MÎNA ÎSA BIJÎN
Pê Prînsîpên Kitêba Pîroz Alî Zarên Xwe Bikin ku Ewana Pêşda Herin
Dê-bav ku Mesîhî ne, dixwazin wekî zarên wan bextewar bin û xizmetiyêda keremên Yehowa bistînin. Hergê dê-bav pê prînsîpên Kitêba Pîroz zarên xwe hîn kin û şîret kin, usa ewana wê alî zarên xwe bikin, wekî pêşdaçûyî bin (Mtl. 22:6).
-
Bona zarên xwe ça heval bin, wekî ewana aza dilê xwe wera vekin (Aqb. 1:19)
-
Pê mesela xweye baş wana hîn kin (Qn.Dc. 6:6)
-
Xizmetiyêda timê xîret bin (Ef. 6:4)
BINIHÊRIN VÎDÊO BIRA MELBETA WE QEWÎ BE—ZARÊN XWE HÎN KIN XWE RIYA RAST BIGIRIN, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Dê-bav ça dikarin serwaxtî bidine kifşê?
-
Dê-bav ça dikarin prînsîpa ji Aqûb 1:19 bidine xebatê?
-
Gava problêm pêşda tên, dê-bav çi dikarin bikin?