Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

7-13 Cotmehê

ZEBÛR 92-95

7-13 Cotmehê

Kilama 84 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. Jîyîna Lape Baş Ev e, ku Yehowara Xizmet kin!

(10 deqe)

Yehowa hêja ye, ku em jêra xizmet kin (Zb. 92:1, 4; w18.04 26 ¶5)

Ew serwaxtiyê dide cimeta xwe (Zb. 92:5; w18.11 20 ¶8)

Ew xizmetkarên xwe qîmet dike hela hê vî çaxî jî, gava ewana emirda mezin dibin (Zb. 92:12-15; w20.01 19 ¶18)

PIRSÊ BIDE XWE: “Çi min paş dixe ji vê yekê, ku xwe tesmîlî Yehowa kim û bême nixumandinê?”

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Zb. 92:5—Ev gilî ça bîlaniya Yehowa eyan dikin? (cl 176 ¶18)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(4 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Mecalê çêke wekî merivra bêjî, ku tu çi şixulî dikî, wekî bi saya Kitêba Pîroz meriva hîn kî (lmd dersa 5, abzasa 3).

5. Xeberdanê Berdewam kin

(3 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Meriv hêlan ke ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêke, kîjanî ku berê nedixwast hîn bûya (lmd dersa 8, abzasa 4).

6. Şagirta Hazir kin

(5 deqe) Tevî xwendekarê xwe xeber de, yê ku ruhanîda pêşda naçe (lmd dersa 12, abzasa 5).

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 5

7. Çaxê Cahil ji bo Xemên Giran Dilteng Dibin

(15 deqe) Şêwirkirin.

Xizmetkarên Yehowa ji xemgîniyê xweykirî nînin. Mesele, Dawid Padşa cûre-cûre derecên emirê xweda rastî diltengiyê dihat, û ev yek îro tê serê xûşk-birên me jî (Zb. 13:2; 139:23). Sed heyf, ku cahil jî rastî vê yekê tên. Cara ji bo diltengiyê hela hê şixulê herrojî jî bona me dikarin bibine bargiranî, mesele çûyîna mektebê yan jî civata. Ev yek dikare atakên panîkî û fikirên xwekuştinê jî pêşda bîne.

Cahilno, hergê hûn jî ji bo tiştekî dilteng dibin, derheqa vê yekê dê yan bavê xwera bêjin, yan jî kesekî cêribandî û ruhanîda gihîştîra. Û eseyî duada alîkariyê ji Yehowa bixwazin (Flp. 4:6). Ewê alî we bike (Zb. 94:17-19; Îş. 41:10). Dîna xwe bidine mesela birê me Stêîng.

Vêxe VÎDÊO Yehowa bona Min Xem Dikir. Paşê pirsa bide guhdara:

• Kîjan rêza Kitêba Pîroz alî Stêîng kir, û çira?

• Yehowa ça bona wî xem kir?

Dê-bavno, hûn dikarin alî zarên xwe bikin ku diltengiyê alt kin, gava bi sebir guh bidine wan, hezkirina xwe wanra bidine kifşê û baweriya wan qewî kin, ku Yehowa wana hez dike (Tît. 2:4; Aqb. 1:19). Ji Yehowa dilbîniyê û qewatê bistînin, seva ku bikaribin alî zarên xwe bikin.

Dibeke em nizanin, ku kengê xûşk-birên ji civatê ji bo tiştekî dilteng dibin û em nikarin hestên wan fem kin. Lê yeke em dikarin bi vê yekê alî wan bikin, ku wanra şa bin, wekî civatêda ewana xwe hezkirî texmîn kin (Mtl. 12:25; Îbr. 10:24).

8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 81 û Dua