Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Bide Xebatê Vîdêo Çaxê Tevî Meriya Hînbûnê Derbaz Dikî

Bide Xebatê Vîdêo Çaxê Tevî Meriya Hînbûnê Derbaz Dikî

Vîdêo û xebitandina mesela, dîna meriya dikişînin ber bi xwe û alî wan dikin fem bikin û bîra xweda xwey kin ew, çi ku hatibû gotinê. Di vê yekêda em gelek tişt ji Efirandarê xwe, Yehowa Xwedê hîn dibin (Dsp. 15:5; Yêr. 18:1-6). Îsa jî, Mamosteyî mezin, bi mesela meriya hîn dikir (Mt. 18:2-6; 22:19-21). Wan salên paşinda rind hate kifşê, wekî vîdêo bi rastî jî alîkariya mezin didine meriya. Lê çaxê tu meriya Kitêba Pîroz hîn dikî, tu vîdêo didî xebatê?

Deh vîdêoyên me hene, seva ku alî me bikin rind meriya hîn kin wan dersên qîmet, ji broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”. Bi temamî her navekî vîdêo caba vê pirsê dide, kîjan ku bi cûrê binseriyê hatine dayînê. Ev broşûr bi cûrê onlaynê jî heye, kîderê kifşkiriye ku bona her dersekî kîjan vîdêo em gerekê nîşan kin. Xêncî wê yekê, hene vîdêoyên din jî çi ku girêdayî ne tevî edebyetên meye din bona hînkirinê.

Diqewime tu tevî şagirt şêwir dikî pirseke usa, çi ku wîra çetin e fem bike. Yan jî dibe ku ev meriv timê tiştekîda tê cêribandinê. Li ser jw.org® tu dikarî vîdêo bona wî bivînî, yan jî li ser JW Brodkastîng®, ku dikare wîra kêrhatî be.

Her meh vîdêoyên teze têne derxistinê. Çaxê tu wan vîdêoya binihêrî, bifikire wekî çawa tu dikarî wana bidî xebatê çaxê meriya hîn dikî.