Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Mêvanên Xwe Silav kin

Mêvanên Xwe Silav kin

Li 23 Adarê, weke 12 mîliyon meriv yan hê zêde wê bibine mêvanên me û bêne li ser Êvara Bîranînê. Bi rastî jî ewana wê şedetîke baş bistînin, çaxê bibihên şêwirkirina xebervan derheqa pêşkêşa Yahowa, dêmek kirînê. Usa jî xebervan wê şêwir ke derheqa keremên axiriyê ku wê însanet bistîne! (Îş. 11:6-9; 35:5, 6; 65:21-23; Yn. 3:16). Li ser vê cejineke muhîm, ne ku tenê xebervan wê şedetî bide. Lê em jî dikarin şedetî bidin, çaxê bi dil û can silav kin mêvanên ku wê bêne li ser Êvara Bîranînê (Rm. 15:7). Li vir hine rêberî têne dayînê.

  • Dewsa ku herin ciyê xwe rûnên û hîviyê bin heta ku bernama destpêbe, silav ke mêvanên ku tên. Usa jî dikarî bi beşera xweye xweş û şa, silav kî wana jî, yên ku ruhanîda sist bûne û hatine

  • Rast e tu gerekê dîna xwe bidî merivên kîjana ku şexsî te teglîf kiribû, usa jî bîr neke dîna xwe bidî wana jî, yên ku ji kesekî teglîfê standin û hatine li ser vê cejinê. Yên teze teglîf ke ku tevî te rûnên. Wedê bernamê dikarî Kitêba Pîroze xwe wanara nîşan kî ku bixûnin û kitêba kilama xwe jî nîşan kî, ku tevî te bistirên

  • Paşî gotarê, hazir be caba pirsên wana bidî. Hergê wedê we hindik e, û paşî civata we gerekê civata din top be ku Êvara Bîranînê derbaz kin, hingê hevra xeber din ku nava çend rojada hûn bikaribin hev bivînin. Hergê adrês yan hejmara têla wî merivî cem te tune, dikarî bêjî: “Minra hewas e pêbihesim hela hûn derheqa vê bernamê çi difikirin. Em dikarin cîkî rastî hev bên?”