FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ
“Eva Şerê Yehowa ye”
Baweriya Dawid hindava Yehowa ser hîmê zanebûnê bû û ewî emirê xweda destê Yehowa didît (1 Sm. 17:36, 37; wp16.5 11 ¶2-3)
Çaxê Dawid ser Golyat dinihêrî, ewî ew beramberî Yehowa dikir ne ku beramberî xwe, lema jî ew ber çevê wî biçûk dihate kifşê (1 Sm. 17:45-47; wp16.5 11-12)
Yehowa alî Dawid kir, wekî dijminê xweyî qewî alt ke (1 Sm. 17:48-50; wp16.5 12 ¶4; binihêre şiklê ser rûyê pêşin)
Cara em rastî çetinayên mezin tên, mesele rastî peyketinê, yan jî em ser xwe dixebitin, wekî terka xeysetekî xirab bidin. Çaxê ev çetinayî ber çevê me gelek mezin têne kifşê, em gerekê wana beramberî qewata Yehowaye mezin bikin, û vî çaxî emê bivînin wekî ev çetinayî çiqas biçûk in (Îb. 42:1, 2).