MÎNA ÎSA BIJÎN
Zewac Peymana Her-Heyî ye
Zewaca Mesîhiyaye baş rûmetê dide navê Yehowa û cotê zewicîra şabûnê tîne (Mq. 10:9). Seva ku zewac bextewar be, pêşiya ku Mesîhî hevalzewac xwera bijbêre, ew gerekê prînsîpên Kitêba Pîroz hilde hesab.
Wî çaxî gerekê hevalzewac xwera bijbêrin, çaxê hestên sêksûalîye gur îda derbaz bûne, çimkî wî wedeyî çetin e safîkirinên bîlan bikin (1 Kr. 7:36). Heta tu nezewicî yî, emirê xwe bi bîlanî derbaz ke, wekî heleqetiya xwe tevî Xwedê qewî kî û hunurên baş nav xweda pêşda bînî. Û çaxê tu bizewicî, tuyê bikaribî zewaca xwe bextewar kî.
Pêşiya ku qayîl bî kesekîra bizewicî, êpêce wede xerc ke, wekî “merivê hindurê dilda” ça lazim e nas kî (1 Pt. 3:4). Hergê wedê hevnaskirinê tu tiştekîda dudilî dibî, derheqa vê yekê tevî wî (wê) xeber de. Zewacêda tu diha zêde gerekê bikevî heyra hevalzewacê xwe, ne ku heyra xwe (Flp. 2:3, 4). Hergê tu pêşiya zewacê prînsîpên Kitêba Pîroz emirê xweda didî xebatê, wê tera diha hêsa be paşî zewacê jî wan prînsîpa bidî xebatê û zewaca te wê bextewar be.
BINIHÊRIN VÎDÊO “HAZIRBÛNA BONA ZEWACÊ PARA 3: XERCÊN XWE ‘BIDE BER HESÊB’” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Heleqetiya xûşkê tevî Şêyn, ça berdewam bû?
-
Xûşkê wedê hevnaskirinê çi têderxist?
-
Dê-bavê wê ça alî wê kirin, û kîjan safîkirineke bîlan ewê kir?