Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Bira Yehowa Timê Fikirên Teda be

Bira Yehowa Timê Fikirên Teda be

Gava em nikarin xwera xebatê bivînin, mera nehêsa ye wekî Padşatiya Xwedê û rastiya wî emirê xweda daynin ser ciyê pêşin. Hingê em dikarin xebateke usa qebûl kin, ya ku wê riya me bigire Yehowara xizmet kin, yan jî wê bibe menî ku em prînsîpên Kitêba Pîroz biteribînin. Lê em gerekê dudilî nebin, wekî Yehowa qewata xwe bona kara van meriva dide xebatê, kê ku bi temamiya dilê xwe tevî wî ne (2 Dr. 16:9). Tu tişt nikare riya Bavê meyî hizkirî bigire, wekî alî me bike û bona hewcên me xem bike (Rm. 8:32). Lema jî gava em safî dikin ku kîjan xebatê qebûl kin, em gerekê îtbariya xwe Yehowa bînin û emirê xweda xizmetiyê daynin ser ciyê pêşin (Zb. 16:8).

BINIHÊRIN VÎDÊO “BI DIL Û CAN BONA YEHOWA BIXEBITE”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Çira Cêyson ruşetê qebûl nekir?

  • Em ji Kolosî 3:23 bona xwe çi şîretê divînin?

  • Çawa mesela Cêyson ser Tomas hukum kir?

  • Bira Yehowa ser safîkirin û kirên te hukum bike

    Em ji Metta 6:22 bona xwe çi şîretê divînin?