Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hîn be wekî di Xizmetêda Hê Cêribandî bî; Şagirtên Xwe Hînî Hazirkirinê Dikin

Hîn be wekî di Xizmetêda Hê Cêribandî bî; Şagirtên Xwe Hînî Hazirkirinê Dikin

EV YEK ÇIMA FERZ E: Çaxê şagirt xwe hazir dikin, usa ewana dikarin rind fem bikin û bîr nekin, ew çi ku em wana hîn dikin. Çiqas hê rind ewana wê fem bikin û bîra xweda xwey kin, haqas hê zû ewana wê pêşda herin. Hela hê paşê nixumandinê jî, wanara wê lazim be hazir bin bona civata û xizmetê, seva ku “hişyar bimînin” (Mt. 25:13). Xêncî wiya, zanebûna wê yekê, çawa hîn bin û bernama hînbûnê xwey kin, wê jîyîna wanda bona wan kar be. Hema çawa ku me destpêkir wana hîn kin, em gerekê alî wan bikin, ku hîn bin tiʹmê bona hînbûnê, xwe hazir kin.

ÇAWA BIKIN:

  • Meseleke baş be (Rm. 2:21). Bona her hînbûnekê xwe hazir ke û wedê hazirbûnê, şagirtê xwe hilde hesab (km 11/15 3). Bira şagirt bivîne, wekî edebyetên te çawa bi qalemê xezkirî ne

  • Şagirt hêlan ke, ku xwe hazir ke. Çaxê we tevî şagirt hînbûn îda destpêkir, ew bide hesandinê ku hazirkirin ev heye para hînbûna Kitêba Pîroz, û şiroweke derheqa kara vê yekê. Rêberiya kêrhatî bide, ku çawa ew dikare wede bona hazirbûnê bivîne. Hine xizmetkar şagirtara didin edebyetên xweye bi qalem xezkirî, wekî wedê hînbûnê şagirt ev yek bide xebatê. Ev wê alî şagirt bike bivîne, ku çiqas hazirbûn kêrhatî ye. Payê wî bide çaxê ew xwe hazir dike

  • Şagirtra nîşan ke, ça xwe hazir ke. Hine xizmetkar dikarin hê pêşda wedê hînbûnê, şagirtên xwera nîşan kin, ku çawa bona dersê, xwe hazir kin