wekî ew di civatêda hevalên baş xwera bivîne.

Dîna xwe bidinê ku çi hunurên baş bal zarên we hene û payê wan bidin

15. Îsa ça bi cûrekî mayîn da kifşê ku femkariya wî heye?

15 Îsa femkariya xwe dida xebatê, çaxê dîna xwe dida ser hunurên baş di şagirtên xweda. Mesele, çaxê Natanyêl bihîst ku Îsa ji Nisretê bû, ewî got: “Qet dibe ku tiştekî pak ji Nisretê derkeve?” (Yûhenna 1:46). Hergê hûn li wê derê bûna, dibeke hûn bifikiriyana ku Natanyêl merivekî krîtîk e, yan jî ku ew firqiyê dike orta meriva, yan jî ku baweriya wî tune. Lê Îsa tu car ser wî usa nefikirî. Dewsê, femkariya Îsa hebû û ewî zanibû ku Natanyêl merivekî diltemiz e, û lema Îsa giliyê usa got: “Va ye îsraêlîkî heqî-helal ku dilê wîda mixenetî tune” (Yûhenna 1:47). Îsa karibû dilê meriva bixwenda, û ew fereset ewî dida xebatê seva ku hunurên baş nava merivada bivîne.

16. Hûn ça dikarin zarên xwe hêlan kin ku ewana pêşda herin?

16 Rast e hûn nikarin mîna Îsa dila bixûnin, lê hûn dikarin zarên xwe fem kin. Yahowa dikare alî we bike, ku hûn nava zarên xweda hunurên baş bivînin. Hergê zara we dilê we bêşîne jî, tu car nebêjin û hela hê nefikirin jî, ku ew yekî xirab e, yan jî ku ew tenê problêma tîne. Dewsê, bêjin ku hûn wîda hunurên baş divînin û bawer in, ku ew dixwaze tiştên rast bike. Dîna xwe bidinê ku ew çida pêşda çûye û payê wî bidin. Çaxê tê standin hê zêde cabdariya bidin wî, seva ku alî wî bikin ku ew hunurên baş nav xweda pêşda bîne. Îsa tevî şagirtên xwe hema usa dikir. Salek û nîv paşî rasthatina tevî Natanyêl (usa jî dihate navkirinê Bertolomeyo), Îsa cabdarîke ferz da wî. Ewî Natanyêl kire şandiyê xwe, û Natanyêl bi aminî ew şixul kir, kîjan ku Îsa dabû wî (Lûqa 6:13, 14; Karên Şandiya 1:13, 14). Tu car zara xwera nebêjin, ku ew timê tişta ne haqas baş dike, dewsê payê wî bidin û wî qewî kin. Wîra bidine kifşê ku ew dikare we û Yahowa şa ke, û ku ew dikare feresetên xwe bide xebatê, bona xizmetkirina Yahowara.

HERGÊ HÛN ZARÊN XWE HÎN KIN HÛNÊ ŞABÛNEKE MEZIN BISTÎNIN

17, 18. Hergê hûn berdewam kin zarên xwe hîn kin ku Yahowara xizmet bikin, axiriya wê yekê dikare ça be?

17 Dibeke hestên we jî mîna yên Pawlos in. Pawlos gelek xemgîn dibû bo wan, yên ku jêra ça zar bûn. Pawlos ewana gelek hiz dikirin, û alî wan dikir ku ewana derheqa Yahowa pêbihesin. Û ew berxwediket ku ji wana hinek, dibeke berdewam nekin Yahowara xizmet bikin (1 Korintî 4:15; 2 Korintî 2:4). Vîktor, kîjan ku sê zar mezin kir, giliyên usa dibêje: “Salên cahiltiyê, wedekî ne hêsa bû. Lê wedê baş hê zef bûn, ne ku çetinayên ku rastî me dihatin. Em şa dibûn, ku bi alîkariya Yahowa heleqetiya meye nêzîk tevî zarên me hebû”.

18 Dê-bavno, çimkî hûn zarên xwe zef hiz dikin, hûn gelek qewatê xerc dikin, seva ku wana hîn kin. Lê nesekinin, berdewam kin wana hîn kin. Tenê bifikirin hûnê çiqas şa bin, çaxê zarên we safî kin ku xwe tesmîlî Yahowa kin û bi aminî berdewam kin Yahowara xizmet bikin! (3 Yûhenna 4).

a Di vê têmayêda tê şêwirkirinê ku çawa dê-bav dikarin zarên xweye 13-19 salî hîn kin, seva ku ewana Yahowara xizmet kin.