Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Di Xizmetêda Hê Cêribandî be; Hîm seva Serlêdana Dubare Dayne

Di Xizmetêda Hê Cêribandî be; Hîm seva Serlêdana Dubare Dayne

ÇIMA EW YEK FERZ E:

Em dixwazin avdin toximên rastiyê, yê ku me daçkandiye (1 Kr. 3:6). Çaxê em rastî kesekî tên, yê ku hewasa xwe hindava rastiyêda dide kifşê, wê baş be ku em seva serlêdanê pirsa vekirî bihêlin, ku bikaribin tevî wî şêwir kin. Ev yek wê hewasa meriv mezin ke û hazirbûna me jî seva serlêdanê hêsa ke. Paşê çaxê emê serlêdanê bikin, em dikarin bêjne meriv ku em hatin seva ku bidin caba wê pirsê, ya ku me pêşda vekir.

ÇA EVÊ YEKÊ BIKIN:

  • Çaxê tu seva xizmeta mal bi mal pêşanînê hazir dikî, pirsekê jî hazir ke ya ku tê ser serlêdana dubarê şêwir kî. Evê pirsê tu dikarî hildî ji wê edebyetê, ya ku tu dixwazî xweyê malêra bihêlî û kîderê ku caba wê pirsê tê dayînê. Yan jî tu dikarî hildî pirsê ji edebyeteke meye seva hînbûnê, ya ku tu dixwazî xweyê malêra wedê serlêdanê nîşan kî, û kîderê ku caba wê pirsê tê dayînê.

  • Çaxê tu xeberdana xwe xilaz dikî tevî kesekî ku hewasa xwe hindava rastiyêda dide kifşê, dikarî wîra bêjî ku dixwazî dîsa carekê tevî wî xeber dî. Û paşê jî dayne ev pirsa ku te pêşda hazir kiriye. Hergê dest dide dikarî ji xweyê malê hine înformasiya hildî, ku çawa tê bikaribî tevî wî têklî bî.

  • Hergê te xweyê malêra got ku çi çax tê bêy, hingê xweyê sozê xwe be (Mt. 5:37).