MÎNA ÎSA BIJÎN
Kitêba Pîroz Her Roj Bixûne û Bîlaniyê Qazanc ke
Bîlaniya Xwedê mîna xizna veşartî ye, ku gelek qîmet e (Mtl. 2:1-6). Bîlanî alî me dike wekî em berbihêr bin û safîkirinên baş bikin. Ew usa jî me diparêze, lema jî serî bîlanî ye (Mtl. 4:5-7). Em gerekê xîret bin, wekî xizna ruhanî, kîjan ku Xebera Xwedêda veşartî ye, bigerin. Em dikarin destpêkin “şev û roj” Kitêba Pîroz bixûnin, çi ku tê hesabê her roj (Yêş. 1:8). Dîna xwe bidine van hine şîreta, yên ku dikarin alî we bikin ji xwendina Xebera Xwedê lezetê bistînin.
BINIHÊRIN VÎDÊO CAHIL HÎN DIBIN XEBERA XWEDÊ HIZ BIKIN, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Çira wan cahilara çetin bû Kitêba Pîroz bixûnin û çi alî wan kir?
-
Mêlanî
-
Samûyêl
-
Sêlîn
-
Rafaêlo
BERNAMA MINE XWENDINA KITÊBA PÎROZ: