XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN | ŞABÛNA XWE XIZMETIYÊDA ZÊDE KE
Alî Şagirta Bikin Xeysetên Xirab ji Xwe Dûr Xin
Tenê ewên ku normên nav-namûsiyê xwey dikin, dikarin ji heleqetiya nêzîk tevî Yehowa şabûnê bistînin (1 Pt. 1:14-16). Hergê şagirtê te terka xeysetên xirab bide, ewê bikaribe malbetêda şabûnê bistîne, sihet-qewata xwe baş ke û aliyê matêrîalîda jî halê xwe baş ke.
Zelal normên Yehowa şiroveke. Tevî şagirtê xwe şêwir ke çira Yehowa ser hine tişta usa dinihêre, û çi karê emê bistînin heger gura normên wî bikin. Her tiştî bike, wekî xwendekarê te nêt-fikirên xwe biguhêze, çimkî tenê hingê ewê bikaribe terka xeysetê xirab bide (Ef. 4:22-24). Wî bide bawerkirinê, wekî bi alîkariya Yehowa ewê bikaribe guhastina bike (Flp. 4:13). Şagirtê xwe hîn ke, wekî wedê cêribandinê ji Yehowa alîkariyê lava bike, ku gune neke. Alî wî bike derecên xof têderxe, ji kîjana ew gerekê xwe dûr bigire. Wî hêlan ke xeysetên xweye xirab ser kirên cayîz biguhêze, yên ku wê wîra karê bînin. Tuyê şabûnê bistînî, gava bivînî ku xwendekarê te ça bi saya qewata Yehowa tê guhastinê.
BINIHÊRIN VÎDÊO “ALÎ ŞAGIRTÊN XWE BIKIN XEYSETÊN XIRAB JI XWE DÛR XIN” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Çawa rûspî û Nîtayê nîşan kirin, wekî ewana hêviya xwe Jîyanayê nabirin?
-
Nîtayê ça alî Jîyanayê kir?
-
Çawa Jîyanayê alîkariya Yehowa digeriya?