XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN | ŞABÛNA XWE XIZMETIYÊDA ZÊDE KE
Şabûna Xwe Xizmetiyêda Zêde ke; Xebera Xwedê Bide Xebatê
Qewata Xebera Xwedê heye! (Îbr. 4:12) Ev dikare hela hê dilê wan meriva jî bigire, yên ku Xwedê nas nakin (1 Ts. 1:9; 2:13). Em şabûna mezin distînin çaxê divînin, ku meriv çawa rastiya Kitêba Pîroz qebûl dikin û qîmet dikin.
BINIHÊRIN VÎDÊO “ŞABÛNÊ BISTÎNE JI HAZIRKIRINA ŞAGIRTA; FERESETÊN XWEDA PÊŞDA HERE; QEWATA XEBERA XWEDÊ BIDE KIFŞÊ” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Nîtayê çawa qewata Xebera Xwedê da xebatê, gava alî Jîyanayê kir ku fem bike, wekî çima ferz e Xebera Xwedê hildin hesab?
-
Nîtayê çawa qewata Xebera Xwedê da xebatê, gava xwest rêza Kitêba Pîroz bi dengê bilind bê xwendinê û paşê fikirên sereke kifş dikir?
-
Çi da kifşê,wekî Kitêba Pîroz dilê Jîyanayê girt, û bi texmîna te ev yek ser Nîtayê ça hukum bû?