Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Çawa Bidine Xebatê Vîdêoyên bona Hînbûna Kitêba Pîroz

Çawa Bidine Xebatê Vîdêoyên bona Hînbûna Kitêba Pîroz

Bal me çar vîdêoyên bona hînbûna Kitêba Pîroz hene, yên ku em xizmetiyêda didine xebatê. Lê nêta van her çar vîdêoya çi ye?

  • Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?—Bi Temamî, ew vîdêo bona vê yekê hatiye derxistinê, seva ku hewasa meriva hindava Kitêba Pîroz pêşda bîne, firqî tune ewana ji kîjan rêlîgiyayê ne. Ew meriva hêlan dike, wekî cabên logîkî bivînin ser pirsên ferz ji Kitêba Pîroz. Vîdêoyêda tê şirovekirinê ku ça hînbûna Kitêba Pîroz bixwazin.

  • Çira Hîn bin Kitêba Pîroz? (parek), mîna vê vîdêoyê ye ku bi temamî ye, lê ji vê kintir e. Ev vîdêo dikare diha kêrhatî be bona wan meriva, yên ku timê lez in û wedê wan tune.

  • Ça Derbaz Dibe Hînbûna Kitêba Pîroz?, ev vîdêo hatiye derxistinê, wekî hewasa meriva hindava hînbûna Kitêba Pîroz pêşda bîne, û caba pirsên belabûyî bide, mesele ça hînbûna Kitêba Pîroz bixwazin.

  • Ji Hînbûna Xweye Kitêba Pîroz Şabûnê Bistîne, ev vîdêo hatiye derxistinê, wekî xwendekarên Kitêba Pîrozra bê nîşankirinê. Rast e ev vîdêo ser rûpêla 2 ya kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! tê dayînê, lê hûn usa jî dikarin evê vîdêoyê nîşan kin, gava broşûra Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!, tevî meriva şêwir dikin. Vê vîdêoyêda derheqa vê kitêbê tê gotinê, ku têda çi heye û xwendekarra nîşan dike ku şêwirkirin ça derbaz dibe.

Rast e nêtên van her çar vîdêoya cude ne, lê çaxê mecal heye, firqî tune kîjan ji wan vîdêoya merivara nîşan kin yan jî bişînin. Wê baş be wekî hemû mizgînvan rind haş ji wan vîdêoya hebin û bizanibin ku xizmetiyêda ça bidine xebatê.