Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 6-10

Îboyê Amin Diltengiya Xwe da Kifşê

Îboyê Amin Diltengiya Xwe da Kifşê

Halê Îbo gelek xirab bû. Ewî usa jî bi nexweşîke giran nexweş bû, lê yeke aminiya xwe xwey kir. Lema jî Şeytan usa kir, ku bi fikirên nerast û diltengiyê, aminiya Îbo bide undakirinê. Sê hevalên Îbo hatibûn berbi wî. Pêşiyê, ewana berbi hemûya dilbîniya xwe Îbora dane kifşê. Paşê ewana weke heft roja tevî Îbo rûniştibûn û tu tişt nedigotin ku ew rihet kin û ber dilê wîda bên. Lê paşê çaxê wana destpêkir xeber din, xeberdana wan tije neheqkirinê û şera bû.

Nava çetinayên giranda, Îbo Yahowara amin ma

6:3; 7:16; 9:20-22; 10:1, 12

  • Ji bo telî-tengiyên giran, cem Îbo nihêrandina nerast pêşda hat. Ewî nerast fikirî, ku yan çi Xwedêra yek e ewê wîra amin bimîne, yan na

  • Ji bo diltengiya xwe Îbo îda nikaribû fem kira, ku dibeke meniya çerçirandina wî tiştekî dinda bû

  • Rast e halê Îbo gelek xirab bû, lê ewî berdewam dikir û derheqa Yahowa gilî dikir wanara, kî ku ew neheq derdixistin