Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

Di Xizmetêda Hê Cêribandî Be—Pêşanîna Xwe Çêke

Di Xizmetêda Hê Cêribandî Be—Pêşanîna Xwe Çêke

ÇIMA EW YEK FERZ E: Rast e di bernama civînêda têne dayînê hine pêşanî, lê ev tenê mesele ne. Hûn gerekê ew bi giliyê xwe bêjin. Dibeke hûnê bixwazin bi cûrê din pêşanî bikin, yan difikirin ku têmeke din wê daha layîqî mihala we be. Lema jî paşî wê yekê çawa ku we jûrnal xwend, dîna xwe dane pêşanînê, û vîdêoyên temaşê nihêrîn, hingê dikarin evan rêberiya bidine xebatê, seva ku pêşanîna xwe çêkin.

ÇA EVÊ YEKÊ BIKIN:

Ji xwe bipirse, ‘Ezê bidime xebatê yek ji wan pêşanîna, yên ku têne dayînê?’

BELÊ

  • Pêşxebera xwe hazir ke. Paşî wê yekê çawa ku te meriv silav kir, mena hatina xwe kin şiroveke. (Mesele: “Ez hatim, çimkî. . . ”)

  • Bifikire hela tê çawa pirs, ayet û jûrnalê, heva girêdî. (Mesele derheqa ayetê (rêzê) dikarî usa bêjî: “Caba rast li ser vê pirsê, em dikarin li vir bivînin.”)

Na

  • Têmekê ji jûrnalê bijbêre ya ku tera hewas e, û ya ku wê di mihala teda jî layîq be

  • Pirseke usa hazir ke, ya ku wê xweyê malê ecêz neke, lê xût ew hêlan ke bifikire û xeberdanê tevî te jî berdewam ke. (Mesele: Pirsa ku tê dayînê li ser rûpêla 2 di vê jûrnalêda.)

  • Bijbêre ayeta ku tê bixûnî. (Hergê tu jûrnala “Hişiyar Bin!” bela dikî, hingê li ser safîkirina te dimîne ayetê bixûnî yan na. Çimkî ev jûrnal hatiye hazirkirinê seva ewên, zanebûna kê jî derheqa Kitêba Pîroz hindik e û ewên ku îtbariya xwe rêligiya nayînin.)

  • Yek yan du cimla hazir ke, yên ku wê xweyê malêra nîşan kin, ku çawa xwendina vê gotarê dikare wîra kêrhatî be

DÎSA CÛREKÎ

  • Pirsekê hazir ke, caba kîjanî ku tê li ser serlêdana dubare bidî

  • Nivîsandinên kin xwera bike, yên ku wê alî te bikin bîra xweda xwey kî ew, çi ku dixwazî careke din bêjî