Pêşanî
“BIRCA QEREWILIYÊ”
Bipirse: Ew gilî wera nas in?
Ayet (Rêz): Yn. 3:16
Pêşkêş ke: Di vê jûrnala “Birca Qerewiliyêda” tê şirovekirinê, ku çawa mirina Îsa dikare karê mera bîne.
“BIRCA QEREWILIYÊ” (pişta jûrnalê)
Bipirse: Dîna xwe bidin wê pirsê û hine cabên bêlabûyî. [Bixûne pirsa pêşin û fikirên ku têne dayînê.] Hûnê çi bêjin?
Ayet (Rêz): Mt. 4:1-4
Pêşkêş ke: Ça eyan e Mîrê-cina tevî Îsa xeber dida û ew dida cêribandinê. Ji vir tê kifşê ku Mîrê-cina, ne ku tenê sîmbola zulmiyê ye, lê hê zêde. Di Kitêba Pîrozda derheqa Mîrê-cina çi dîsa tê gotinê? Ew gotar hê zêde derheqa vê yekê şirowedike.
TEGLÎFKIRINA SER ÊVARA BÎRANÎNÊ
Pêşkêş ke: Em we teglîf dikin ser cejineke pir ferz. [Teglîfê bide xweyê malê.] 23 Adarê li nav temamiya dinyayê, bi milyona meriv wê top bin seva ku derbaz kin cejina mirina Îsa Mesîh û bibihên gotarê li ser hîmê Kitêba Pîroz, ku çawa mirina Îsa dikare karê mera bîne. Di vê teglîfêda kifş kiriye wede û ciyê derbazkirina vê qewimandinê. Ji kerema xwe hergê dikarin werên.