MÎNA ÎSA BIJÎN
Baweriya Xwe Hindava Xebera Xwedê Qewî ke
Xebera Xwedê dikare jîyîna me biguhêze (Îbr. 4:12). Hemikî seva ku ji rêberî û şîretên Kitêba Pîroz karê bistînin, em gerekê bawer bin ku ew “xebera Xwedê” ye (1 Ts. 2:13). Ça em dikarin baweriya xwe hindava Kitêba Pîroz qewî kin?
Her roj parekê ji Kitêba Pîroz bixûne. Wedê xwendinê îzbatiya vê yekê bivîne, wekî Yehowa ye Avtorê Kitêba Pîroz. Mesele, lêkolîn ke şîretên ji kitêba Metelok, û dîna xwe bidê ku bîlaniya vê, roja îroyîn çi karê dikare mera bîne (Mtl. 13:20; 14:30).
Destpêke lêkolînê bike. Îzbatiya bivîne ku Kitêba Pîroz ji bîna ber Xwedê hatiye nivîsarê. Binihêre Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa û bivîne binserî “Kitêba Pîroz” û paşê “Ji Bîna Ber Xwedê ye”. Tu usa jî dikarî baweriya xwe qewî kî hindava vê yekê, ku Kitêba Pîroz nehatiye guhastinê, gava lêkolîn kî Elametiya Zêde A3, ji Welgerandina Dinya Teze.
BINIHÊRIN VÎDÊO ÇIRA BAWERIYA ME HEYE HINDAVA . . . XEBERA XWEDÊ, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Misirêda, dîwarê paristgeha Karnakê çawa îzbat dike, wekî Xebera Xwedê rast e?
-
Em ji ku zanin, wekî çi ku Kitêba Pîrozda nivîsar e, nehatiye guhastinê?
-
Ev yek ku Kitêba Pîroz hate xweykirinê, ça te dide bawerkirinê, wekî ew Xebera Xwedê ye? (Îşaya 40:8 bixûne)