MÎNA ÎSA BIJÎN
Bona Êvara Bîranînê Nêta Dayne Pêşiya Xwe
Her sal cimeta Yehowa hizreta vê yekê ye, ku tevayî Êvara Bîranînê derbaz kin. Heftiyên pêşiya û paşî Bîranînê em her mecala didine xebatê, wekî pesin û şikirî bidine Yehowa seva pêşkêşeke usa qîmet, dêmek kirînê (Ef. 1:3, 7). Mesele, em bi xîret û bi dil û can meriva teglîfî ser Êvara Bîranînê dikin. Hinek şixulê xwe usa safî dikin, wekî meha Adarê yan jî Nîsanê bikaribin bibine pêşengên wedelû û 30 yan 50 sihet xizmet kin. Lê tu dixwazî meha Bîranînê hê zêde xizmet kî? Çi dikare alî te bike bigihîjî vê nêtê?
Em dikarin bigihîjine vê nêta xwe, hergê pêşda derheqa vê yekê bifikirin (Mtl. 21:5). Êvara Bîranînê nêzîk dibe, lema îda nihada lazim e em xwe hazir kin û pêşda şixulên xwe usa safî kin, wekî hê zêde xizmet kin. Bifikire ku çi tu dikarî bikî, wekî wedê Bîranînê hê zêde xizmet kî, û bifikire tu gerekê çi bikî, wekî bigihîjî vê nêtê. Paşê Yehowara dua bike, wekî Ew safîkirina te kerem ke (1 Yn. 5:14, 15).
Hela bifikire, ça tu dikarî heftiyên pêşiya û paşê Êvara Bîranînê, hê zêde xizmet kî?