Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Nihada Xwe bona Derecên Sihet-Qewatêva Girêdayî Hazir kin

Nihada Xwe bona Derecên Sihet-Qewatêva Girêdayî Hazir kin

Çira gerekê xwe hazir kin? Çimkî çetinayên sihet-qewatêva girêdayî dikarin nişkêva biqewimin, ku em ne jî hîviyê ne. Lema jî pêşiya ku tiştek biqewime, xwe hazir kin, wekî hûn alîkariya lape baş wededa bistînin. Hergê hûn usa bikin, hûnê bidine kifşê, wekî jîyînê qîmet dikin û qanûna Yehowa hindava xûnê hildidin hesab (Kr.Şn. 15:28, 29).

Hûn ça dikarin xwe hazir kin?

  • Pêşiya ku blanka xûnê tije kî, dua ke û rind lêkolîn ke. a Mizgînvanên nixumandî dikarin evê blankê bal wî birayî hildin, kîjan ku bona vê yekê cabdar e. Usa jî dê-bav dikarin bona zarên xwe Karta Xûnê bona Zara hildin û tije kin

  • Hergê tu hemle yî, ji rûspiyê civata xwe bixwaze Înformasiya bona Kulfetên Hemle (S-401). Ev blank dikare alî we bike safîkirinên rast bikin, hergê wedê giranbûnê yan jî zaranînê, çetinayên sihet-qewatêva girêdayî pêşda bên

  • Hergê tera qenckirineke usa lazim be, kîderê ku dibeke hekîm dikarin xûnê bidine xebatê, yan jî hergê tu gerekê bona qenckirinê nexweşxanêda bimînî, derheqa vê yekê pêşda rûspiyara bêje û usa jî bira nexweşxanêda bizanibin, ku Şedekî Yehowa, yê ku haş ji dereca te heye, wê bê teseliya te bike

Rûspî ça dikarin alîkariyê bidin? Ewana dikarin alî te bikin blanka bona xûnê tije kî. Lê ewana wê dewsa te safîkirina nekin û derheqa wan tişta, çi ku tu gerekê xwexa safî kî, wê nihêrandina xweye şexsî nebêjin (Rm. 14:12; Gl. 6:5). Çaxê tu rûspiyara bêjî ku dereca te usa ne, wekî diqewime doxdir bêjin ku lazim e xûnê berî te din, wî çaxî rûspî wê derbêra tevî Komîtêya Hevkariya Nexweşxanê têklî bin, seva ku alîkariyê bidine te.

Ça Komîtêya Hevkariya Nexweşxanê dikare alîkariyê bide? Birên ku Komîtêya Hevkariya Nexweşxanêda xizmet dikin, hatine hînkirinê wekî him hekîmara him jî qanûnzanara şirovekin nihêrandina me derheqa xûnê. Ewana wê tevî doxdira xeber din, ku kîjan mêtodên qenckirinêye bê xûn bidine xebatê. Hergê lazim be, ewana dikarin alî te bikin wekî doxdirekî usa bivînî, kîjan ku tevî Komîtêya Hevkariya Nexweşxanê hevkariyê dike.

BINIHÊRIN VÎDÊO ÇA SAFÎKIRINÊN RAST BIKIN BONA QENCKIRINA BÊXÛN, Û PAŞÊ CABA VÊ PIRSÊ BIDIN:

  • Tu ji vê vîdêoyê derheqa cûrê qenckirinê çi pêhesiyayî, ku wê alî te bike, gava nişkêva alîkariya hekîma tera lazim be?

a Dersa 39 ji kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! wê alî te bike safîkirina rast bikî, gava pirsên xûnêva girêdayî pêşda bên.