Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hîn be wekî di Xizmetêda Hê Cêribandî bî; Rast Nema Binivîsin

Hîn be wekî di Xizmetêda Hê Cêribandî bî; Rast Nema Binivîsin

ÇIMA EV YEK FERZ E: Kitêba 1 Korintî, yek ji 14 nemên Pawlosê şandî ne, kîjan ku Mesîhiya hêlan dike. Çaxê meriv neme dinivîse, wedê wî heye ku rind xebera bijbêre û çend cara bixûne wekî rast ke. Neme mecalên baş didin, wekî pizmam û nasiyên xwera şedetiyê bidin. Xêncî wê yekê bi saya nema em dikarin usa jî şedetî bidine wan meriya, tevî kîjana ku em nikarin şexsî xeber din. Mesele diqewime kesek dixwaze hê zêde pêbihese, lê çetin e ew malda bivînin. Yan jî dibe ku meriv ciyê dûr dijî û mera çetin dibe rastî wî bên. Gelo çi hine tişt em gerekê hildin hesab, gava xerîbara nema dinivîsin?

ÇAWA BIKIN:

  • Nemêda binivîse ev, çi ku teyê bixwesta bigota meriv. Destpêkêda navê xwe binivîse û zelal şirove ke, wekî çima tu dinivîsî. Paşê pirsekî bide meriv ku ew ser bifikire û dîna wî bide malpera me. Usa jî wîra bêje derheqa bernama hînbûna Kitêba Pîroz malda, û hine navê seriya binivîse ji edebyetên meye bona hînbûnê. Bi vê nemê tu dikarî bişînî karta têklîbûnê, teglîf yan belavok.

  • Kin binivîse. Ferz e wekî nemaya te dirêj nîbe, çimkî meriv wê biveste bixûnê. Binihêre çargoşe “Çawa Nema Binivîsin

  • Herfada şaşiya rast ke, û îzbat be wekî ev hêsa û femdarî tê xwandinê. Him jî usa bike wekî nema te bi hevalhizî û taktîk be.