Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

“Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?”; Çawa Bidine Xebatê

“Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?”; Çawa Bidine Xebatê

Broşûra Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?hatiye çêkirinê seva ku tevî şagirta şêwir kin. Ewê şêwirkirinê dikarin yan pêşiya yan xilaziya her hînbûnê derbaz kin.* Dersên 1 heta 4 alî şagirta dikin ku me rind nas kin, dersên 5 heta 14 alî wan dikin pêbihesin derheqa şixulkirina me, û dersê 15 heta 28 dîna wan didin, wekî teşkîleta me çawa kar dike. Wê baş be wekî ders pey dersêva şêwir kin, yan tiştekî konkrêt, çi ku wê hewasa şagirta pêşda bîne. Dirêjaya her dersa çapa rûpêlekê ye, çi ku alîkariyê dide seva ku nava pênc-dehe deqeda tevî geleka evê yekê şêwir kin.

  • Dîna xwe bide navê dersa, yên ku bi cûrê pirsa hatine nivîsandinê

  • Tevayî dersê bixûnin. Yan carekêra gişk bixûne yan jî abzas pey abzasa

  • Şêwir ke ew çi ku we xwend. Bide xebatê pirsên ku li xilaziya her dersa têne dayînê, û usa jî şikila. Bixûne û şêwir ke rêzên kifş kirî, yên ku wê layîq bin. Dîna wana bide wê yekê, ku navên binseriya, caba navê dersê didin yên ku bi cûrê pirsê hatine nivîsandinê.

  • Hergê dersêda heye çargoşe “Hê Zêde Pêbihese”, tevayî bixûnin û paşê jî şagirtê xwe hêlan ke, ku evê rêberiyê bide xebatê

Vêrsiya onlaynê ya vê broşûrê, tezekiriye.