Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN | ŞABÛNA XWE XIZMETIYÊDA ZÊDE KE

Alîkariya Xûşk-Bira Qebûl ke

Alîkariya Xûşk-Bira Qebûl ke

Yehowa alî me dike bi saya xûşk-birên meye ji “temamiya dinyayê” (1 Pt. 5:9). Ewana dikarin alî me bikin, gava em xizmetiyêda rastî çetinaya tên. Bînin bîra xwe ku Pawlos jî alîkariya xûşk-bira distand, mesele ji Ekîla û Priskîla, Sîlas, Tîmotêyo û ji yên din (Kr.Şn. 18:1-5).

Lê ça xûşk-bira dikarin xizmetiyêda alî te bikin? Ewana dikarin şîretên kêrhatî bidine te, mesele gava xizmetiyêda kesek pirsekêda neqayîl e, çawa serlêdana dubare bikin, yan jî çawa hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin û derbaz kin. Bifikire ku kê civatêda dikare alî te bike, û alîkariyê ji wî bixwaze. Bêşik, ji vê yekê hûnê herdu jî karê bistînin û şabûna hevdu zêde kin (Flp. 1:25).

BINIHÊRIN VÎDÊO “ŞABÛNÊ BISTÎNE JI HAZIRKIRINA ŞAGIRTA; ALÎKARIYA YEHOWA QEBÛL KE; BIRATIYA ME”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Çawa Nîtayê Jîyanayê hêlan dikir, wekî ew bê ser civatê?

  • Çira em gerekê xûşk-birên din jî bivin ser hînbûnê?

  • Hazirkirina şagirtada temamiya civatê alîkariyê dide

    Çida Jîyana û Abîgaîl mîna hev bûn?

  • Xûşk-bira çawa dikarin alî te bikin ku xizmetêda diha cêribandî bî?