MÎNA ÎSA BIJÎN
Nihêrandina Yehowa Lêkolîn ke
Em dixwazin pê hemû kirên xwe dilê Yehowa şa kin (Mtl. 27:11). Seva vê yekê lazim e ku em li gora nihêrandina Yehowa safîkirina bikin, hela hê wî çaxî jî, hergê derheqa vê pirsê raste-rast qanûn tune. Lê çi dikare alî me bike?
Timê Kitêba Pîroz bixûne. Her car çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin, em ça bêjî wedê xwe tevî Yehowa derbaz dikin. Em nihêrandina Yehowa pêdihesin gava lêkolîn dikin, ku Ew hindava cimeta xwe çawa bû û usa jî gava dîna xwe didin serhatiyên wan meriva, yên ku ber çevê Wî qencî yan xirabî dikirin. Çaxê em gerekê safîkirinekê bikin, ruhê pîroz dikare ders û prînsîpa bike bîra me, kîjan ku me Xebera Xwedêda pêşda lêkolîn kiribû (Yn. 14:26).
Lêkolîn ke. Çaxê tu gerekê safîkirinekê bikî, ji xwe bipirse: “Kîjan rêz yan serhatîke Kitêba Pîroz dikare alî min bike, ku pêbihesim wekî Yehowa ça dinihêre ser vê safîkirinê?” Bona alîkariyê Yehowara dua ke, û hacetên bona lêkolînê ku ser zimanê te hene bide xebatê, wekî bikaribî bivînî û bidî xebatê wan prînsîpên Kitêba Pîroz, yên ku dereca teva girêdayî ne (Zb. 25:4).
BINIHÊRIN VÎDÊO EM GEREKÊ BI SEBIR BIREVIN— XWARINA KU BONA SIHET-QEWATÊ BAŞ E BIXWIN, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Xûşkeke cahil ji vîdêoyê rastî çi çetinaya hat?
-
Tu ça dikarî hacetên bona lêkolînê bidî xebatê, wekî bikaribî derecên usada safîkirinên rast bikî?
-
Em çi karê distînin, çaxê wede bona lêkolîna şexsî divînin? (Îbr. 5:13, 14)