XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN
Çawa bi Broşûra ‘Mizgîniya Xwedê seva Meriya’ Hînkirinê Derbaz kin
-
Bixûne pirsa ku bi reqemê û herfên reş kifş kirîne, seva ku alî xweyê malê bikî dîna xwe bide fikirên ferz.
-
Bixûne abzasa ku paşî pirsê tê dayînê.
-
Bixûne ayet (rêz) yên ku bi herfên xar kifş kirîne, û bide xebatê pirsên taktîkî, seva ku alî xweyê malê bikî bivîne ku çawa ayet, caba pirsa kifşkirî dide.
-
Hergê paşî pirsê dîsa abzasek tê, biwekilîne gava 2 û 3. Hergê li ser jw.org heye vîdêoyek, ya ku pirsêva girêdayî ye, dikarî wedê şêwirkirinê evê vîdêoyê vêxî.
-
Seva ku îzbat bin, hela xweyê malê fem dike fikirên ferz yan na, dikarî wîra bêjî ku caba pirsa kifşkirî bide.