Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hîn be wekî di Xizmetêda Hê Cêribandî bî; Şedetîkirin Korara

Hîn be wekî di Xizmetêda Hê Cêribandî bî; Şedetîkirin Korara

EV YEK ÇIMA FERZ E: Gelek merivên kor hiz nakin tevî merivên xerîb xeber din. Bi rastî jî gerekê qewatê bidine xebatê, seva ku merivên usa bigerin û şedetiyê bidine wan. Yehowa hindava wanda hizkirin û xemgîniyê dide kifşê (Qn.Kh. 19:14). Em gerekê çev bidine Yehowa û alî wan bikin, ku nêzîkî wî bin.

ÇAWA BIKIN:

  • Kora bigerin. (Mt. 10:11) Tu kesên usa nas dikî, neferê kîjanî kor e. Mihala teda hene mekteb, xaniyên bona kora û ciyên din, kîderê ku teyê bikaribûya edebyetên bona kora bela kira?

  • Xemgîniya xwe bide kifşê. Çaxê hûn hevalhiz in û xemgîniya xwe hindava merivên kor didine kifşê, ev alî wan dike xwe hêsa texmîn kin. Xeberdanê bi têmeke usa destpêke, ya ku wê wanra hewas be

  • Alîkariya ruhanî bide wan. Seva ku alî wan meriva bikin kîjan ku çevada belengaz in yan jî kor in, teşkîleta me bi cûre-cûre formata edebyet derxistine. Ji wana bipirse ku ewana kîjan formatê didine xebatê. Berpirsiyarê xizmetiyê gerekê îzbat be, wekî ew birê ku bona wan edebyeta cabdar e, edebyetên bi wan formata sifareş dike