Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Alî Malbeta Xwe Bike ku Yehowa Bîr Nekin

Alî Malbeta Xwe Bike ku Yehowa Bîr Nekin

Yêremyara hatibû gotinê, wekî ew elamî Cihûya bike derheqa kutakirina wan, çimkî wana Xwedayê xwe Yehowa, bîr kir (Yêrem. 13:25). Gelo çawa cimet Yehowa bîr kir û ruhanîda sist bû? Malbetên Îsraêlî yektî û ruhaniya xwe unda kirin. Eşkere bû wekî malxên malê pey wê rêberiya Yehowa nediçûn, derheqa kîjanî ku di Qanûna Ducarî 6:5-7-da tê gotinê.

Malbetên ruhanîda qewî, alîkariyê didine civatên me, wekî ev jî qewî be. Malxên malê dikarin alî neferên xwe bikin ku ewana Yehowa bîr nekin. Ev tê hesabê wekî ewana timê, kêrhatî derbaz dikin Qulixkirina Tevî Malbetê (Zeb. 22:27). Paşî wê yekê ça hûnê binihêrin vîdêo Ew Xeber Bira Dilê Weda bin, caba wan pirsa bidin:

  • Çawa hine malbet karibûn çetinayên xwe bidine alîkî, seva ku timê qulixkirina tevî malbetê derbaz kin?

  • Em çi karê distînin çaxê timê derbaz dikin Qulixkirina Xweye Tevî Malbetê?

  • Çaxê gerekê qulixkirina tevî malbetê derbaz kim, çi çetinayî rastî min tên û çawa ez dixwazim evê derecê safî kim?