Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | METTA 25

“Hişyar Bimînin”

“Hişyar Bimînin”

25:1-12

Îsa şagirtên xweyî rûnkirîra gilî kiribû metelok derheqa dehe qîza. Fikirên vê metelokê bona hemû Mesîhiya ne (w15 15/3 12-16). “Awa hişyar bimînin, çimkî hûn ne roja hatina Kurê Însan zanin, ne jî sihetê” (Mt. 25:13). Tu dikarî ev meteloka Îsa şirovekî?

  • Zeva (rêza 1): Îsa ye

  • Qîzên serwaxte hazirkirî (rêza 2): Mesîhiyên bi ruh kifşkirî, yên ku xwe hazir kirine, seva ku bi aminî xwe li kişfkirina xwe bigirin û yên ku wek ronkayî şewq didin (Flp. 2:15)

  • Dengek hat: “Va ye zeva tê!” (rêza 6): Eyankirina hatina Îsa

  • Qîzên bêfem (rêza 8): Mesîhiyên bi ruh kifşkirî, derketin wekî rastî Zeva bên, lê ewana hişyar neman û aminiya xwe jî xwey nekirin

  • Qîzên serwaxt rûn para venekirin (rêza 9): Paşî morkirina paşin, wê îda dereng be, seva yên bi ruh kifşkirî, alî wan bikin, yên ku neamin mane

  • “Zeva hat” (rêza 10): Îsa tê ku li nêzîkiya tengasiya mezin, dîwanê bike

  • Qîzên serwaxt tevî zeva dikevne dewatê, û derî jî tê dadanê (rêza 10): Îsa top dike li ezmana yên bi ruh kifşkirî, kîjan ku aminiya xwe xwey kiribûn. Lê yên neamin xelata xweye ezmanî unda dikin