Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Bi saya Kirînê, Mecala Saxkirinê Çêbû

Bi saya Kirînê, Mecala Saxkirinê Çêbû

Êvara Bîranînê meceleke baş mera dide, seva kûr bifikirin derheqa keremên axiriyê, yên ku bi saya kirînê hate standin. Mesele, saxkirin. Qirara Yahowa nîbû ku bende bimire. Lema jî gelek giran ser dilê me rûdinê û dibe keder, çaxê em şîna merivên xweye nêzîk dikin (1 Kr. 15:26). Çaxê Îsa dît, ku şagirtên wî şîna Lazar dikin, hingê kesera kûr hatê (Yn. 11:33-35). Em zanin ku Îsa mîna Bavê xwey ye, lema jî em dikarin bawer bin, ku dilê Yahowa jî dêşe, çaxê ew divîne ku çawa em şîna merivên xweye nêzîk dikin (Yn. 14:7). Yahowa hizreta wî wedeyî ye, çaxê ku xizmetkarên xwe vegerîne jîyînê. Û ewê eseyî evê yekê bike (Îb. 14:14, 15).

Yahowa Xwedayê terbet e, û lema jî em dikarin bawer bin, ku saxkirin jî wê bi terbetî be (1 Kr. 14:33, 40). Emê ne ku li ser şîna meriya top bin, lê top bin seva ku bi şabûnê silav kin merivên saxkirî. Tu difikirî derheqa saxkirinê, îlahî wî çaxî, gava şîna kesekî dikî? (2 Kr. 4:17, 18). Tu spasiya xwe Yahowara didî kifşê, ku ew pêşkêşa kirînê da me? Û tu spasdar î ku ew ji Nivîsarên Pîroz mera eyan kir, wekî mirî wê dîsa bijîn? (Kl. 3:15).

  • Ji heval û merivên xweye nêzîk, tu îlahî kê dixwazî dîsa bivînî?

  • Ji xizmetkarên Xwedêye berê, tu îlahî kê dixwazî bivînî û xeber dî?