Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Ezê Kê Teglîf kim?

Ezê Kê Teglîf kim?

Her sal em qewatê didine xebatê, ku merivên mihalê teglîfî ser Êvara Bîranînê kin. Gelek ji wan meriya mera nenas in. Lê em gerekê merivên nas jî teglîf kin. Gava meriv ji nasên xwe teglîfê distîne, ew dixwaze bê (yb08 11 ¶3; 14 ¶1). Tu dikarî kê teglîf kî?

  • Bira-pismama

  • Hevalxebatçiya yan hevalên mektebê

  • Cînara

  • Kîjanara te serlêdana dubare kiriye, usa jî tevî kîjana te berê hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dikir û yên niha

Xêncî wê yekê, rûspî wê teglîf kin wan meriya, kîjan ku ruhanîda sist bûne. Lê hergê nasên te mihala teda namînin? Tu dikarî seva wan pêbihesî, cî û wedê derbazkirina Êvara Bîranînê, mihala wanda. Seva vê yekê bikeve malpera jw.org, û jorê ser rûpêla sêrî, bitikîne DERHEQA ME, paşê bijbêre “Bîranîna Mirina Îsa”. Çaxê tu xwe bona vê qewimandinê hazir kî, bifikire derheqa wan meriya, kîjana ku tuyê bixwazbî teglîf kî.