MÎNA ÎSA BIJÎN
Hevalên Teye Onlayn Kê ne?
Hevaltî tê hesabê, çaxê meriv êmosiyalîda hevva têne girêdanê û qedirê hevdu digirin. Mesele, gava Dawid Golyat kuşt, Yonatan û Dawid bûne hevalên nêzîk (1 Sm. 18:1). Ewana xeyset-hunurên hevdura firnaq dibûn û xwestin bibine hevalên nêzîk. Hevaltiya nêzîk hingê pêşda tê, gava meriv rind hevdu nas dikin. Bona wê yekê wede û qewat lazim e. Lê întêrnêtêda meriv hêsa dibine “hevalên” hev, û bona wê yekê ewana carekê maûsê ditikînin. Întêrnêtêda merivara hêsa ye rûyê xwe veşêrin, ku ew bi rastî kê ne, çimkî ewana dikarin xeberên xwe kontrol kin û usa navê baş xwera çêkin. Lema jî ferz e fesal bijbêrin, hela emê întêrnêtêda kê ça heval qebûl kin. Heger hûn kesekî nenas ça heval qebûl nekin, berxwe nekevin ku ewê ser we bixeyîde. Hineka safî kiriye qet malperên sosyalî nedine xebatê, seva ku ji xofê xwe xwey kin. Lê heger we safî kiriye ku malperên sosyalî bidine xebatê, wî çaxî çi hûn gerekê hildin hesab?
BINIHÊRIN VÎDÊO “MALPERÊN SOSYAL BI BÎLANÎ BIDE XEBATÊ” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Pêşiya ku întêrnêtêda şiklekî daynin yan jî komêntarî binivîsin, hûn çi gerekê hildin hesab?
-
Çira hûn gerekê întêrnêtêda fesal hevala bijbêrin?
-
Çira lazim e sînor daynin ku çiqas wede hûnê ser malperên sosyalî xerc kin? (Ef. 5:15, 16)