Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN | ŞABÛNA XWE XIZMETIYÊDA ZÊDE KE

Alî Şagirta Bikin Heleqetiya Nêzîk Tevî Yehowa Saz kin

Alî Şagirta Bikin Heleqetiya Nêzîk Tevî Yehowa Saz kin

Yehowa dixwaze, wekî em ji hizkirinê jêra xizmet kin (Mt. 22:37, 38). Hizkirina hindava Yehowa wê qewatê bide xwendekara, wekî emirê xweda guhastina bikin û wedê çetinaya qewî bimînin (1 Yn. 5:3). Heger ewana Yehowa hiz bikin, ew yek wê wana hêlan ke bêne nixumandinê.

Alî xwendekarên xwe bikin, wekî ewana bivînin ku Yehowa ça wana hiz dike. Pirsên usa bidine wan: “Ew yek derheqa Yehowa çi te hîn dike?”, yan jî “Ew yek ça hizkirina Xwedê hindava te nîşan dike?” Alî wan bikin wekî ewana emirê xweda destê Yehowa bivînin (2 Dr. 16:9). Wanra gilî kin ku Yehowa ça caba duayên we dabû, û wana hêlan kin wekî dîna xwe bidin ku Yehowa ça caba duayên wan dide. Em gelek şa dibin çaxê divînin ku xwendekar hizkirina Yehowa dişêkirînin û pê kirên xwe nîşan dikin, wekî ewana jî wî hiz dikin û dixwazin bibine dostên wî.

BINIHÊRIN VÎDÊO “ALÎ ŞAGIRTÊN XWE BIKIN HELEQETIYA NÊZÎK TEVÎ YEHOWA SAZ KIN” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Jîyana rastî çi çetinayê hat?

  • Çawa Nîtayê alî Jîyanayê kir?

  • Jîyanayê çawa çetinaya xwe safî kir?