Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Guh Bide Xwedê; Çawa Bidine Xebatê

Guh Bide Xwedê; Çawa Bidine Xebatê

Broşûra “Guh Bide Xwedê” hatibû çêkirinê seva ku rastiyên Kitêba Pîroze sereke hîn kin wan meriya, kîjanara ku çetin e bixûnin. Her dersek ji du rûpêlane kîderê ku şikilên rind hazirkirî hene. Ser wan şikila nîşanek heye, yê ku wek rêber alîkariyê didin, wekî kîjan şikil pey kîjan şêwirkin.

Şikilên broşûrê Guh Bide Xwedê û Bijî Heta-Hetayê, û şikilên broşûra Guh Bide Xwedêmîna hev in. Lê firqî vê yekêda ne, ku broşûra pêşinda hê zede têksta nivîsar heye û seva wan e, cem kîjana ku hine feresetê xwendinê heye. Gelek car xizmetkar evê broşûrê didine xebatê, lê şagirt didine xebatê “Guh Bide Xwedê”. Ser gelek rûpêla heye çargoşe bi elametiya zêde seva şêwirkirinê, hemikî hêrgê şagirt dikare bûxûne.

Ewan broşûra tu dikarî timê bela kî, hela hingê jî çaxê, ew mehekîda nayê belakirinê. Çaxê tu hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dikî, ewan şikila bide xebatê seva ku fikirên Kitêba Pîroz şirovekî. Pirsên usa bide şagirt ku ev bikaribe şêwir ke û bê ser nêta rast. Bixûnê û şêwir ke rêzên ji Kitêba Pîroz, yên ku jêrê ser her rûpêlekê têne dayînê. Çaxê hûn hînbûna broşûrê xilaz kin, dikarin derbaz bin ser kitêba Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?, seva ku alî şagirt bikin ruhanîda pêşda here û bê nixumandinê.