Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Şîretên Bîlan bona Jîyîna Herrojî ser JW.ORG

Şîretên Bîlan bona Jîyîna Herrojî ser JW.ORG

Xebera Yehowa hemû tiştî dide me, wekî em bikaribin wan rojên axiriyêda çetinaya teyax kin (2 Tîm. 3:1, 16, 17). Lê dibeke cara mera alîkarî lazim be, seva ku bona dereceke konkrêt prînsîpên Kitêba Pîroz bigerin. Diqewime hûn dê-bav in û şîreta digerin ku ça zarên xwe mezin kin. Yan jî dibeke tu cahil î û bona baweriya xwe rastî çetinaya têyî. Yan diqewime hevalzewacê te miriye û tu xwe tenê texmîn dikî. Tu dikarî ser malpera jw.org cûre-cûre têma ser hîmê prînsîpên Kitêba Pîroz bivînî, kîjan ku wê ça van derecada, usa jî derecên dinda alî te bikin (Mtl. 2:3-6).

Ser malpera jw.org rûpêla serîda bitikîne HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ (Binihêre şikilê 1). Paşê bijbêre têma ku tera hewas e. Yan jî bikeve KITÊBXANE > RÊZÊN GOTARA û bijbêre vê têmayê ku tu digerî (Binihêre şikilê 2). Xût van têma tu dikarî bivînî ser “JW Library®”. * Firqî tune tu kîjan kaniyêda têma bigerî, lêgerîna vê yekê wê tera hewas be. Usa jî tu dikarî ser jw.org lêgerînêda têmekê bigerî.

Lêgerînêda vê têmayê binivîse, ya ku tera hewas e û bitikîne ser vê gotarê, kîjanî ku tu dixwazî bixûnî.

  • Şîretkirina Zara

  • Dêprêsiya cahila

  • Mirina hevalzewac

^ Hine têma hûn dikarin tenê ser jw.org bivînin.